LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Rêjîma El Esed û polîtîka guhertina nasnameya Eşîreyan

Rêjîma El Esed û polîtîka guhertina nasnameya Eşîreyan

Rêjîma Bais piştî têkçûna wê ya di warê eskerî de li gelek heremên Sûriye bi rêbazên cuda dest avêt eşîreyên heremê û xwest heta dawiyê ew eşîre bi wê ve werin girêdan ew jî di riya civîn, hevdîtin, bang û destekdayîna wan eşîreyan bû. Rêjîma Sûriye dest bi mudaxeleya sîstema Eşîreyan bi serokatiya Haviz elesd kir û kar li ser parçekirin û belavbûna Eşîreyan kir û ew jî di riya eşîreyek li ser ya din derxistina pêş bû ku di nava kesên eşîreyê de nakokiyan derxe û ew bi hev têkevin nava gumanan. Her weha xistina nakokiyan di navbera wan de û erkdarkirina hin şêxên eşîreyan li gorî daxwazên xwe yên siyasî û li gorî tewcîhên ku rêjîma Sûriye biparêzin ku li gorî wê tevbigerin.

Li gorî agahiyên ku ji nava çavkaniyên ji berpirsên rêjîm Sûriye yên veqetiyayî bê ku navê xwe eşkere bike dest nîşan kir ku rêjîma Sûriye sîstema eşîreyan wekî sîstemeke paşketî ku ew wekî kevirekî li pêşiya pêşketin û siyaseta nûjen dinirxîne lewra gelek şêwazan bikartîne ku wan eşîreyan têxe bin serweriya xwe de û ew jî bi şêwazên wekî pere û ew bi çek kirin her weha alîkariyên madî pêşkêş kirin. Rêjîma Sûriye di heman demê de gelek poltîtka li ser eşîreyan pêk aniye wekî ku gelek erdên wan ji wan girtiye û ew jî di bin navê “Elhereka Elteshîhiyê”.

Rêjîma bi serkêşiya Haviz elesd di wê demê de gelek kesên ji eşîreyan li dijî hev tehrîk kir, li gorî agahiyan hin kesên ji eşîreyên parêzgeha Hesekê û Dêra zorê ku Haviz elesed wê demê ew bi pere û çekkirinê xapandin rê nedan ku sewqiyata cebilxanê derbasî Cezîra Sûriye di riya Iraqê re bibe, di heman demê de wekî cîhazeke istixbaratî ji bo rêjîma Esed re kar kirin ku di wê demê de rêjîma Esed bi hemleya girtinan rabû û alîgirên rêjîma Sedam girtin û taybet ev li parêzgeha Hesekê û Dêra zorê kir ku hejmara kesên girtî gihişte 5,030 girtî bû ku piraniya wan heta niha çarenûsa wan ne diyar e ji derveyî kesên ku hatin kuştin.

Di desthilata malbata Esed de derketina kesayeteke ji eşîreyên Sûriye dernekt pêş di rêveberiya welat de û ne di partiya Bais de ku ev polîtîka rêjîma Sûriye ya girtina eşîreyan di warê şeklî de ye. Rêjîma Sûriye di demekê de hejmarek ji girtiyên eşîreyan serbest berda bi armanca derketina wan a derveyî Sûriye û ew jî di riya zexta li ser wan e, di nava kesên ku hatin girtin jî hin kesayetên ji eşîreyan ji bo xwe tecnîd kir û ew kirin ajan wekî hin serbaz ji eşîreyên Dêra zorê wekî Nacî cemîl û Saîd hemadî elşebîbî ku bi eslê xwe ji Iraqê ye û herdu bi eslê xwe ji Dêra zorê ne.

Girêdayî rewşa ku eşîreyên li heremên Sûriye jiyan dikin taybet li aliyê Bakurê Sûriye de cardî ji nû de dîrok wekî şêwazê istixbarata rêjîma Sûriye tê dûbare kirin. Piştî têkçûna rêxistina terorî ya DAIŞ ê bi riya hêzên QSD ku li ser xaka Sûriye parastina eşîrtî kir û taybet rêze civîn û ketîbeyên eşîreyan di nava hêzên QSD de cihê xwe girtin, ev bû metirsiya gelek hêzên li Dêra zorê.

Di encama valatiya ku ji dema têkçûna DAIŞ de li heremê maye li wan hereman rêjîma Sûriye bi fikrê xwe yê mezheba Şîa ku bi maska fikrê suna birêve dibe û ev çend salin wiha birêve dibe ku ji aliyekî din de alîgirên wî yê Heşda Şabî yên girêdayî Îranê dixwaze destê xwe bavêjin hestên civakî yê wan eşîreyan ku rewşa madî û jiyanî ya wan eşîreyan istixlal dikin.

Di dema dawî de Deyardeya istixlalkirina eşîreyan derketiya aste herî jor bi taybet eşîreyên li parêzgeha Dêra zor li herdu heremên Meyadîn û Elbûkemal ku ji aliyê Herse elsewrî elîranî û Heşda Şabî ve têne birêvebirin û ji xwe di warê nûnertiyê de nûnertiya rêjîma Sûriye heye ku bi rêbazên nû rêjîm û Îran zarokên wan eşîreyan di nava refên milîsên Îranê û hêzên Sûriye de bi cih dikin.

Cardî bi buyerekê ku rêbazên rêjîma Sûriye li hemberî eşreyan bikartîne ku di 29 Nîsanê de rêjîma Bais hejmarek ji kesên di nava eşîreyan de serberst berda ku ev bi salan bû di zindanên wê de ne ku piraniya wan ji herêma Dêra zor bû ku di encama vê de diyar dibe ku rêjîma Sûrî dixwaze nêzî eşîreyan bibe taybet di nava vê demê de ku desteka wê ji eşîreyan re jî di asta leşkerî de jî derket. Ev gavên rêjîma Sûriye di demeke wiha de tên ku li gundewarê Dêra zor xwepêşandan û bertek li dijî hêzên QSD hene ku ev ji bo wê dê bibe firsend ku dest bavêje wan eşîreyan û di riya hin komikên Îran û Rêjîmê ev buyer werin gur kirin û ji xwe re bikarbînin. Li beramberî wê jî rêjîm xwest hin gavan li Cirmiz û parêzgeha Hesekê bavêje.

09.05.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً