LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Pêşketinên li Sûriyê û guhertinên dema dawî

Pêşketinên li Sûriyê û guhertinên dema dawî

Di qada kirîza Sûriye de bi dirêjahiya 8 salan de tê zanîn ku mudaxeleya gelek hêzan ji rewşa Sûriye re di her alî de ewlehî,siyasî,leşkerî û aborî de û heta istixbaratî hate dîtin. Di nava welatên navdewletî û heremî de ji Emerîka, Israyîl,Rûsya, Tirkiye û Îran heta niha di vê kirîzê de tiliyên xwe davêjin û her hêz dixwaze kirasê ku dê bidrû bi dawî bike, di nava pêşketinên dawî yên li Sûriye û taybet piştî têkçûna DAIŞ guhertin û pêvajoyek nû bi xwe re tîne.

Siyaseta Emerîka li Sûrî:

Ta niha Emerîka niqaşên xwe derbarê herêma bi ewle de ku dixwaze li bakurê Sûrî ava bike dewam dike, ev yek jî li gor siyaseta wan ya ku eşkere kirine, lê tevî ku hevkarên Emerîka (Dewletên Ewropî) şertên wan ji bo mayîna li Sûrî û avakirina herema bi ewle heye û tevî ku Emerîka bi hêvî nêzî dewletên Ewropî dibe lê ta niha şeklê dawî ji bo vê heremê diyar nebûye. Ji aliyekî din ve Emerîka û Yekîtiya Ewropa sizayên aborî yên nû li rêjîma Sûriyê xistin û ev yek jî zextê li ser rêjîma Esed zêde dike, her weha itrafa Emerîka bi Colanê mesaceke nû ji bo rêjîmê bû û tehdîdek ji têkiliyên di navbera Rêjîma Sûrî û Îranê de ya ku ew bi xwe jî êdî nema dikare piştgirya madî ya rêjîmê bike ji ber sedema cezayên li ser û ji ber sedema ku Rûsiya bûye aliyek sereke ji derxistin û lewazkirina Îran ji Sûriye  û ev bi hevkariyeke Rûsî bi Emerîkî çêdibe, her weha Emerîka civînek berfreh bi Rûsan re li ser mijara tensîqa leşkerî li ser erdê lidarxist, ev yek jî diyar dike ku ti guhertin di siyaseta Emerîka li Sûrî tune ye. Emerîka di mijara herêma bi ewle de dixwaze hevsengiyeke kurdî kurdî li Sûrî û Iraq pêk bîne û ji aliyekî din de dixwaze hevalbendê xwe Tirkî razî bike. Ji aliyê Îranê de rewşa wê ketiye di navbera du aliyan de, Emerîka û Rûsiya de ku li ser erdê hemî milîsên Îran hel dike û Emerîka piştgirya wê dike û bi riya cezayên aborî zexta xwe dewam dike û bi vê gavê him wê tevgera Îran lewaz bike û wê Rêjîma Sûrî jî tengav bike û ev yek stratejiya Emerîka li heremê diyar dike.

Tirkiye nêzî Rûsiya dibe:       

Tirkiyê hewl dide ku di navbera têkiliyên xwe bi Emerîka û Rûsiya re hevsengiyekê ava bike û ev yek li gorî bercewendiyên xwe bê ku yek alî bandor bibe, û wekî ku tê zanîn armanca serke ji bo Tirkiyê ku rê li pêşiya rêveberiyeke kurdî li Sûrî bigre û dibêje ku ev yek ewlekariya wê dike xeteryê de, lewma niha tensîqa xwe bi Rûsan re li Idlib xurt dike û xalên çavdêriyê zêde dike û herêman radest dike li aliyê gundewarê Heleb û Idlib û ev yek bi alîkariya hevalbendên xwe yên Cebhet ElNusra û Huras E lDîn e , her weha itîfaqên nû li dijî sîstema Nato bi Rûsan re pêş dixe û Emerîka û dewletên Ewropî dixe tehrîkê da ku piştgirya Rûsan ji êrîşa li ser bakurê Sûrî wekî ya Efrîn bigre, ji aliyekî din ve têkilî û pêwendiyên bi Emerîka re ji bo herêma bi ewle û nexşereya Minbic û kişandina çekên giran ji destê QSD ê zêde dike taybet piştî ketina hevalbendê Tirkiyê DAIŞ li Sûriyê. Mijara din ku Tirk bikartînin niha piropxanda ragihandinê ye da ku hin mijarên siyasî û piştgirî ji bo hilbjartinan bi dest bixe û taybet di demkê de ku aboriya wê bi paşve çûye, lewma di bûyera Nyozilenda de Erdogan xwest ku ji bo xwe bikarbînin û dest bi daxuyaniyan kir da ku bi binhişe alîgrên xwe bilîze û bandorê bike û ew jî bi navê îslamê, her weha daxuyaniyên Erdogan li dijî Israyîl derbarê mijara Filistîn de heman mijar bû, lê di dawî de wê Tirkiyê di lîstoka Emerîka û Rûsan de binbikeve taybet li Sûrî, ji ber ku nakokiyên Rûsan û Tirkan ji mijara kuştina sefîrê Rûsî û ketina belafira Rûsî li ser sînorê Tirkî û Sûrî tê û nêzîkatiyên herdû aliyan ku niha derdikeve dem kurt e, wekî ku çawa Emerîka, Tikrî bi hin dewriyên li Minbic razî kir, wê Rûsiya jî bixwaze vê yekê bike, di esas de raste ku Emerîka dev ji hevalbenda xwe Tirkî bernade beramberî têkliyên bi kurdan re lê nêzîkatiyên ji Rûsa re , bercewndiyên Emerîka ,parastina Israyîl û zexta li ser îran giringtire ji têkiliyên bi Tirkiyê re taybet di vê demê de.

Nêzîkatiyên Rûsiya û Israyîl û zexta li ser Îran:

Di vê mehê de têkiliyên di navbera Rûsan û Israyîl de xurtir bûn, ev yek jî bi serdana Netinyaho ji Mosko re diyar bû û itîfaqa Rûsiya bi Israyîl re ku fiyozên S300 radestî rêjîma Sûrî neke, ji aliyekî din ve tîmeke Rûsî û Israyîl bi hin dewletan re dê were ava kirin da ku hêzên biyanî ji Sûriye derxin. Ji aliyê xwe de jî Rûsiya rê da Israyîl ku hemî tevgera Îran li Sûrî bişopîne, ji aliyê din ve ta niha Rûsiya milîsan girêdayî xwe li Sûrî perwerde dike û dixwaze wan li ser sînorê di navbera Sûrî û Israyîl, derdora Idlib û Dêra zor belav bike, ev yek jî diyar dike ku stratejiya Rûsiya li Sûrî dewm dike li ser xalên parastina Israyîl, zexta li ser Îran bi tensîqa bi Emerîka re. Ji aliyê hundirîn de Rûsiya zextê li ser Îran dike bi riya avakirina teşkîlatên leşkerî wekî feyleqa 5 an û Lîwa 6 û armanc ji vê yekê lewazkirina kontrola Îranî ye û kontrolkirina tevayî hermên ku stratejî ne, her weha Rûsya hewl dide ku tevayî subayên girêdayî Îran û kesên alîgrên wê di nava rêjîmê de ji erkê wan bixe û wan dûr bixe da ku zext û bandora Îran ya siyasî, leşkerî û aborî li ser rêjîmê kêm bike.

Îran siyaseta xwe li Sûrî û Iraq nûjen dike:

Piştî serdana Serokê Siye Beşar Esed ji Tehran re ya ku xwest mesack siyasî leşkerî bide aliyên heremî û navdewletî, û ji aliyê xwe de Serokê Îran Hesen Rohanî serdana Bexda kir û ev serdan ya yekem bû, piştre serokê erkana artêşa Îran Mihemed Baqirî serdana Dêra zor kir, ev serdanên Îran ji Sûrî û Iraq re di eynî dema sizayên Emerîkî li ser 30 lêkolînerên Îranî yên di xebata çekên nuklerî de bû, her weha di eynî dema ku cezayên aborî û leşkerî li ser Îran zêde dibe îran dixwaze ji nû ve hêza xwe li Iraq zêde bike taybet piştî guhertina hikumetê ji ber ku hebûna îran li Iraq kete nava tehdîdan de, lewma Îran xwest bi serdana Hesen Rohanî ji Iraq re têkliyên xwe xurt bikin û hebûna xwe li Iraq tekez bike. Mijara serdana Baqirî ji Dêra zor re mesacek ji Rûsiya re bû û wateya wê ku hêzên Îranê li ser erdê ne û ewê parastina riya Bexda-Beyrût bikin ji ber ku Iraq û Sûrî riya sereke ji aboriya Îran re ne li heremê û di riya wan re wê Îran bighêje derya Spî.

Gelo zextên navdewletî wê Sûriye ji Îran qut bike an na?

Rêjîma Sûrî ji aliyê hundrîn û derve de nakokiyan jiyan dike, pêşbirka di navbera Rûsiya û Îran de her aliyê Rêjîma Sûriyê kontrol bike ji milê ewlekarî, siyaseta hundrîn û derve de, lewma jî serdana Beşar Esed ji Tehran re tê wateya wê ku rêjîma Sûrî nikare ti biryaran bide û ti desthilatdarî di destê wê de tûne ye û isbata vê yekê jî şer û nakokiyên di navbera alîgrên rêjîmê de ye û rewşa ewlekariya xerab li heremên ku rewşa wan hatina çareserkirine. Her weha sizayên aborî yên Emerîka li ser Sûrî û itîrafa Tramp a bi colanê ku girêdayî Israyîle lewaziya rêjîmê zêde dike, lewam niha rêjîm wekî terzê berê dixwaze kirîza hundrîn derxe ji derve û gotinên wekî ElMuqawme bikarbîne û ya dawî jî êrîşa li ser Emerîka û hêzên QSD’ê û banga wê ji QSD’ê re yan rewşa xwe çareser bike yan jî teslîm bibe. Lewma jî bi van guhertinan wê rêjîm rastî van zextan were da ku helwesta xwe ji hebûna Îran li Sûrî zelal bike û mayîna rêjîmê li kêleka Îran wê zexta Rûsiya, Emerîka û Israyîl li ser zêde bike û ev yek wê dawiya rêjîmê bîne ji ber ku hemî şert û mercên heyî li dijî rêjîmê diskine û heta dewletên erban ku xwestin xwe nêzî wê bikin ji aliyê Emerîka hatin redkirin lewma wê ti kes alî wê qebûl neke.

Rewşa rêxistina DAIŞ:

Piştî bidawîbûna erdnîgariya di destê DAIŞ’ê de li herêma Baxoz li gundewarê Dêra zor, hêzên QSD’ê di destpêka meha Adarê de dest bi operasyona bi dawîkirina DAIŞ kir û xelaskirina sivîl û erdên ku di dest DAIŞ de maye kir, piştî operasyona berfireh hejmarek çeteyên DAIŞ teslîm bûn û gelek ji wan di nav sivîlan de reviyan. Di 23 Adarê de hêzên QSD ê ragihandin ku DAIŞ bi dawî bû û Baxoza ku cihê dawî di dest DAIŞ de bû hate rizgarkirin, lê gelo DAIŞ bi dawî bû ? di rastiya xwe de DAIŞ wekî herem di dest de nema lê wekî fikir û şane heta niha heye. Şêwermendê ewlekariya qewmî ya Emerîka Con Bolton ragihand ku wê tehdîdên DAIŞ dewam bikin û heta niha çeteyên DAIŞ li Iraq û Sûriyê hene û wê pêvajoya şerekî nû li dijî DAIŞ were destpêkirin, ji ber ku wê DAIŞ tektîkên leşkerî nû bimeşîne ji ber ku DAIŞ rêbazê xwefeşartin û belavbûna li heremên wekî çolê dê bikarbîne. Bi vî rêbazî dikare wan hereman têxe bin kontrola xwe de, mijara din ku wê çeteyên wê di nava sivîlan de xwe veşêrin û wê bibin wekî bombeyên ku çalakiyên xwe yên terorî pêk bînin, her weha rêbazê wê yê din jî teqîn û swîqaste.

08.04.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً