LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Di navbera MÎT û Pêşmergeyên Roj de itîfaqek nû?

Di navbera MÎT û Pêşmergeyên Roj de itîfaqek nû?

NAVENDA NÛÇEYAN-Li bajarê Musliê, civînek di navbera serbazên MÎT a Tirkiye de û Pêşmergên Roj de hate lidarxistin. Di civînê de ferza nû ya pêşmergeyan û erkên nû ji wan re hate diyar kirin.

Çavkaniyên ji herêma Musilê ragihandin ku beriya çend rojan li bendava Musilê ku yek ji navendên hêzên Pêşmergên Roj e, civînek di navbera Pêşmerga û MÎT Tirk de de hate lidarxistin. Çavkanî dest nîşan kir ku ji aliyê MÎT ve hejmarek ji serbazan bê ku hejmara wan zelal bike bi 200 endamên Pêşmerga re civiyan. Li gorî agahiyan serbazên MÎT ê perspektîv dane pêşmergeyan da ku xwe amade bikin ji bo ferzên nû ku dê li ser navend û bargehên Tikriye û li derdora wê werin belav kirin li tevhiya herêma Kurdistanê.

Çavkanî dest nîşan kir ku civîn ji aliyê MÎT ve hatiye lidarxistin ku civîn ji aliyê serbazê MÎT ê bi navê Mihemed Elî ve ku ew serbaz her dem derbasî herêma Kurdistanê dibe de hate birêve birin. Çavkanî amaje bi wê yekê kir ku ev serbaz bi cilên sivîl derbasî herêmê dibe û ev serdanên wî veşartî û dewrî ne.

Derbarê naveroka civînê û dateyên wê de, çavkanî anî ziman ku serbaz Mihemed elî gotiye ku “Bûye dem ku Pêşmerga bi karên xwe rabin” û di nava axaftina xwe de ferz eşkere kir û got “Dê Pêşmergên Roj li derdora bargehên Tikriye li herêma Kurdistanê werin belav kirin”

Her weha dê pêşmergên Roj li ser sînorê di navbera Bakur rojhilatê Sûriye û herêma kurdistanê de werin belav kirin û li ser xeta di navbera başûrê Tikriye û herêma kurdistanê de ku li wan hereman hêzên Partiya PKK bi cih dibin.

Di dawiya axaftina xwe de Serbazê MÎT ê Mihemed elî amaje bi hêzên Pêşmergên Roj kir û got: “Pêşmergeên Roj ji pêşmergên PDK û YNK baştir in”

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku belavbûna hêzên pêşmerga li gorî plana ku MÎT amade kiriye wê di demek kurt de be û di destpêka meha Adarê de be. Ev plana ku hatiye amade kirin ji ber xwepêşandan û redkirina xelkên herêma Kurdistanê ji leşkerên Tikriye re ye û ewê li şûna wan wekî erk Pêşmergê Roj bi cih bibin.

28.02.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً