LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Ziraviyên civîna di navbera Şam û Enqere de

Ziraviyên civîna di navbera Şam û Enqere de

NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî civîna ku Elî Memluk li bajarê Entaliya bi şandeya muxbaratê Tirkiyê re pêk anî û nîqaş derbarê rewşa herêmê de bi taybet piştî têkçûna DAIŞ`ê wê herêm ber bi ku ve biçe hate kirin, hevdîtinek din pêk hat. Hate dîtin ku şandeyek girêdayî istixbarata Tikriyê derbas xaka Sûriyê dibe û bi hin serbedên xwedî payeyên bilind ên girêdayî Rûsiya re civiyan.

Jêderên taybet ji sîteya me re dan diyarkirin ku li gundewarên parêzgeha Latqiyê hin erebeyên xwedî pêlaqên Sûrî yên girêdayî Qesra Komara Sûriyê derbas Latqiyê bûn û li herêma Selme ya ku dikeve başûrê rojavayî parêzgeha Latqiyê bi cih bûn. çavkaniyê me ji me re da xuyakirin ku kesên ji nav şanedeyê hatine naskirin yek ji wan berpirsê dosya kurdan li Tirkiyê û di nava cîhaza Istixbarata MÎT`ê de cih digre navê wî İlhan Özcan Oğlu ye.

 
Di çerçoveya hevdîtinê de çavkaniyek nêz ji Feyleqa Pêncemîn a girêdayî rêjîma Sûriyê da zanîn ku şandeya ku ji Tirkiyê derbas nava bajaroka Selma ya ku dikeve başûrê rojavayî parêzgeha Latqiyê bûye bi rêbvebiriya serbendê istixbaratê yê bi nav û deng İlhan Özcan Oğlu bû. di demjimêra 22:35 bi danê şeva borî de hatin û bi serbendê Sûrî yê bi navê Suhêl El Hesen, serbendên Bîroya Netewî ya Sûriyê û hejmarek ji serbendên payeya bilind ên Rûsî re hevdîtin pêk anîn.

 
Çavkanî got ku civîn derdor pênc sa`etan ber xwe da, her wiha mijarên ku li ser nîqaş hatine kirin ew bû ku piştî DAIŞ`ê divê çareseriyên bi lez ji bo herêmê bêne dîtin. Ji bilî vê yekê derbarê asta tensîqa di navbera Rûsya, Tirkiyê û Sûriyê de di mijarên ewlehî û leşkerî de piştî vekişandina Emerîka ji herêma rojhilatê çema Firatê de hatin vegotin.

 
Çavkanî tekez kir ku hin perspektîv derbarê hêzên leşkerî de hatin dayîn, ew perspektîv jî derbarê zêdekirina hebûna hêza Sûriyê li aliyê rojavayî herêma Firatê, her wiha zêdekirina hebûna xwe ya leşkerî li herêmên rojhilatî herêma Firatê de jî.

 
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Rûsya niha rola navbercî di navbera Sûriyê û Tirkiyê de dilîze. Her wiha di vê dema dawî de hevdîtinên di navbera herdu welatên navborî de zêde bûne, bi taybet di aliyên ewlehî, leşkerî û diplomasî de, mînaka vê yekê jî nûjenkirina hevpeymana Adana. Ev hevdîtinên ku dihatin pêkanîn dûrî raya giştî bûn.

26.02.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً