LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Eniya parastina DAIŞ vê carê ku derê ye?

Eniya parastina DAIŞ vê carê ku derê ye?

EZAZ-Di nava endamên DAIŞ ku di destê hêzên QSD de ne ku hejmara wan dighêje 5 hezarî, gelek endamên DAIŞ bi rêkên cuda û di riya hin hêzan de têne revandin. Herî dawî hate zanîn ku 40 endamên DAIŞ ku piraniya wan Tirk in ji bo Tirkiye hatine revandin.

Di rizgarkirina bêrîka dawî ya rêxistina terorîst a DAIŞ’ê li herêma Baxozê li Dêra zorê ji aliyê hêzên Sûriya Demokratîk QSD û koalsyona navdewletî ve, gelek çeteyan xwe radestî hêzên QSD kirin û ew ji bo cihên taybet ji derveyî yên sivîlan hatin veqetandin û bi cih kirin.

Li gorî agahiyên ku li ser medya civakî têne belav kirin, hate eşkerekirin ku gelek hêz destê wan di revandina endamên DAIŞ de ji Baxozê bi riyên cuda re hebû, di nava wan hêzan de jî ku alîkarbûn bi endamên DAIŞ re dewleta Tirk bû.

Li gorî agahiyên taybet di heftiya dawî ji operasyona tunekirina DAIŞ de, di 9 Adarê de zêdetirî 40 çeteyên DAIŞ yên biyanî derbasî navçeyên di bin serweriya dewleta Tirk li Bakurê Sûriye de bûn. Artêşa Tirk ew ber bi bajarokê Mari ve rêkirin û di riya dergeha El-selame re ew derbasî Tirkiye kirin, piraniya wan jî ji cinsiya Tirkî bûn, ev yek jî di çarçoveya tensîqa di navbera herdu aliyan de bû, ev yek jî hîşt ku guman di nava çeteyên artêşa azad de çêbibe, ji ber ku her grûpeke DAIŞ derbasî aliyê mertalê firatê dibe artêşa Tirk pêşwazî û parastina wan dikin, her wiha endamên artêşa azad du endamên DAIŞ yên biyanî girtin û birin Ezazê lê artêşa Tirk ew jî derbasî Tirkiye kirin.

Li gorî agahiyan hate tesbîtkirin ku ew endamên DAIŞ giştî ajanên dewleta Tirk bûn, û dewleta Tirk bi rêka hin ajanên xwe ku rêkiribûn nava QSD’ê de xwe gihandine wan û ew ji pêgeha DAIŞ ya dawî li Dêre Zor derxistin.

26.03.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً