LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Di desthilata muxaberata rêjîma Sûriye de çi dibe? (1)

Di desthilata muxaberata rêjîma Sûriye de çi dibe? (1)

HESEKÊ-Di ketina kirîza Sûriye ya sala 8 an de, gelek beşên xwendin û perwerdehiyê li Sûriye bi giştî rastî rewşeke derbeyeke exlaqî tê ku ev deyarde ne ji nû de ji dayik bûne lê belê gendeliya di nava rêveberiya rêjîma Sûriye de ji beriya kirîza sala 2011 an de heye lê ew niha ji raya giştî re eşkere dibe, piştî ku rêjîma Sûriye di hewildana veşartina van buyeran de têk çû.

Detsên tarî ku derbasî nava avahiya perwerdehiyê li parêzgeha Hesekê dibin kî ne? Çawa şebekeya xwe li heremê ava kirin? Belge û agahiyên nasnameyên serbazên muxaberata rêjîma Sûriye eşkere dikin ku çawa malên fihuşê birêve dinin û çawa şagirtan ji bo xwe li seranserî derbasbûna salan bikartînin.

Rêjîma Sûriye berê xwe da gelek şêwaz û riyên xerab bi armanca ku mebestên xwe pêk bîne ku her tişt ji bo xwe rewa dît. Di riya muxaberata Rêjîma Sûriye de ku destê wê di hemû beşên leşkerî,aborî û perwerdehiyê de hebû ku herî zêde zirar gihande beşê perwerdehiyê, ku di nava çend salên derbasbûyî de hejmara derxistin û bidestxistina bawernameyên ast bikin derkete pêş. Tişta balkêş di vê yekê de ku çawa ev şagirt dikarîn van pileyan bidest bixin tevî ku di ezmûnên xwe yên navîn û dawî de jî amade nedibûn, ev bû cihê gumanê ku di gelek aliyan de pirs derkevin û ev mijar were lêkolîn kirin.

Di riya lêkolîna ku di derbarê vê mijarê de li çend saziyên perwerdehiyê ji peymangeh û zanîngehan de li bajarê Hesekê hate kirin de, hin agahî derbarê vê rewşa ku niha tê jiyan kirin agahî hatin bidest xistin:

100 Leyreyên Sûriye beramberî bidestxistina madeyekê!

Zanîngeha Firatê ku ev zanîngeh ji aliyê rêjîma Sûriye de tê birêve birin, di riya peywendiyeke taybet bi yek ji şagirtên bajarê Hesekê ku ew bi xwe ji niştecihên Hesekê ye û beşa Hiqûq sala 3 li herêma di bin kontrola rêjîma Sûriye de dixwîne rişweta li wê zanîngê vegot. Jina ciwan a ku navê xwe eşkere nekir (R S) got ku mamosteyên di zanîngeha Firatê de ne xwediyê biryarê ne ku hin serbazên rêjîma Sûriye ku girêdayîn ewlehiya rêjîmê ne (muxaberat) ew rewşa şagirtan birêve dibin ku gelek madeyên wan ji wan re amade dikin. R S diyar kir ku ev yek jî bermberî pereyan tê kirin ku R S tekez kir ku serbazên rêjîmê zanîngehan birêve dibin ne mamoste ne. R S derbarê nerazîbûna mamosteyan ji vê rewşê re ev agahî dan û got ev mijar bi agahdariya rêvberiya zanîngehê çê dibe û ti kes nikare vê rastiyê veşêre, lê belê ew rêveberî nikare ti tiştî bike ji ber ku desthilat di destê ewlehiya rêjîma Sûrî de ye.

R S diyar kir ku madeyên ku di zanîngehan de têne amade kirin ji aliyê serbazên ewlehiya siyasî ye ku ew jî şebekeyeke berfirehe li tevahiya Hesekê û ew di riya tensîqa bi mamosteyan re navê şagirtan rê dikin bermberî ku her şagirt ji bo her madeyê (100,000) bide.

Ji alieykî din de şagirta bi navê R S destnîşan kir ku li ser vê esasê endam û serbazên şaxên ewlekariya rêjîmê hemû kesên nêzî xwe di ezmûnan de biserdixin bê ku di waneyên xwe de an di ezmûnên xwe de amade bibin û di girtina bawernameyan de gelek caran (1,250,000) didin serbazan.

R S di nava axaftinên xwe de bal kişande ser tecrûbeya ku li zanîngeha Firatê pêre derbas bûye û got gelek caran serdana serbazên rêjîmê bi awayekî dewerî ji zanîngehê re çêdibû ku ew bi rêxistina ciwanan a bi navê “Itîhad elwetenî lîltelebe li Sûriye” çê dibû ku ew vexwendî rûniştinekî dikirin û jêre digotin tu dikare li mala xwe be û bawernameyê bigre. Ev mijara ku bala R S kişand û matmayî ma, bersiva xwe ji serbazê bi navê Salih elewad ku berpirsê şaxê leşkertiyê ye li bajarê Qamişlo ye ku jêre got “Bi pereyan her tişt çê dibe”

Tecawiza cinsî û karên bê exlaqî

Di heman mijarê de û lêkolîna ku hatiye kirin, li gorî hin axaftinên hin berpirsên di peymangeha sporê li bajarê Hesekê de bi navê (M A) ku peymangeh rastî gelek buyerên istixlala cinsî der heqê şagirtan de ji hemî pêkhateyan re çêdibe lê herî zêde ji şagirtên kurd re ye. Rêveberiya peymangehê gelek şagirtên kurd û carinan xort jî istixlal kir da ku pileyên wan bilind bikin. Gelek ji mamosteyan jî di hevpeymanên zewacê de jî amade dibûn ku di dema dawî de ev zêde bû.

Di vê çarçoveyê de agahiyên ku hatine bidestxistin gelek buyerên “ji ber xwe birina zarokan” li heremê zêde bûne bidest xist. Ev mijar ji aliyê bijîşkekî ve ku bi xwe ev yek kiriye hate eşkere kirin ku ji ber xeteriyê vê mijarê navê xwe ji me re eşkere nekir. Bijîşik hemaja van buyeran di meha sibat û adarê de parve kir ku gihişte 30 şagirtan û piraniya wan ji zanîngeha Firatê beşê Hiqûq bûn.

Di heman mijarê de mamosteya bi navê (S A) diyar kir ku di pêvajoya sala xwendinê ya 2018-2019 gelek şagirtên ku bibûn du canî zarokên xwe ji ber xwe birin. Derbarê çawaniya vê yekê de mamosteyê got ku ev di riya şebekeya ku ji aliyê serbazên rêjîmê ve pêk tê hate kirin ku girêdayî wan hin bijîşik îmze kiribûn da ku mijar veşartî bimîne û ew raste rast girêdayî ewlekariya siyasî ya Hesekê bûn.

07.04.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً