LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li herêma Dêra zor avakirina koman tê kirin

Li herêma Dêra zor avakirina koman tê kirin

DÊRA ZOR-Planeke ya hêzên Îranê li herêma Dêra zorê aşkere dibe ku dê serweriya xwe bi awayekî ne yekser li ser herêma rojhilatê Dêra zorê bikin. Ev yek piştî daxuyaniyên hêzên Amerîkî ya berdewamiya hebûna xwe ya Ii Sûriye û avakrina wê ji binkeyên xwe yên leşkerî re tê.

Çavkaniyekî ku nêzî rêjîma Sûriye ye, planeke ya rêjîma BAAS li Dêra zorê aşkere kir ku ji niha de ji aliyê wan hêzan de amadekariya wê tê kirin. Çavkanî aşkere kir ku bi perspektîvên hêzên Îranê yên bi navê milîsên Heres elsewrî elîranî li herêma Dêra zor a di bin serweriya hêzên QSD de planeke ya derxistina tevlîheviyê heye ku di herêmê de rewşeke ne aram derxin û di nava gund û bajarokên herêma rojhilatê Dêra zor de serhildaneke sivîl derxin pêş ku ew bibin xwepêşandan li dijî hêzên QSD da ku serweriyê li ser wê heremê bike.

Çavkaniyê ku ji ber sedemên ewlekarî nikarîbû navê xwe aşkere bike dest nîşan kir ku di dema dawî de li herêma rojhilatê Dêra zorê civînên veşartî bi hin koman re hatin lidarxistin ku ew civîn di riya hin hêzên Îranê yên li heremê bûn û di nava wê civînê de hêzên Îranê planeke ya derxistina kirîzê di heremê de pêşkêş kir û ew taybet wekî bersivdayîna li hember daxuyaniya Amerîka ya mayîna li Sûriye ye.

Çavkanî amaje bi wê yekê kir ku hêzên Îranê soz dane hin komên eşîreya Begara ku hemû aliyên rêveberiya heremê têxe destê wê de eger hêzên QSD ji wan hereman derketin û diyar kir ku ev plan di warê leşkerî û siyasî de dê pêk were ji ber ku rêveberiya sivîl a li wan hereman dê hemû ji eşîra Begara û eşîrên alîgirên wê be.

Di demeke ku kesekî nêzî Îran ji herema rojhilat hatiye winda kirin ê bi navê Newaf raxib elbeşîr. Agahî derbarê vê mijarê de ji hin kesayetên berpirs ên di nava eşîreyan de amaje bi wê yekê kirin ku amadekarî ji aliyê Îran ve heye ku Newaf raxib elbeşîr serweriya herêma rojhilatê wê deverê bike.

Plana ku hatiye amade kirin dê derstpêkê bi awayekî kirîza di nava heremê de be û piştre dê xwepêşandan û derxistina çekan û gule bi ser sivîlan de avêtin li heremên wekî Zîban, Şihêl, Bisêra, Elşenan û cedîd agêdad de be. Ev dê wekî silsîle dê bimeşe û ya balkêş jî ewe ku dê hêzên di nava QSD de guleyan berdin.

Yek ji mijara plana wê jî ewe ku di xwepêşandanan de ala Amerîka were bilind kirin û ew jî bi armanca ku ji hêzên hevpeymanê re xwe wekî hêzeke sivîl bi aramî xwepêşandan dikin derxin pêş da ku xwe wekî alternatîf li heremê derxin.

05.05.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً