LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Efrîn di riya malên taybet de têkçûna exlaqî..

Li Efrîn di riya malên taybet de têkçûna exlaqî..

EFRÎN- Di berdewamiya kiryarên ku li ser sivîlên Efrîn têne kirin, êdî herêm veguheriye qada karê bê exlaqî ku di encama van buyeran de hejmara kuştinê û bê aramiya li herêmê derketiye asta jor.

Herêma Efrîn ku ji aliyê dewleta Tirk û komên bi ser ve yên bi navê artêşa Netewî di 18 adara 2018 an de hate dagir kirin, tevî hemû kiryarên kuştin, revandin û işkenceya li ser sivîlan, ev têrê nekir di nava Efrîn de, li gorî agahiyên ji çavkaniyê bi navê (E R) şebekeyên karê bê exlaqî hatine ava kirin ku êdî ev mal eşkere di nava Efrîn de belav bûne.

Malên bê exlaqî li Efrîn?

Derbarê karê bê exlaqî li nava herêma Efrîn de, çavkaniyê ji nava Efrîn bi navê (E R) ji me re eşkere kir ku ji dema ketina komên çekdar tevî leşkerên dewleta Tirk zêdetirî 150 jin hatine revandin û ew piştî revandina ji demekê fidye li ser wan xwestine. Çavkanî derbarê karê bê exlaqî di nava Efrîn de ev agahî dan:

Li Navenda polîsan a Efrînê navçeya Racoyê maleke karê bê exlaqî ku wekî şebekeyekê kar dike ji aliyê çekdarê bi navê Farûq elmehamîd ku girêdayî koma Sultan murad e û di riya jina bi navê Rûla izeldîn de tê birêvebirin.

Di heman demê de li navçeya Şiyê maleke bê exlaqiyê di bin banê leşkerên dewleta Tirk de hatiye vekirin ku 3 keçên ji Idlibê tê de hene û ew jî di riya tensîqa bi koma Sultan murad re pêk tê. Ji leşkerên dewleta Tirk Doran ku di riya pereyan û diyar dayîn de rê vekir ku malên bê exlaqiyê li Efrînê werin vekirin

Maleke din a karê bê exlaqiyê li Cindirêsê di bi banê firqeya Elhemzat de hatiye vekirin. Kesê bi navê Ebû ebdo elboşî li ser disekine.

Ji aliyê koma Lîwa elumtesim li Meydankê di malekê de ku dayik û keçên wê tê de ne, karê bê exlaqî tê kirin.

Li taxa Mehmûdiyê mala karê bê exlaqî di bin banê koma 23 an de heye.

Ji ber têkçûna exlaqî xwe kuşt!

Çavkaniyê bi navê E R buyera ku di 10 Nîsanê de li navenda Efrîn de rû daye ji me re eşkere kir. Kesê bi navê Mehmûd elelî ji ber ku nikarî rewşa ku tê jiyan kirin ku karê bê exlaqî li ser jina wî ya bi navê Selama dihate kirin tehemûl bike, û ji ber ku jina wî rojê di nava her du saetan de carekê dihate tecewiz kirin dawî li jiyana xwe anî.

Çavkanî diyar kir û got ”Jin bûne alaveke cinsî di destê komên çekdar de. Di 1 Nûsanê de koma bi navê Şuheda elşerqiye bi ser malekê de girtin û jinek ji malê birin, ew jin piştî du saetan vegerandin malê, lê ji ber ku jin ditirsiya ji hevjînê xwe re negot ku ew ji aliyê çetan ve hatiye tecewiz kirin. Lê êdî çete fêr bibûn her du saetan dihatin ew jin ji malê dibirin û karê bê exlaqî bi wê mecbûr dikirin. Piştî ku ew jin bi dehan caran hate tecewiz kirin ji hevjînê xwe re got ev çete min dibin û karê bê exlaqî bi min dikin. Ji ber ku hevjînê wê nikare tiştekî bike û li hember vê yekê bisekine û nikarî vê yekê tehmûl û qebûl bike dawî li jiyana xwe anî.”

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ev ne cara yekê li navenda Efrîn buyerên kuştinê ji ber pskolojiya xerab a di nava heremê de rû didin.

18.04.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً