LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Jinên Êzîdî û pêvajoya di nava DAIŞ de

Jinên Êzîdî û pêvajoya di nava DAIŞ de

Di Tebaxa 2014 an de Jinên Êzîdî di fîlmeke sînema de derbas bûn ku ew film ji bo wan bû kabûs û heta niha di nava destê wan ê westiyayî de, di nava çavên wan ên tirsiyayî de û di nava gotinên wan ên lerzokî de derdikeve.

Ji baweriya bi Zerdeşt ber bi cîhada bi navê islamê û di warê cinsî de xizmeta DAIŞ’yan bi hezaran jinên DAIŞ ji Şengal û Mûsilê hatin revandin. Dîroka ku ev 6 sal li ser derbas bûye, jinên Êîzdî hêjî winda, bê nasname û şop in. Ji 2014 an de û heta 2019 an de jinên Êzîdî çi hate serê wan û çîrokên ku vedbêjin emê bibînin.

DAIŞ 3 Hezar Êzîdî revandin û bi navê ‘Sebî’ ji xwe re helal kirin

Di herdu welatên sînorî ên Sûriye û Iraqê de ku belavbûneke ya bi qasî ji sedî 80 ya DAIŞ tê de hate dîtin hejmara jinên DAIŞ ên ku hatin revandin li Iraqê gihişte 3 hezarî ku ew jin ji Mûsil û Şengalê bûn.

Di dîmenên ku derdiketin de hate dîtin ku laşên jinên Êzîdî ji aliyê çeteyên DAIŞ ve hatiye parçe kirin, tenê binpêkirin ne ev bû, lê belê li gorî lêkloînên ku li ser wan cisetan hatiye kirin, ew jin rastî kiryarên hovane hatine piştî hewildana destdirêjiya li ser wan û ew hatine tecawiz kirin.

DAIŞ xwest dîroka gelê Êzîdî ya vedgere 6 hezar sal xera bike û ew ji xwe li pêşiya çavên wan de kir. Lê DAIŞ bi xwe jî dîrokekê ji nû de dinvîse û ew jî di riya gorên komî yên di nava wan heremên ku dagirkiriye de tê. Dema behsa komên gorî tê kirin, gundê Koco ku di nava 4 gundên din de 5 gorên komî tê de hate dîtin, tê bîra mirov.

Firotina jinên Êzîdî

DAIŞ piştî revandina hejmareke zêde ya ji jinên Êzîdî destpêkê wan ji bo bazarê da bikaranîn û ew di bazaran de firotin û ji nava çîrokên ku hatine jiyan kirin, jinên Êzîdî li bazara Elnixasa ku dîroka wê vedgere serdemên cahilyetê de ku jin di aliyê cinsî de têne bikaranîn, ji nava vê kiryara ku li hemberî jinan tê kirin de gelek buyerên xwekuştinê û intîharê di nava jinan de çêbûn ku gelek ji wan ji ber vê rêbazê û işkenceya ku li wan hate kirin xwe kuştin û hin ji wan reviyan.

Gelek jinên Êzîdî ku karîbûn xwe ji nava DAIŞ xelas bikin, karîbûn tişta ku jiyan kirine bînin ziman û dengê xwe piştî bandoreke pskolojî bighînin her deverê.

Keçe bi navê Şikriya (14 salî) ji aliyê DAIŞ ve hate sebî kirin û tecawiz kirin. Şikriya dibêje, DAIŞ derbasî gundê me yê Koco bû û tevî xuşik û dayik û bavê min birin Mûsilê û ji wê deverê ez û gelek keçên din birin avahiyekê li Sûriyê û di nava wê avahiyê de em di bazar û nirxên cuda li ser serçeteyan belav kirin. Keça Êzîdî di berdewamiya axaftina xwe de got ez ji şensê çeteyekî Tacakîstanî ketim û piştî çend rojan ez firotim çeteyekî Tirkî bi navê Ebû Decan û ev kes min bire Reqayê ku min 45 rojan xiste zindanê û rojane tecawiz li min dikir û tevî vê yekê wêneyên ji min re digirt da ku min bi wan lewaz bike. Keça bi navê Şikriya di berdewamiya bazarên ku li ser wê de got ku Ebû Decan wêneyê wê ji kesekî Sûadî re bi navê Ebû firqan re şand û li ser wê bazar kir û firot. Ebû firqan piştî derbasbûna 42 rojan ew firote çeteyekî bi navê eldişamî ku rojane ew tecawiz dikir û zilm lê dikir û piştî derbasbûna 27 rojan ew firote kesekî bi navê ebû Hemze ku bi xwe Iraqî ye. Keça Êzîdî ku firsend dît ku ji vî çeteyî bireve ber bi kolanan ve birêket û rastî jinekê hat ku alîkarî jê xwest, lê ew jin ji ber ku DAIŞ’î bû jêre got ku tu Kafir e û ew derbasî malê kir û lêdan lê kir, dema ku hevjînê wê tê, yê bi navê Ebû ebdilmelik bi xertûmê lê dide heta ku xwîn jê tê, Ebû ebdilmelik dixwest ku wê bifroşe lê kesekî qebûl nekir lewra bi erêkirina hevjîna xwe tecawiz li keça Êzîdî ya bi navê Şikriya kir.

Fitweyên firotina Êzîdiyan?

Kesê Sûadî yê oldar ê bi navê Şêx Salih elfozan mesar di çivîka li ser Twittera xwe de got ku yê dibêje Sebî gunehe cahil e û kafir e. Ev şêx ji mezinên oldarên kendava Erebî ye, di nava postên xwe de û di riya dengê wê yê ku hatiye belav kirin de got ku Sebî an jî helakirina jinan di kîtaba pîroz de hatiye helal kirin û got nabe ev yek were rakirin ji ber ku hukmê quranê ye.

Ji aliyekî din de şêxê selfî yê Urdinî bi navê Yasir elaclûnî ku di sala 2003 an de bi sebîkirina jinan bang kir û tê de kiryarên cinsî helal kir û ev bi fitwên şerî’a îzahet kir. Di nava axaftinên xwe de mesac da ku hemû çeteyên ku cîhadê dikin dikarin jinan ji bo xwe bikarbînin.

Ji aliyê xwe de çeteyên DAIŞ’ê di riya rojnameya xwe ya fermî bi navê Dabiq de, Sebîkirina jinên Êzîdî bi belge û kîtabên ku li gorî xwe tewcîh kirine diyar kir, tê de çima jinan dibin şîrove kir û di bin sernivîsa “Ji nû de vegerandina koletiyê (elreq) beriya derbasbûna saetê”, tê de rêxistina terorîst bi zimanê latînî lêkolîn amade kiriye da ku bike rastî û bibe cihê baweriyê lewra eşkere dike ku nabe kêmnetewa Êzîdî bimîne ji ber ku pêxenber Mihemed ferza girtina ola islamê daye û li ser vê esasê dibêje ku ne tiştekî xwezayî ye ku Êzîdî li deşta Nînewa, Iraq û Şamê belav bibin, li gorî ferza mihemed a sala 1400 berê. Tê de dibêjin ku Êzîdî îbadetê ji Şeytan re dikin û ew jî li gorî çand û terzê wan yê jiyanê ye.

Tekezî li ser vê kiryarê li ser zimanê Ebû mihemed eladnanî berdevkê fermî yê rêxistina Dewleta Îslamê de hat ku got emê Roma jî dagir bikin û wê jin werin sebî kirin. Gelek şîrovekaran li ser vê daxuyaniyê gotin ku dê ev bibe yasayeke fermî di nava DAIŞ de.

Rêxistina DAIŞ bazarê li ser jinên Êzîdî dikin

Di dîmeneke ku wekî belegle li ser torên civakî hate bidestxistin tê de gelek çeteyên DAIŞ ku li bendeya belavbûna jinan li ser wan e, eşkere dike. Di wê dîmenê de çeteyên DAIŞ ji hev dipirsin ku kî dixwaze û dê kî jina xwe bifroşe. Tişta ku deng di wê dîmenê de veda ew bû şêwaz û islûbê wan çeteyan bû ku bê rêzî û bê mirovahî li wan jinan dikir in. Çeteyek di dîmenê de dibêje “Ka wê kî jinekê diyarî bide min” . Niştecihên heremî li parêzgeha Nînewa eşkere kirin ku bazara jinên Êzîdî diyar e ku ew taybet li bazareke taybet de têne firotin û nirxê wan jî li gorî rengê çav û xweşikbûnê tê ji 200 hezar dînar an jî 170 dolarî ye.

Di vê dîmenê de bazar tê kirin: (http://vid.alarabiya.net/2014/11/02/sell_021114/sabya-011114.mp4)

Jinên Êzîdî jêdera aboriya rêxistina DAIŞ bû

Di riya lêkolînên ku hatine kirin de hate zanîn ku ji dema çeteyên DAIŞ dest bi revandina jinên Êzîdî kirin, ew jin bûne jêderên aborî ji ber ku têne firotin beramberî her tiştî wekî nirxeke bazarî. Di lêkolîna rojnamevanê kenala BBC Murad şîşanî ku tê de tekez dike ku ji ber windahiyên ku DAIŞ di dema dawî de jiyan kiribû de bi şêwazekî bazirganiyê ew jin hatine bikaranîn da ku jêdera sûdê ji xwe re qezenc bike. Di raporê de tê gotin ku jinên Êzîdî wekî amûreke ya bi nrix e wekî zêr û pereyan da ku bibe sûd ji çeteyan re.

Alî Îso ku çalakvanê mafê mirova ye dibêje ku têkiliyên wî bi emîrekî DAIŞ re heye ku beramberî wan jinan berdin pereyan dixwazin û ew bi vê riyê gelek jin ji nava DAIŞ xelas kirine. Ji aliyek di de hin çalakvanên ku jinên Êzîdî rizgar kirine dibêjin ku rêxistina terorîst miqdara pereyan bi qasî 7 hezar dolar heta 15 hezar dolar diyar dike.

Rapora BBC: (http://www.bbc.com/arabic/media-40812474)

Di nava DAIŞ’yên ku hatine girtin de jî çeteyê bi navê Mihemed ehmed bû, li pêşiya dadgeha Iraqî îtîraf kir ku wî tecawiz li 4 jinên Êzîdî kiriye. Çete Mihemed ku temenê wî 40 sale got wî jinên Êzîdî wekî beşek ji fonê xwe digirt.

Li hemberî ferza Sebîkirin û tecawizê çi bû?

Jinên Êzîdî ne wekî ku diyar dibe bê zar bûn û ew ferz qebûl kirin lê belê ji vê zêdetir xerabitr serhildan û xelasî ji xwe re dipejiranidn. Li gorî agahiyên ku hatine kom kirin tevî hejmarek tekez a revandina jinên Êzîdî tune ye lê piraniya çavkaniyan dibêjin ku ji Sûriye 3000 jin bi temenên cuda di nava pencên DAIŞ de ne û ew jin ji heremên Reqa û Dêra zorê ne, di nava vê hejmarê de yên ku temenê wan jêrî 13 jî heye ku zarok jî di encama tecawizê de ji wan re çêbûne heye.

Jinên ku hatine revandin ne bê çare bûn ku ji vê qederê re serî bitewînin, lê ev jin ji ber ku tu mûnezeme û hêz ew cidî negirtin berê xwe dan çareyên dawî û ew jî xwe kuştine. Ji nava jinên ku hatine revandin hejmarek karîbûn derkevin ji nava pencên DAIŞ lê pir kême beramberî hejmara ku hatiye revandin.

Reva ji nava DAIŞ ne xelasiya herî dawî ye lê belê di mînaka keça bi navê Lemya (19 salî) de ku ew jî Êzîdiye, ev keç hewil da xwe xelas bike û rêyek peyda kir lê belê teqemeniyek bin erd rastî wê hat û çavê wê tê de çû, lê Lemya dibêje her çiqas çavên min çûne jî, lê ez azad bûme.

Di heremên ku herî dawî ji DAIŞ hatine paqij kirin, wekî Şengal û Beşîqa li Iraqê heta heremên li Sûriye serjimêrên ku derdikevin diyar dikin ku 24 gorên komî heta niha hatine dîtin û mezintriîn jî li Koco bû ku li wî gundî 700 mêr hatin qetil kirin û 800 jin û zarok hatin sebî kirin.

Li gorî agahiyên herî dawî ku ji aliyê ajansa Sputnik a Rûsî ve di reportaca bi buroya rizgarkirina kesên hatine revdanidn de hate eşekre kirin ku ji destpêka ketina DAIŞ sala 2014 an de karûbûn 3425 êzîdiyan rizgar bikin, di nav wan de piranî jin û zarokin.

Ev rêya dawîyê ji jinên Êzîdî re, li gorî agahiyên taybet ji çavkaniyên ji nava mala Êzîdiyan gelek jinên ku ji DAIŞ têne xelas kirin, nikarin jiyana xwe ya berê jiyan bikin, ji ber ku ew rastî ne qebûlkirinê tên, Êzîdî bi çanda xwe û kevneşopên xwe tên naskirin, lewra ew jin têne red kirin û sedema mezin jî ewe ku hemû bi zarok in û ew zarok jî zarokên DAIŞ’î ne ku bi tecawizê çêbûne.

01.05.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً