LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Di desthilata muxaberata rêjîma Sûriye de çi dibe? (3)

Di desthilata muxaberata rêjîma Sûriye de çi dibe? (3)

HESEKÊ-Çawa Rêjîma Sûriyê di nava xwendekarên zanîngeha Hesekê de madeyên hişbir belav dike? Bi hejmarên mezin şebeke dane avakirin da ku bizanibin ku xwendekar van babetan bi kar tînin û bi çi rêbazî bighîne wan?

Deyardeya madeyên hişbir di nava zanîngehên di bin serweriya Rêjîma Sûriyê de bi awayekî gelemperî belav bûye, hin made ji wan jî hene ku bi qasî ku giran e, hin made hene çiqas giran e, mirov nikarin vexwin.

Di demeke kurt de beşên istixbarata Sûrî di nava xwendekaran de endamên xwe bicih kirin da ku madeyên hişbirê bidin xwendevanan û di nav wan de şebekeyên bazirganiyê ava bikin. Ji bo hin kesan ev mijar bû weke karê sereke, her wiha kêmbûna çavadêriya di nava zanîngehê de rê li ber van şebekeyan vedike.

Endamên ku madeyên hişbirê difiroşin

Yek ji nava xwendevanên Hesekê ku navê xwe diyar nekir ji ber zexta ewlehî ku ji aliyê dewletê ve li tê kirin, ji me re diyar kir ku derbarê 17 kesên girêdayî rêveberiya ewlekariya Siyasî û li ser wan serbendê bi navê Selêm û alîkarê yekemîn bi nasnav Ebû Heyder e. li gor ku çavkanî ji me re da xuyakirin ev endam bi riya şebekeyan di nava xwendevanan de belav dikin, li kêlek vê yekê kesên ku bi wan re di zanîngehê de kar dikin xwedî navên ne baş in.

Girêdayî vê yekê kesên ku di nava xwendekaran de tên naskirin ku bi karê belavkirina madeyên hişbirê radibin navên wiha ketin nava destên me de” Xelîl ElHefiyan, Eyhem ElXelef, Muaz Hemûd, Mehmûd ElHedîdî, Ehmed Sultan, Aye Ilêwî û Mehe ElEbdullah”.

Her wiha hinek ji wan nahetin naskirin, lê ema li gorî çavkaniyên xwendevanan ev kes di nava belavkirina madeyên hişbir di nava xwendekaran de dikin. Ev kirîn û firotin jî bi awayekî pir sirî tê kirin, ji ber ku di bingeh de girêdayî serbendên peyabilind di nava Rêjîma Sûriyê de ne.

Hejmara xwendekarên ku ev made dighîjin wan

Çavkaniyan diyar kirin zêdetirîn fakûlteyên ku di nav de ev kar tê kirin “fakûlteya Aborî, fakûlteya bijîşkî û fakûlteya endeziyarî” ye. Her wiha li gor serjimariya ku derbarê birina madeyên hişbir de hate kirin nêzî 900 xwendekar ji nav fakûlteyên navborî de madeyên hişbir digrin.

Ev serjimarî jî ne temam e jî, ji ber ku hin kes hene ku ditirsin bi xwe biçin bikirin, kesekî weke navbênkar dikin navbera xwe û kesê ku difiroşe. Her wiha li gor agahiyên ku di destê me de ne hejmara herî zêde ku van madeyan dikirin ji keçan ku hejmara wan jî gihîştiye 563 keçên ku weke (îdmanê) bi wan re çêbûye.

Çawaniya gihandina van madeyan destê xwendevanan

Yek ji alîgirên Ewlekariya dewletê yên ku van madeyan dibin û belav dikin bi navê (E H) da zanîn ku ev made bi riya hin kesên taybet û naskirî di nava herêma Hesekê ve têne belavkirin, piraniya van kesan jî ji endamên Ewlekariya Siyasî yan alîgirê Ewlekariya Dewletê ne. Her wiha têkiliyên wan rasetrast bi hêzên Îranî re hene, ev hêz jî erka wan a sereke peydakirina van madeyan ji bo kesên ku belav dikin.

(E H) di berdewamiya axaftinên xwe de belavkirina madeyan bi riya şebekeyên ku ji dehan kesan ve pêk tê eşkere kir. Ev kes bi navê endamên ewlekariyê yan wek xwendevan dikevin nava zanîngehê de, bi wan re jî belgeyên (Itîhad Elwetenî Lîltelebe li Sûriyê) hene. Bi vê riyê derbasî nava zanîngehê dibin û madeyên xwe dighînin kesên pêwendîdar e. Hin xwendevan bi riya navbênkar wan madeyan digrin, ji ber wê bi riya kirîna semîneran tê de bi cih dikin.

Kesên ku li ser van şebekeyan disekinin, kî ne?

Hate xuyakirin ku hejmarek ji serbendên peyabilind di parêzgeha Hesekê de bi awayekî veşartî li ser belavkirina van madeyan radiwestin. Yên ku ji nava wan hatine naskirin ev in” serbendê bi navê Selêm û alîkarê yekemîn bi nasnav Ebû Heyder. Bi xwe Selêm wek berpirsê yekemîn li ser belavkirina van madeyan radiweste, her wiha alîkarê yekemîn Ebû Heyder ku piraniya serdanên wî ji bo fakûlteya Zagonsaziyê ye, li wê derê hevdîtinên xwe bi xwendekaran re dike û di nava xwendekaran de tê naskirin. Li kêleka van jî serbendê bi asta neqîb bi navê Salêh ElEwad berpirsê beşa leşkerkirinê ye, eqîd Ehmed Selîm berpirsê siyasî di ewlekariya siyasî de û eqîd Mehmûd El Hesen berpirsê ewlekariya siyasî û berpirsê beşa lêpirsînê ye.

Madeyên ku têne belavkirin çi ne?

Tramadol: Ev cure ji bo êşên mezin weke êşên hestî, damar û marpiştê tê bikaranîn. Her wiha ji bo êşên ku piştî birînkariyê bi kar tînin. Encama wê tam weke Codeine ye, her wiha li ser mirovan heman encamên Morphine derdikeve.

Alprazolam: Di nava herêmê de bi navê Zulam her wiha di nava cureya Benzodiazepines de cih digre. Li ser pêkanîna kêmawî ya di mejî de bandore dike û dihêle mirov bê hevsengî tev bigere. Ev derman ji bo mirovên ku her ne rihetiyê jiyan dike bi kar tînin. Bandora wê jî ku xew zêde dike, ji ber ku dermanek bi hêz e heta dighîne nerveyên hundirîn.

Captagon: Ev cure ji madeyan hişê mirovan bi awayekî mezin dughere û nahêle pir raze, bi taybet ji bo kesên ku pir radizin vê yekê bi kar tînin. Lê aliyê wê yên nayînî jî hene ku nahêle mirov xwarin bixwe. Her wiha ji bo têkîliyên cinsî bikartînin, lê pir bikaranîna wê bi awayekî neyînî. Her wiha ji bo kesên ku nexweşiya dil û damarên xwînê bi wan re hene tê bikaranîn, ji ber ku tansyona xwînê radike. Lê ema birina wê demek dirêj bi xwe re encamên xirab tîne mîna bihîstin û dîtina tiştên ji mejiyê xwe. Her wiha perçebûyîn di kesayet de bi xwe re tîne. Bi xwe re hestên girî her tim tîne, guman bi kesên nêz ve û dijî nexweşiyan rawestandin lewaz dike. Herî dawî eger pir bê standin dighîne jiyana xwe windakirinê.

10.04.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

أضف تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *