LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Şaneyên DAIŞ’ê ligel hemû gefên xwe ber bi dawiyê ve diçe

Şaneyên DAIŞ’ê ligel hemû gefên xwe ber bi dawiyê ve diçe

DÊRA ZOR – Ev çend rojin hejmarek ji komên bajarê Dêra Zorê ku di 23’ê adarê de ji aliyê QSD’ê ve ew herêm hatibûn rizgarkirin, ji ber gefa kuştinê ya ji aliyê şaneyên DAIŞ’ê ve li ser malbatan tên kirin bi neçarî li dijî QSD’ê derdikevin xwepêşandanan. 

Hat ragihandin ku komek ji xelkên bajarê Dêra Zorê ya ku di 23’ê adarê ve ji aliyê Hêzên Suriye Demokratîk (QSD) ve hatibû rizgarkirin, di 25’ê Nîsanê û 27’ê nîsanê de du car bi hinceta şermezarkirina biryara QSD’ê ya ji bo kontrolkirina petrolê ya ji heremê derdikeve, xwepêşandan lidarxistin e. 

QSD biryarên kontrola petrolê daye

Di berdewamiya cureyên xwepêşandanên li gundewarê rojhilat û bakurê Dêra zorê de nûçegihanê me derbasî nava heremê bû û ragihand ku ev çend roj in bê navber ji aliyê hin koman ve ku ser rûyê wan girtî ne û qebûl nakin biaxivin, wek şaneyên DAIŞ’ê hatin naskirin û gefa kuştinê li malbatan dixwûn û ji bo li dijî biryara QSD’ê ya kontrolkirina petrolê ya ji herêmê derdikevin bi zorê xwepêşandan bi wan didin lidarxistin.

Nûçegihanê me ku di tevlîheviya vê sibehê de li bajarokê Elazbe li gundewarê bakurê Dêra Zorê de amade bû got ku daxwaza kesên ku derketine ew e ku bikaranîna bîrên petrolê yên li wê heremê ji wan re were serbest kirin. Nûçegihan ragihand ku ev gefa şaneyên DAIŞ’ê ya li ser malbatan û bi zorê derxistina xwepêşandanan, armanc ew e ku ev tevlîhevî û girtina riyan piştî biryara QSD’ê ya kontrolkirina bîrên petrolê û hin yasayan hatine. Hat destnîşankirin ku piştî di nava wê heremî de bi awayekî ne normal petrol dihate dizîn û ber bi heremên rejîma Sûriye û her wiha ji çeteyên DAIŞ’ê re dihatin şandin. 

Şaneyên DAIŞ’ê zextê dikin

Piştî 23’ê adarê de ji aliyê QSD’ê ve têkçûyîna çeteyên terorîst a DAIŞ’ê hat îlan kirin, gelek operasyonên taybet ji bo paqijkirina şaneyên razayî yên DAIŞ’ê ya di heremê de lidarxistin, berdewam dike. Lê li gor hin şervanên QSD’ê hin şaneyên razayî yên DAIŞ’ê di heremê de mane û ji bo wan biparêzin gefa kûştinê li hin malbatan dikin.  Şervanan anîn ziman ku ji bo zirarê negihije malbatan ew çalakî û operasyonên xwe bi baldarî pêk tînin. 

Kesekê bi navê C.X, ku ji bajarê El Hisên e, aşkere kir ku çeteyên DAIŞ’ê dixwaze şaneyan birêxistin bike li heremê di riya petrola li heremê û zexta li xwediyên petrolê pereyan digire.

Nûçegihanê me da zanîn ku di dema dawî de, hêzên QSD li gorî daxwaza hin berpirsên eşîreyên heremê deriyê istîsmara petrolê li ber xelkê herêma Dêra zorê vekirin beramberî itîfaqeke di navbera herdu aliyan de. Dema ku kesên wan bîrên petrolê bikartînin û danustandinên bazirganî ji dervey heremê dikin rastî gef û tehdîdên endamên DAIŞ tên taybet li heremên rojhilatê Dêra zorê ku şaneyên DAIŞ gef li xelkê heremê xwaribûn ku zeviyên di bin destê wan de bişewitîne eger baceyên rojane radestî wan nekin. Li zeviyê Elsîcan li gundewarê Dêra zorê kesê ku petrol istîsmar dike di 20 nîsanê de rastî hejmarek ji şaneyên DAIŞ tê ku ew tehdîd kirin ku eger rojane 1000 dolar radestî wan neke, ewê bîra petrolê bişewtnin.

Nûçegihanê me ev buyer pişt rast kirin û diyar kir ku ev dibe sedema tevlîheviya li heremê da ku DAIŞ bikaribe di warê madî de ji bo çalakiyên teqînan van pereyan bikarbîne.

Xalid cewad

28.04.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً