LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Civînek veşartî di navbera komên Çete û MÎT’ê de

Civînek veşartî di navbera komên Çete û MÎT’ê de

EFRÎN-Serbazên MÎT a Tirk civîn bi koma Lîwa elşemal re li Efrîn lidarxist û di civînê de guhertin di nava komên çete de pêk anî û li ser hin koman fon qut kir.

Piştî têkçûna itîfaqa Asatna û hewildana dewleta Tirk a derxistina gelek koman ji nava Idlibê û rawestandina operasonê gelek kom di bin navê artêşa Niştîmanî de û hin ji wan bi navê xerabiyê û bê exlaqiyê ji herhemên di bin serweriya xwe de derxist û hatin dûxrixstin.

Li gorî çavkaniyên taybet ji nava herêma Efrînê hate zanîn ku rewşa hemû girupên di bin navê artêşa Netewî de ku tenê wekî gotin maye gengeşe û ne razîbûnek mezin heye. Gelek komên radîlkal ku dewleta Tirk wan li Efrînê kom kirine piştî operasyona dagirkirina wî bajarî rastî zextê û êrîşên dewleta Tirk tên ku dixwaze di nav wan guhertinan çêke.

Çavkanî destnîşan kir ku di 27 Sibatê de hejmarek ji serbazên istixbarata Tirk bi Lîwa Elşemal re li navenda wê komê civiyan. Li gorî agahiyan hate zanîn ku dewleta Tirk dê guhertinên bingehîn di nava koman de çêbike û ew jî li gorî civîna dawî ya Asatana ye. Di civînê de dewleta Tirk biryar da ku Siqûr Elşam û Feyleq Elşam di bin navê Mexawîr Elcebel de werin birêxistin kirin û binin yek û ev kom li Kefer cenê werin belav kirin. Lîsteya navan jî hate bidestxistin.

Di civînê de her weha rewşa dayîna fonan ji çetayan re hate nîqaş kirin, di civînê de gelek kom xwestin ku fonê xwe piştî rawestandina sê mehan ji dewleta Tirk bigrin lê serbazên MÎT ew yek qebûl nekirin û hate gotin ku ew nikarin xwedî li hemû koman derkevin taybet ên ku ne li gorî perspektîvên wan tevdiger in. Çavkanî amaje bi wê yekê kir ku biryar hate girtin ku fon ji koma Feyleq elrheman re bi qasî 500 leyreya Tirkî were dayîn û biryra hate girtin ku fonan nedin koma Ceyş elîslam û Elşerqiye ji ber ku ew li gorî dewleta Tirk tevnagerin.

Ev sê mehin ji aliyê dewleta Tirk ve ti alîkarî û destek ji komên çete re nayê dayîn û ew jî ji ber nakokiyên di navbera dewleta Tirk û wan koma ye. Ev di demeke wiha de tê ku di nava mûnezmeyên li Efrîn de ji ber rewşa xizantiya ku tê jiyan kirin dizî tê kirin.

04.03.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً