LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li bakur rojhilatê Sûriye rêze çalakî, kî dike?

Li bakur rojhilatê Sûriye rêze çalakî, kî dike?

NAVENDA NÛÇEYAN-Li heremên Bakur û rojhilatê Sûriye ku di nava heremên herî zêde di Sûriye de aramiyek heye jî, lê di nava deman û di hin rewşan de ew herem rastî çalakî û êrîşan tê, di nava êrîşên ku têne kirin de gelek caran nayê zanîn ku kî dike, di nava wê heremê de gelek hêzên ku her yek bi terza xwe tê naskirin tê dîtin.

Li heremên Bakurê Sûriye û rojhilatê wê li gorî agahiyên ku li ser torên civakî têne belav kirin di nava 24 saetên derbasbûyî de gelek çalakî li dijî hêzên QSD û koalsyona navdewletî li çend hereman hate kirin.

Li gorî çavkaniyên heremê di nava 24 saetan de 5 çalakî li heremên Dêra zor, Reqa û Hesekê hatine kirin ku di armanca wan de hêzên QSD û koalsyona navdewletî hebû. Di van çalakiyan de tişta balkêş ku her êrîş bi terzekî cudatir bû û ya balkêştir ku her hêzê bi ser DAIŞ de bir.

Dewleta Tirk bi navê DAIŞ heremê mudaxele dike

Li gorî agahiyên dema dawî ku ji aliyê hêzên ewlekariya hindirîn a herêma Bakur û rojhilatê Sûriye ve hatine dayîn ne tenê DAIŞ li heremê çalakiyan dike. Hate zanîn ku bi navê DAIŞ jî dewleta Tirk li heremê tevdigere û dixwaze vê bi ser DAIŞ de bibe.  Heremên ku ji aliyê dewleta Tirk ve dibin hedef herêma Minbic a Bakur rojhilatê parêzgeha Helebe û Girê spî ye. Di van çalakiyan de şaneyên MÎT Tirk bi rêbazên taybet wekî suqast û êrîşa li ser bendên kontrolê dike ku herî dawî di nava bajarê Minbicê de ji aliyê komeke ku hate girtin êrîşî benda kontrolê ya hêzên QSD hate kirin û bi rêbazê tesfiye kirinê çalakiya xwe pêk anî.

Dewleta Tirk ev çalakiyên xwe piştî têkçûna DAIŞ a li herema Baxozê û dernegmayîna êrîşa li ser Bakur rojhilatê Sûriyê derxistiye asta herî jor.

Rêjîm û Îran jî çalakiyan dikin

Di heman demê de bi eynî rêbazê istixlalkirina rewşa heyî li heremê û ketina gelek şaneyên DAIŞ li heremê, li gorî çavkaniyên taybet hate eşkere kirin ku hêzên Îranê li heremê bi tevgera bi navê Elmiqaweme Elşabiye li heremên wekî Reqa, Hesekê û Şedadê çalakiyan dike, di wan çalakiyan de endam û berpirsên di nava hêzên QSD de têne hedef girtin û ew diyar e bi agahiyên pir deqîq tên kirin.

Duh li herêma Reqa di çalakiya hedef girtina endamên QSD bi guleyan 2 endaman jiyana xwe ji dest da.

Îran û rêjîma Sûriye bi destekî ku daxuyaniyên ne aramiya li heremên Bakur û rojhilatê Sûriye dide diyar e li pişta van çalakiyan e. Rêjîma Sûriye duh cardî daxuyanî da û got pêwîste heremên ku di bin serweriya QSD de ne ji aliyê me de were birêvebirin, ev di demek wiha de tê ku li heremê rêze çalakî li dijî QSD pêk tên.

Îran ji aliyê xwe de dê rê neda ketina koalsyonê bi serkêşiya Emerîka di nava Sûriye de lewra dê di demên pêş de rêze çalakiyên xwe li heremê bi navê Elmiqaweme elşebiye zêdetir bike û ew jî di riya çalakiyên soqast û çalakjiyên taybet de ye. Ev tevger jî hejmarek ji çalakiyan girte ser xwe û bi awayekî fermî ragihand.

10.04.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً