LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Salek dagirkirinê lê vîna azad her berdewame

Salek dagirkirinê lê vîna azad her berdewame

Di 20`Çileya 2018`an de 72 balafirên şer rabûn ser herêma Efrîn. Herêma Efrîn ku bi rûbara xwe ya ku dighîje 3850 km çargoşe, ji sedî 2 rûbara Sûriyê digre. Piştî rêkeftina herêmên bê çek di navbera Rûsya û Tikriye de li Idlibê, serokerkanê Artêşa Tirkiyê Xilûsî Akar û Serokê istixbarata Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîgan ve bi Serokerkanê artêşa Rûsiya Valêrî Ciyarsemov û wezîrê parastinê yê Rûsiyayê Sêrcî Şêwîxo bi hev re civiyan. Di nava vê civînê de pir ziravî nehatin eşkere kirin, lê bi piratîkirina operesyona li ser herêma Efrîn hin ziravî belî bûn.

Civîna ku di nava Tirkiyê û Rûsya de hate lidarxistin di çerçoveya ku balafirgeha Ebû Dihûr ji rêjîma Sûriyê re were radest kirin ji bilî ku herêmên weke Xûta Rojhilat û Qasiyûn ve bêne valakirin ji komên çete yên ku piştgiriya xwe ji hêla dewleta Tirkiyê ve digre. Ev rêkeftin jî ne yeke nû bû bi taybet ji bo Tirkiyê û Rûsiya, heman rêkeftina ku Heleb li beramberî Babê bû. Bi vê yekê operesyona li ser herêma Efrîn ji dîroka 13`Çileya 2018`an de dest pê kir, di vê demê de tenê gund û navçeyên herêmê bi topan dihatin armanc girtin ji hêla dewleta Tirk ve, heta Rûsya hemû nuqteyên xwe vala kirin û dewleta Tirk tevî 30 hezar komên çete (ASA) êrîşa xwe bi ser herêmê de anîn.

Tirsa herî mezin ji dagirkeran re Jin e

Piştî ku êrîşa dewleta Tirkiyê dest pê kir, gel ji biçûk heta mezin bi şervanan re di xetên pêş de parastina herêma xwe dikirin. Di nava Berxwedana Serdemê ya ku 58 rojan li ber xwe da, destanên berxwedanê û lehengên serdemê derketin pêş, mîna Ş. Avêsta, Ş. Jînda, Ş.Eylem, Ş. Barîn.

Jinên ku di nava Berxwedana Serdemê de cihê xwe girtine ne tenê di aliyê leşkertiyê de derketin pêş, lê bi artêşa xwe ya Yekîneyên Parastina Jin, Hêzên Parastina Cewherî-Jin, dayîk û ciwanan ve hate meşandin. Bi îradeya xurt ev berxwedanî dan pêşiya xwe, ev yek bingeha xwe jî ji dîroka jina kurd de digre. Ji Bêrîtan, Zîlan, Leyla Qasim, Sefiya Xatûn a ku di sala 1231`an de li Minbicê ji gel re herêm kiribû cihê aramiyê û edaletê û heta roja me ya îro ku her serhildanek û raperînek bi serkêşiya jinên kurd têne destpêkirin.

Di çeperên pêş de dema ku dayîk nikarîn çekan rakirn ser milê xwe bi xwarin amadekirin li rex zarokên xwe radiwestiyan, jinên ku ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê jî weke Mertalên Zindî xwe dan pêş û heta kêliya dawî jî li rex şervanan man û bi hev re berxwedanî dimeşandin.

Lê ev yek li gel dijmin û bi taybet dewleta Tirk weke metirsiya herî mezin dihate dîtin bi teybat piştî çalakiya Ş. Avêsta, ji wan re xuya bû ku jina berxwedêr tu carî xwe radestî dijmin nake û eger bi canê xwe be jî wê nameya xwe bighîne hovîtiya rêjîmên desthiladar ku îradeya wan hedef digrin.

Berxwedana Serdemê di qonaxa xwe ya yekemîn de bi sedan destanên lehengiyê nivîsandin ku her şervanek û her dayîkek û her ciwanek bi çi awayî be li ber dijmin ber xwe da û heta dîroka 16`Adara 2018`an ev yek berdewam bû. Dewleta Tirk û çeteyên pê ve girêdayî di nava 16 sa`etan de 800 obîs li navenda bajarê Efrîn barandin, balafirên keşfê û yên şer ji ser navendê ranebûn, di encam de gel hate koçberkirin û berê xwe dan derveyî herêma Efrîn da ku qonaxa duyemîn ji Berxwedana Serdemê dest pê bikin.

Vîna azad misogeriya vegerê ye

Piştî 18`Adara 2018`an herêma Efrîn ji bilî qonaxa duyemîn ya berxwedaniyê derbasî qonaxa dagirkirinê bû. di herêma Efrîn de yekemîn gav hatin avêtin di nava donema dagirkirinê de û heta niha berdewame ku salek di ser re derbas dibe, binçavkirin, talan, revandin, tecewizkirin û hwd ji kiryarên dagirkeriyê bi ser gelê Efrîn de hate kirin û bi zehmet û dijwariyên herî mezin ev sal di ser civaka Efrînî re derbas bû.

Piştî dagirkirina herêma Efrîn ji hêla dewleta Tirk û komên pê ve girêdayî, zîndanên taybet ji bo jinan hatin vekirin, her li ser jinê heqaret û gotinên nexweş di nava bazaran û dîkanan de bikar danîn. Derbasî malan dibûn û jin dibirin bi rojan li gel xwe dihêştin, piştî ku tecawiz kirin bi ser keç û jinan bi kar danîn ber didan. Dema ku behsa vê mijarê bi jinên ku hatin tecewizkirin û hatine binçavkirin re tê kirin, kîn, heqaret û tolhildan di çavên wan de xuya dike.

Heta gihîşt asta ku jinên du canî jî bêne binçavkirin, ew jinên du canî ku hatine binçavkirin, lêdan li ser wan hate bikaranîn. Ev yek jî ne tenê li ser jinan bi awayekî xirab vegerî, lê bi awayekî ne baş bi ser zarokan de jî bandor kir. Her ew zarok weke mirovê ne li ser hişê xwe ye û piskolojiya wan ne bi awayekî sîstametîk bi civatê re dide û distîne.

Jinên ku ji herêma Efrîn koçberî herêmên mîna Şehba bûne, di destpêkê de wek zarokê bê çav li wan hatibû, ne dizanîn ka wê ku ve biçin û çawa ji nû ve jiyana xwe ava bikin. lê piştî demekê ew jin bi ser hişê xwe de hatin û biryara berxwedana qonaxa duyemîn li rex şervanên xwe dîsa dan. Heta niha jî ev yek berdewam dike ku bi vîna jina Azad Berxwedana Serdemê ji qonaxa duyemîn bi serkêşiya jinan bê berdewam kirin ev yek jî di avakirina koma Ş. Avêsta ya di dîroka 07`Adara 2019`an de hate avakirin.

(Strêk Zîlan)

18.03.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً