LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Leyla Guven .. Kesayeta serdemê ya şikandina polîtîka AKP ye

Leyla Guven .. Kesayeta serdemê ya şikandina polîtîka AKP ye

NAVENDA NÛÇEYAN– Jin nûnertiya pîvan û piransîbên azadî û berxwedaniyê dikin, divê ji bo avakirin û pêşxistina welatan de ji serekeyên pîvanên ku bêne rêzdargirtin. Her wiha azadiya wan û di nava jiyana siyasî, aborî, çandinî, civakî û pêşesazî de hebe. Guven kesayeta hilweşandina polîtîka Tirkiye ya serdemê derket holê û bi biryara xwe ya serdana bi Ocelan re Tirkiye mecbûr kir ku serdanê pêk bîne.

Tê zanîn ku ji heremên herî gerim û bi pêvajoyan re rewşên cidî jiyan dike Rojhilata Navîn e ku ji dema şerê sar de herêma yekemîn di cîhanê de ye ku di pêvajoyên hesas de û di bê istqrar û bê ewlehiyê de jiyan dike. Di Rojhilata Navîn de pevçûn û kirîzek mezin heye ku di encama wê de heta niha şer û kirîz jî berdewam dike û ji wan hereman di van salan de Sûriye, Yemen, Lîbya û Somal vê kirîzê jiyan dikin û bi salane ku nehatiye çareser kirin. Di nava Rojhilata Navîn de şoreşa gel her maye û di hundirê xwe de dikele û ew jî ji ber bicihbûna hejmara zêde ya koçbera ye her weha ji ber belavbûna hejmarek ji rêxistinên teror wekî Cebhet Elnusa û DAIŞ ê ye.  Rojhilata Navîn vê kelecanê herî zêde ji piştî êrîşa Emerîkî ya li ser Iraqê vê hewayê jiyan dike û ji salên 2003 an de û heta niha bû sedema belvbûna wê di sala 2011 an de li nava Sûriye de jî. Tê zanîn ku îro qada Rojhiata Navîn qada herî berfireh ya bichibûna qutib û hêza ye di nav wan de Rûsya, Emerîka, Çîn, Israîl, Tikrye û Îran e. Ev hêz ji ber sedemên cur be cur û di serî de ji ber giringiya stratejîk a vê heremê rastî vê kirîzê tê û her yek ji van hêzan bi wekîlên xwe şerê li ser erdê li gorî bercerwendiyên xwe dimeşînin.

Ji xwe li gorî van pêşketinan serhildan derketine û di nav xwe de gelek pêvajo guhertine. Yên ku serkêşiya bersivdayîna demê dikin jî di kesayeta jinan de derdikeve pêş. Ji Leyla Qasim, Fîdan Zagros, Arîn Mîrkan, Avêsta Xabûr, Barîn Kobanê û heta Leyle Guven berdewam dike. Hevseroka KCD`ê û parlementera HDP`ê Leyle Guven a ku serkêşiya şikestina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocelan dike. Leyla Guven serkêşiya xeta jina azad a ku di dîroka Rojhilata navîn de tê naskirin kir û tecrîd şikand.

Çima greva birçîbûnê?

Piştî zêdetirî sê salan ku agahî li ser birêz Abdullah Ocelan nehat girtin û dewleta Tirk rê nedida parêzer û malbata Ocelan wî bibînin, greva birçîbûnê dest pê bû di nava zîndanên Tirkiyê de. Ev gav bi serkêşiya Leyle Guven û parlementerên HDP`ê ve hate kirin a ku 66 roj di greva birçîbûnê de ne. Ev grev ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocelan e û biryara vê yekê jî heta şehadetê dabûn.

Li girtîgeha Tîpa E`ya parêzgeha Amedê grev hate ragihandin. Weke ku tê zanîn jî ev zîndanên dewleta Tirk ên ku hejmara wan dighînin 384 zîndan li seranserî Tirkiyê. Her wiha serjimariyên dawî eşkere kir ku ev zîndan hemû gihîştine asta jor bi hewandina girtiyan ên ku hejmara wan zêdetirî 260,144 girtî hene. Ji nav wan siyasetmedar, parlementer, karmend, serbend, mamoste, dadger û parêzer hene.

Di nava Tirkiye de rewşa hundirîn rê da ku li hemberî dewleta Tirk gelek caran isyan çêbibe û ew jî ji ber siyaseta dewleta Tirk a bermaberî gelê Tirkye ye. Di sala 2018 an de di nava Tirkiye de gelek caran der heqê rojnemevan, siyasetmedar û çalakvanan bi behaneyên ku navê terorê lê dike gelek kes hatin girtin û di bin işkenceyê de jiyana xwe ji dest dan. Li seranserî salekê dewleta Tirk her carê doza Gulen, Xaşiqcî, PKK, hilbjartin û derbeya leşkerî siyaseta xwe ya bêdeng kirinê li ser gelê Tikriye meşand. Ji wan jî tecrîde birêz Ocelan bû ku ev 3 salin ti aghdarî jê nehatiye. Leyla Guven pêşengtî kir û dest bi çalakiya xwe ya bê dorveger kir.

Leyle Guven gel rakir ser piyan

Leyle Guvan di sala 1964 li bajarê Fîranşahîr li Orfeya Tirkiyê ji dayîk bûye. Zewcî ye û du zarokên wî jî hene. Di sala 2009`an de hate binçavkirin ji hêla dewleta Tirk heta sala 2014`an bi tewana ku bi aliyên ne fermî re dide û distîne. Di sala 2014`an de hate berdan. Di sala 2018`an ji ber ku operesyona li ser herêma Efrînê rexne kir a ku di 20`Çileya 2018`an de dest pê bû, ew û parlementerên xwe ve hatin binçvkirin.

Di encama dagirkirina herêma navborî û tecrîda bê bext li ser birêz Ocelan, Guven û hejmarek ji parlementeran greva birçîbûnê di 07`ê Mijdara 2018`an de îlan kirin. Heta niha jî berdewam dike, li gorî ku tê gotin jî ku rewşa wê ya tenduristî ne baş e. ruxmî vê yekê jî paş de venegerî.

Li seranserî cîhanê jî di bin diruşmeya ku em hemû Leyle Guven in û ew pêşengtiya jina azad a ku rojhilata navîn pê hatiye naskirin dike, xwepêşandan derdikevin pêş. Her wiha piştî ku Guven ket vê grevê pir parlementerên dîtir jî ev grev qebûl kirin û tê de cihê xwe girtin.

Tecrîd şikest lê berxwedanî berdewame

Di 12`Çileyê de hevdîtin bi birêz Abdullah Ocelan re lidarket. Malpar û sîteyên fermî eşkere kirin ku Mihemed Ocelan birayê Birêz Ocelan ew dît û nîşan kir ku rewşa wî ya tenduristî baş e û di demên pêş de wê agahiyên berfirehtir eşkere bikin.

Dewleta Tirk piştî 66 rojan ji berxwedana greva birçîbûnê hêşt ku hevdîtin bi birêz Ocelan re li dar bikeve. Lê ev nayê wateya ku tecrîd tam hate şikandin. Her berxwedaniya ku di zîndanan da  hatiye ragihandin wê berdewam bike heta tam bighîne armanca xwe.

(Beyrak Mustefa)

14.01.2019

Rojev24

 

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً