LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Jina Îranê ya zana cihê xwe di xebatê de tune?

Jina Îranê ya zana cihê xwe di xebatê de tune?

NAVENDA NÛÇEYAN- Her dawiya salê Îran serjimariya xebata jinan derdixe, li ser wê esasê xebatkarên jin têne jimartin û rêjeya xebata ku hatiye kirin derdikeve. Her wiha rêjeya xebatkarên herdu zayendan li bazarên kar derdix.

Serjimariya li ser rêjeya jinên ku tevlî kar li Îranê dibin, xwe dispêre ser Bernameya Rabûna Neteweyên Yekbûyî. Di vê çarçoveyê de Navenda Serjimariya Îranê her sal encamên têkîliyên hêza kar diweşîne. Navenda rewşa bazarê ya 10 salan a di navbera 2008-2017’an de dinirxîne. Serjimariyên navborî nîşan dide ku rêjeya di navbera jin û mêr de, ya li bazarên Îranê de ji hev dûr e. Tê naskirin di dema diyarkirî de rêjeya mêran a di nav kar de 4 caran li ya jinan e.

Li gorî serjimariya di van deh salan de tevlîbûna mêran a li bazarêm kar 63 ji 100’î û ya jinan jî 14 ji 100’î ye, li Îranê ji her 100 kesê ku dixebitin 84 jê mêr, tenê 16 jê jin in.

Her wiha di 2017’an de rêjeya mêran a di nav bazara kar de 71,4 ji 100’î û ya jinan jî 16,8 ji 100’î ye.

Ev nîşan dide ku li bazara kar mêr serwer in, dema ku mirov li asta perwerdehiyê binêre, tê dîtin ku di bazara kar de ti guherîneke hundirîn tune ye. Di nav civakê de 46 ji 100’î yê ku ji perwerdehiyê derbas bûne li gel ku jin in jî, di bazara kar de rêjeya jinên ku kar bi dest ve tînin tenê 9 ji 100’î ye. Ango ji 100 jinên perwerde standine tenê 10 jê dixebitin.

Di nav koma ku perwerdehiya bilind standine de, rêjeya jinan a di nav bazara kar de 37 ji 100’î ye. Di vê komê de rêjeya jinan dibe nîvê yê mêran.

26.01.2019

ROJEV24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً