LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Rûsya, Til Rifat jî dixe bazarê !

Rûsya, Til Rifat jî dixe bazarê !

HELEB- Çavkaniyên pê bawer ji bajarê Til Rifatê, dane xuya kirin ku lihevkirineke di navbera hêzên Rûsî û hêzên Tirkiyê de heye û tê de valakirina bajarê Til Rifat ji xelkên wê û berê wan dayîna herêmên bakur û rojhilatî Sûrî tê plan kirin.

Piştî hin civînên ku li bajarê Efrîn û Izaz li bakur rojavayê gundewarê bajarê Helebê hatine lidarxistin, tê de Rûsya bajarê Til Rifat radestî dagirkeriya Tirkî dike û ev yek jî di riya rê jêre vekirine ku wê heremê top baran bike. Çavkaniyên leşkerî ji bajarê Til Rifatê dane zanîn ku li hev kirin heye di navbera hêzên Rûsî û hêzên Tirkî ku hêzên Rûsî nebin asteng li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkî li gundewrê bakurî Helebê û welatiyên bajar û penaberên Efrîn ji bajarê Til Rifat derxin.

Çavkanî aşkere kir ku ev li hev kirin tê kirin di dema ku hêzên rêjîma Bais û hêzên Rûsî amadekariya êrîşeke leşkerî li ser bajarê Idlibê dikin, ku di van kêliyan de herêmên gundewarên Idilb û Hema bi taybet li ser herêma (Sehil ElXab) koçberiyak zêde çêbû ku gihişte (50,000) kesî ji ber topbarankirina hêzên Rûs û hêzên rêjîma Sûriye.

Ji aliyekî din ve çavkanî bal kişande ser lihevkirina di navbera Rûs û dewleta Tirk de, ku du xalên wê yên sereke hene, ya yekemîn tevlîhevî û tirs were belav kirin li Til Rifat bi armanca valakirina wê ji xelkên wê bi giştî. Ya din jî derbeyekî li hêzên Îranî bixin li herêmên (Nubil û El Zehra) yên ku di dema dewî de êrîşî hêzên Tirkiye pêk anîbû û ev tê di nava lihevkirinên hatine kirin di navbera; Rûsya û Israîl de.

Çavkanî got ku êrîşa ku ji aliyê Feyleqê sêyemîn (el Cebhe el şamiye) hat pêk anîn, beyî ku komên din werin agahdar kirin ku oprasyonek li ser Til Rifat tê amade kirin, û ev yek bû sedem ku gelek windahî di nava hêzên ku êrîş kirin de çê bibe û hin subayên dagirkeriya Tirkan jî di encama wê êrîşê de hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ku ji herêma Til Rifatê hatine parve kirin di encama duh a êrîşa dewleta Tirk bu komên ên çete li ser herdu gundên Maranaz û Malkiye de dema ku hêzên rêjîma Sûriye li gorî perspektîvan xwe ji heremê dikşînin, hêzên Rizgariya Efrînê HRE bersiva komên çete didin ku di encamê de di nava refên dewleta Tirk û komên çete de 40 kuştî û 30 birîndar çêdibin ku dibe encama ew çete bi paşve vegerin.

05.05.2019

Rojev24

 

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً