LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Wezareta Derve ya Iraqê hişyarî da Tirkiyê

Wezareta Derve ya Iraqê hişyarî da Tirkiyê

NAVENDA NÛÇEYAN- Derbarê bûyerên ku duh li herêma Şêladizê ya girêdayî parêzgeha Duhokê Hikûmeta Iraqê daxuyaniyek hişyarî da Tirkiyê.

Ji ber alozî û rûdanên ku li devera Şêladizê ya Duhokê qewimîne û bûne sebeba şehîdbûna çend kesên sivîl, wezareta derve ya Îraqê daxuyniyek da û di naveroka wê de hişyarî da Tirkiyê.

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihandiye, li ser bûyerên ku li devera Şêladizê rû dane, gazî balyozê Tirkiyê yê Bexdayê Fatih Yildiz kirine û nerazîbûna Iraqê li hember wan êrîş û aloziyan nîşan dane.

Çend roj berê firokeyên şer yên Tirkiyê bi buhneya hebûna hêzên PKK`ê, devera Şêladizê ya Duhokê bordûman kiribûn. Di encama wê êrîşê de 5 sivîl jiyana xwe ji dest dabûn.

Li beramberî vê yekê jî sivîlên Şêladizê duh xwepêşandanek li dijî wan êrîşan hat lidarxistin. Lê hêzên Tirkiyê xwepêşander dan ber fîşekan, di encamê de kesek şehîd bû û 7 kes jî birîndar bûn. her wiha hejmarek ji rojanemvanan jî hatin binçavkirin da ku rastiya ku qewimiye dernexin derve.

27.01.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً