LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Der Spiegel: Erdogan li dijî Kurdan nêzî Esed dibe

Der Spiegel: Erdogan li dijî Kurdan nêzî Esed dibe

NAVENDA NÛÇEYAN- Kovara Elmanî ya Der Spiegel diyar kir ku eger heye Erdogan li dijî Kurdan bi Esed re hevkarî bike. Kovara Almanî dibêje, beramberî destûrdana operasyoneke li dijî Kurdan, eger heye ku Erdogan bi Beşar Esad Serokê Sûriyê re razîbûnan bide.

Kovara heftane ya Almanyayê Der Spiegel, bi gotarekê mijara siyaseta li Sûriyê nirxand û got  beramberî destûrdana operasyoneke li dijî Kurdan, eger heye ku Erdogan bi Beşar Esad Serokê Sûriyê re lihev bike. Kovarê herwiha bibîr xist ku têkiliya berê ya Esed-Erdogan ku xweş bû, li gor berjewendiya herdu aliyan ku di dîrokê de têkiliyeke wisa dostane, kêm dihate dîtin. Lê piştî krîza li Sûriyê derkete holê, helwesta Erdogan yekser guherî û li ser rûxandina Esed bi tund bû lê van demên dawî Erdogan gotara rûxandina rejîma Esed pir kêm kiriye, sedema vê yekê jî bihêzbûna YPGê bixwe ye. Kovarê herwiha got piştî biryara vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, Kurd û Tirkiye ketine rikberiyê ku bi aliyên Rûsya û Sûriyê re rêkeftinê bikin ku rayedarekî Kurd ragihandibû, hêzên Kurdî dikarin bikevin nav artêşa Sûriyê.

Kovarê bibîr xist ku roja 23ê Çileyê di hevdîtina digel Erdogan de Serokê Rûsyayê Valdîmîr Putînî Rêkeftina Adenê xistibû rojevê û got: “Heke Rêkeftina Adenê bê sepandin, fersendek dikeve destê Tirkiyê ku li YPGê bixe, beramberî vê jî dê Erdogan naçar bimîne Esed weke Serokê rewa yê Sûriyê nas bike.

04.02.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً