LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / “Em amade ne bi Tirkiyê re rûnin, lê ew qebûl nakin”

“Em amade ne bi Tirkiyê re rûnin, lê ew qebûl nakin”

NAVENDA NÛÇEYAN- Di çerçoveya ragihandina herêma bi ewle li bakurê Sûriyê de, Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo anî ziman ku divê ev herêm di bin çavdêriyek navnetewî de be.

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo derbarê avakirina herêma bi ewle li bakurê Sûriyê de, da zanîn ku eger li bakurê û rojhilata Sûriyê herêma ewle çêbibe divê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de be.

Çêkirina herêma ewle, piştî ragihandina vekişandina hêzên Amerîka yên li Sûriyê, di navbera Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de hatibû axaftin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu diyar kiribû ku ew danûstandinên bi Amerîka re didomînin, lê derbarê herêma ewle hîn tiştek zelal nebûye.

Hemo di axaftina xwe de da zanîn ku ew dixwazin ku bi Tirkiyê re peywendiyên baş çêkin, lê dewleta Tirk naxwze.

Wî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku eger Tirkiyê êrîşî herêma wan bike, ew ê jî bersîvê bidin û bikevin çerçoveya parastina rewa de.

26.01.2019

ROJEV24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً