LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li paytexta Sûriye Şam deyardeya buroyên fihuşê?

Li paytexta Sûriye Şam deyardeya buroyên fihuşê?

NAVENDA NÛÇEYAN- Li payetexta Sûriyê Şam tevgerên ne normal di nava heremê de hene û ew bi bê displîn û belavbûna karê exlaqî ku bi destê rêjîma Sûriye û endamên wê yên ewlekariye ve tê kirin.

Li paytexta Sûriye Şam di buroyekê de li herêma Arnûs de karê bê exlaqî di riya kesekî xwedî têkiliyên bi ewlekariya bajar re ye tê kirin ku ev kes vî karî bi riya endamên ewlkariye rêjîma Sûriye rewa dike û xwedî şebekeyek taybet e ji ber ku di destê wî de nasname jî heye, ev şebeke di riyên cuda de keçan derbasî wê buroyê dikin û ew mecbûrî karê bê exlaqî û cinsî dikin.

Li gorî daneyên ku ji nava wê paytextê di riya çavkaniyên pê bawer hatine girtin, ev mendûb an jî şebkeyên ku têkiliyan wan bi xwediyê buroyê re heye di riya peywendiyên telîfonî de lihev dikin ku hin keçan peyda bikin da ku kiryarên cinsî bi wan re bikin û ew jî beramberî 20 hezar leyreya Sûrî ye.

Çavkanî amaje bi wê yekê kir ku di dema dawî de ev deyarde li heremên di bin serweriya rêjîma Sûriye de zêde bûye, ku di riya berpirsên rêjîma Sûrî de ev kar tê kirin bê ku werin hesab kirin ji ber ku ti kes nikare giliyên xwe bikin. Ev şebekeya ku di riya ewlekariya endamên rêjîma Sûriye de hatiye birêxistin kirin bi hejmarek ji jinan re kar dikin û ew di riyên cuda de keçan beramberî pereyan dixin û ji bo wan endaman bikartînin.

Ev jin keçan ji dibistan, zanîngeh û cihên qursên xwendinê digirin beramberî behaneyên cuda de û dema ku wan derbasî buroya li Arnûs di bin qebwa avahiyê de dikin 20 hezar leyre ji aliyê wan ednaman ve tê dayîn ku 10 hezar radestî jina ku ev keç anîne tê kirin.

Hate destnîaşan kirin ku bazirganiya cinsî an jî karê fihuşê bi awayekî bê ser û ber di nava civaka Sûriye de li heremên Laziqyê, Tertûs û Şamê belav bûye bê ku ti kes hesaba wê bide ku di nava dadgehan de bi hezaran dozên bi vî awayî hene. Herî dawî di adara 2018 an de li parêzgeha Laziqiyê ku bi taybetiya rêjîma Sûriye ya ewlekarî ve tê naskirin ji aliyê endamên wê yên ewlekariyê ve 165 rewşên keçên du canî ku zarokên xwe ji ber xwe birine hate qeyd kirin.

14.04.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً