LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Dewleta Tirk ji bo ‘herêma ewle’ li kampan dest bi girtina qeydan kiriye

Dewleta Tirk ji bo ‘herêma ewle’ li kampan dest bi girtina qeydan kiriye

NAVENDA NÛÇEYAN – Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê bi MÎT’ê re dest bi qeydkirina navnîşana kesên Sûriyeyê yên ku li kampên Tirkiyeyê dimînin kir ku ew ê di çarçoveya herêma ewle de bin a ku tê payîn were avakirin.

Piştî biryara DYE’yê ya vekişandina ji Sûriyeyê, Tirkiye hewl dide tevlî herêma ewle ya li Bakurê Sûriyeyê bibe. Tirkiye li ser penaberên ji Sûriyeyê hwild dide vê plana xwe bixe meryetê.

Dewleta Tirk di destpêka qeyrana Sûriye de bi vekirina deriyên xwe ji penaperan re û ew li dijî dewletên Ewropî bikaranîn, siyaseta xwe dikir, îro jî bi wan penaberan dixwaze plana herêma ewle ya ku bi Tramp re di 14 çileyê de nîqaş kiriye bikarbîne.

Qeydkirina navnîşanê destpêkir

Li gorî agahiyên ku ji aliyê ajansa ANF ve hatiye girtin, Gerînendetiya Giştî ya Îdareya Koçê ya Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkiyeyê tevî îstîxbarata Tirkiyeyê derbarê penaberên ji Sûriyeyê xebat dike ku wan penaberan dîsa li Bakurê Sûriyeyê bicih bikin.

Bi xebata Gerînendetiya Giştî ya Îdareya Koçê penaberên ku ji bajarên cihê yên Sûriyeyê hatine, êdî îkameta wan bajarên Sûriyeyê tên xuyakirin. Hate diyarkirin ku bi vê xebatê hewl tê dayîn bi karta penaberiyê li herêma ewle xwe bi cih bikin. Derket holê ku penaberên ku li Tirkiyeyê nasnameya wan a Parastina Demdemî heye, qeyda wan li wan bajaran tê kirin ên ku ew ê di nav herêma ewle de bin ya ku tê plankirin ku ew ê were avakirin.

Dewleta Tirk rewatiye dê bide herêma bi ewle

Xebatkarekî kampa penaberan a li Rihayê eşkere kir ku kesên li kampê qeydên wan ên li Sûriyeyê werin nûkirinew ê li bajarên Bakurê Sûriyeyê werin qeydkirin. xebatkarê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide, diyar kir ku ev xebat veşartî tê kirin û heke herêmeke tampon were avakirin, ji bo rewatiya navneteweyî ev yek tê kirin.

Îkameta penaberan êdî li bajarên wekî Hesekê, Reqa û Helebê tên qeydkirin. Bi vê qeydkirinê re dîmenekî wisa dixwazin derxînin holê ku, ev kes ji van herêman in û bi darê zorê ji malên xwe hatine derxistin.

Navnîşan hatine diyar kirin

Li gorî rêveberiya îdarî, bajarên herêma Cizîrê ya Bakurê Sûriyeyê bi ser Hesekê ye, Girê Spî bi ser Reqayê ye û bajarên Kobanê û Minbicê jî bi ser Helebê ye.

Li gorî danustandinên veşartî ên Tirkiye û Emerîka û yê Tirkiye û Rûsya ji aliyekî din ve, Tikriye herêma ewle bi qasî 32 kîlometre be ku erdnîgariya Rojava hemû dikeve nava vê herêmê. Li van bajaran jî herî zêde Kurd dijîn.

Li gorî agahiyên ku hatine stendin, penaberên li kampan bi ser gund û bajarokên Dêrik, Dirbesiyê, Amûdê, Serêkaniyê, Silûk, Til Hemîs, Til Temir, Girê Spî, Kobanê û Şêxlerê tên qeydkirin. Tirkiye bi lîstikeke wisa re hewl dide, ji bo guherandineke demografîk amadekariyê bike.

Rayedarên Tirkiyeyê her carê diyar dikin ku 3 milyon û nîv penaber li ba wan e û her carê vê li hemberî welatên Rojava bi kar tîne.

20.01.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً