LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Di Çapemeniya Kurdî de giringtirîn mijarên îro

Di Çapemeniya Kurdî de giringtirîn mijarên îro

QSD: Bi Sedan Sivîl Ji bajaroka El Sûsê Hatin Azad Kirin

Hêzên Sûriyaya Demokratîk QSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de bi sedan sivîlên bajarok EL Sûsê ya Dêra Zorê azad kirin. Her wiha 5 çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî ku amadekariya êrîşan dikirin girtin.

Karê Staffan de Mistura bi fermî bidawî bû

 Rudaw ê diyar kirk u îro şandiyê nû yê Neteweyên Yekgirtî Bo Karûbarên Sûriyê Geir O. Pedersen dest bi karê xwe dike û bi vê yekê jî karê Stafan De Mistura bi awayekî fermî bidawî dibe. Geir O. Pedersen di sala 1955an de li Norweçê  jidayik bûye, wek nûnerê welatê xwe li Neteweyên Yekgirtî kar kiriye.

Trump ji bo vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê ne bilez e

Li gor ajansa “Reuters” Donald Trump duhî li Washingtonê li ser pirsa vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê ji rojnamevanan re got: “Min negot emê wî karî bilez bikin, lê em DAIŞê jinav dibin.” Ev daxuyaniya Trump di heman dema daxuyaniya Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton de tê, ku duhî li Îsraîlê got, nexşerêya vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê  nerm e û girîdayî bi têkbirina DAIŞê û parastina Kurdan ve ye.”

Opozîsyona Sûriyê hişyariyê ji vekişandina Amerîka dide

Serokê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê Nesir Herîrî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, gava Amerîka a vekişandina hêzên xwe di dema niha de ne di cihê xwe de ye û dê encamên metirsîdar jê derkevin. Nesir Herîrî got jî, vekişîna hêzên Amerîkî dê bibe sedema derbasbûna mîlîşyayên Îranî ji wê deverê re, hatina mîlîşyayên Îranî jî tê wateya derketina rêxistinên terorî. Divê Amerîka bi berpirsyarî tevbigere nehêle karesatek rû bide.

Desteya Tehrîr El-Şam amarên 50 rojî eşkere kir

Desteya Tehrîr El-Şam anku Cebhet El-Nusre ya berê ragihand ku di van 50 rojên derbasbûyî de 90 çekdarên DAIŞê û bi dehan çekdarên rêxistinên din ji aliyê wan ve hatine girtin. Navenda Desteya Tehrîr El-Şam di daxuyaniyekê diyar kir ku hinek aliyên çekdar li Idlib û her du herêmên Heleb û Hema hewl didin bibin desthilatdar û dest deynin ser deverê. Desteya Tehrîr El-Şam dibêje ji ber wê sededê yekê Dezgeha Ewlekariyê ya Tehrîr El-Şam dest bi operasyonekê kiribû, ku têde bi dehan çekdar hatin kuştin û di heman demê de jî, zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê û aliyên din hatine girtin. Desteya Tehrîr El-Şam eşkere dike, heya ku ew dever bi tevahî, ji van çekdaran neyê paqijkirin, dê operasyonên wan berdewam bin.

HDP û Heft Partîyên Kurd Hevalbendîya Hilbijartinên Herêmî Ava Dikin

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jibo hilbijartina heremî yên di 31’ê Adarê, bi heft partî û pêkhatîyên Kurd re hevalbendî ava dike. Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî bi serok û nûnerên partî û pêkhatîyan re li Amedê tifaq ji bîragiştî re ragihand. Partîyên ku bi HDP’ê re giheştin tifaqê ev in: Tevgera Azadî, PDK, DDKD, PDK-Tirkîyê, Partîya Azadî û Mirovahî, Partîya Komunist û Partîya Heremên Demokratîk (BDP).

Li Amedê 6 jê zarok 10 kes hatin girtin

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê 6 jê zarok 10 kes bi îddiaya beşdarî êrîşa li dijî navenda polîsa bûne di serdegirtina malan de hatin desteserkirin. Tirkiyê belav kiriye ku îro li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê di 3ê çile de li dijî Miduriyeta Polîsan a Yenîşehîrê, Saziya Goşt û Şîr, marketek û 4 cihên cuda êrîş pêk hatibû. Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî êrîşan hat destpêkirin de polîsan li Amedê bi ser gelek malan de girt. Medyaya Tirkiyê di aşkere kiriye erdegirtina malan de 6 jê zarok 10 kes hatin binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Hat zanîn ku roja 3’ê çile ku êrîş pêk hatibû jî 5 kes hatibûn binçavkirin.

Amerîka 150 barhilgirên leşkerî gihandin rojhilatê Firatê

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Amerîkiyan şeva bûrî 150 barhilgirên ku otombîl, zirîpêş û kelûpelên leşkerî û lojistîk hilgirtibûn ji Herêma Kurdistanê gihandin Kobanê li rojhilatê Firatê.

Rewangehê amaje bi wê yekê, piştî biryara Trump a vekişandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê, ev cara sêyem e ku Amerîkî alîkariyên leşkerî derbasî navçeyên di destê HSDê li rojhilatê çemê Firatê dikin.

Da zanîn jî, roja 20 meha bûrî 150 barhilgirên leşkerî gihîştin navçeya rojhilatê Dêrazorê û 29ê meha bûrî de jî Amerîkiyan 200 barhilgirên çek û alavên leşkerî derbasî Reqa, Minbic û Eyn Îsa kiribûn li bingehên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bicih bûbûn.

‘Divê ofîsên hemû partiyan bêne vekirin’

Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser li Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê da xuyakirin, ku wan rênimayî ji navendên Asayişê re şandiyê ku tevahiya ofîsên girtî yên partiyên siyasî bê asteng bêne vekirin.

Piştî ku Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kuridstanê biryar da, ku bi awayekê fermî rê bide partiyên bêruxset jî daku ofîsên xwe li seranserê herêmên di bin kontrola wê de vekin, ew partî ketin nav hewldanan û dest bi vekirina ofîsên xwe kirin.

Lê belê tevî ku Rêveberiya Xweser biryar daye, ku hemû partiyên bêrxuset ofîsên xwe vekin, Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYK-S) duh bi daxuyaniyekê ragihand, ku rê bi wan nehatiye dan, ku ew ofîsên xwe vekin. Li ser vê yekê, Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser li Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, Kenan Berekat ragihand, ku wan rênimayî ji navendên Asayişê re şandiye ku divê tevahiya ofîsên girtî yên partiyên siyasî bê asteng bêne vekirin.

Di daxuyaniyekê de, Kenan Berekat bersiva wê yekê da, ku çawa rê li ber vekirina ofîseke Partiya Yekîtî li Qamişlo hatiye girtin û got; “ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ti pirsgirêk nemaye û biryar zelal e, ku ev ofîs bi awayekî fermî bêne vekirin.” Kenan Berekat got: “Dibe ku hin pirsgirêkên girêdayê Eqaran hebin û bi rêya saziyên fermî ew pirsgirêk têne çareserkirin.”

Di mijara parastina kurdan de baweriya me bi Tirkiyê nayê

Senatorekî Amerîkî dibêje, di mijara parastina kurdan de baweriya Amerîka bi Tirkiyê nayê ji ber wê jî heta parastina kurdan neyê garantîkirin, Amerîka ji Sûriyê dernakeve.

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham li ser vekişîna Amerîka ji Sûriyê û rewşa kurdan ji televîzyona CBS re gotiye, sê armancên Amerîka li Sûriyê hene; ya yekê ew e ku her gava Amerîka ji Sûriyê derket parastina kurdan were garantîkirin û kurd rastî komkujiyê neyên. Di vî warî de baweriya min bi Tirkiyê nîne ku kurdan biparêze. Ev tişt mîna wê ye ku tu ji Putîn bixwazî lêpirsînê li Beşar Esed bike!

Graham her wiha gotiye, armanca duyem ya Amerîka ew e ku DAIŞ bi temamî bişkê û nekaribe cardin serê xwe rake. Ya sêyemîn jî Îran nekaribe sûdê ji wê valahiyê werbigire.

Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê civiyan

Îro piştî nîvro 7.1.2019 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Wagn  û şanda li gel kir. Di civînê de pêwendiyên Herêma Kurdistan û Amerîka di qonaxên borî de û zêdekirina pêwendiyan, rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê û rewşa penaberan hat gotûbêj kirin.

Kunsilê Amerîka spasiya alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji koçber û penaberan re kir û tekezî li ser alîkariya di navbera Hewlêr û Bexdayê û civaka navnetewî de kir.

Di hevdîtinê de jî behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê hat kirin, Nêçîrvan Barzanî ronî bir ser hewlên pêkanîna kabîneya nû û berdewamiya çaksazî û dawî pêşhateyên pêwendiyên Hewlêr û Bexda. Steve Wagn siyaste hikûmeta derbarê çanda pêkvejiyan û lêborînê blind nirxand û spasiya dezgehên hikûmetê li ser pêşkêşkirina alîkariyan bo kunsilxaneya welatê wî li Hewlêr kir.  

Barzanî û Falih Feyaz civîyan

Îro roja dûşem 07.01.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Faleh Feyaz Serokê Tevgera Eta û Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û hengavên dawî ya temamkirina hikûmeta nû ya Iraqê hate guftûgo kirin. Her li vê hevdîtinê de tekez li ser hemahengiya her du aliyan ya li proseya siyasiya Iraqê û çareserkirina kêşeyan kirin.

Bolton û Netanyahu civiyan

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Îsraîlê de, êwara îro Şêwirmendê ewlekariya netewî ya Amerîkayê, John Bolton li gel Serokwezîrê Îsraîlê binyamîn Netanyahu civiya.

Hate zanîn ku Netanyahu û Bolton di civînê de behsa rewşa deverê, bi giştî û rewşa Sûriyeyê û biryara vekêşana hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê bi taybetî nîqaşkirine. Tê gotin ku Bolton piştî serdana xwe bo Îsraîlê vê serdana Tirkiyeyê jî bike û li gel rayedarên Tirkiyeyê jî behsa rewşa Sûriyeyê bike.

Bolton îro gotibû ku vekêşana hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê mercdare û merca Amerîkayê jî gerentî kirina parastina Kurdane ji êrîşên Tirkiyeyê.

156 girtiyên azadiyê di greva birçîbûnê de ne

Çalakiya Leyla Guven a ji bo protestokirina tecrîdkirina Ocalan dayî destpêkirin, kete roja xwe ya 61’ê. Ev çalakî berbelavî hemû girtîgehan bû û hejmara girtiyên azadiyê yên ketî greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger, gihişt 156’an.

Li aliyekî bi hezaran kes tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger bûne, hate ragihandin ku di girtîgehan de hejmara girtiyên ketî çalakiyê derket 156. Lê belê ji bo ku ji gelek girtîgehan ji bo ku agahî nayê girtin hejmara rastî ya ya çalakvanan nayê zanîn.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê 16’ê Kanûnê çalakiya grevê ya ku 35 girtiyan li 9 girtîgehan dayî destpêkirin di roja xwe ya 23’an de didome. 17’ê Kanûnê li 4 girtîgehan 13 girtiyan çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger dabû destpêkirin. 24’ê Kanûnê 5 girtiyan, 26’ê Kanûnê li 15 girtîgehan 65 girtiyan, 28’ê Kanûnê li girtîgehekê kesekî û herî dawî 5’ê Çile li 7 girtîgehên cuda 23 girtî ketine greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger. Leyla Guven jî di 8’ê Mijdarê de pêşengiya vê çalakiyê kiribû.

Li Amedê li 10 gund û bajrokên giredayî wan Qedexe hat ragihandin

Parêzgehîya Amedê di daxuyanîyeke niviskide eşkerer kir ku li 2 gund û bajarokên giredayî ser bi wan ve yen Lice, 3 gund û bajarokên giredayî Qarazê û 5 gund û bajrokên giredayî wan ye Henê ya navçeyen Amedêve heta biryareke din qedexe hatiye ragihandin.

Herwiha di daxuyanîyê de hat gotin ku ji bo operasyonên li hemberî PKKê ev qedexe hatiye ragihandin û ji bo mal û canê welatîyê hişyarî dane welatîya. Ji aliyê din ve li van herêman operasyonan destpêkir.

07.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً