LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Zincîra pêşketinên Jin di dîrokê de (3)

Zincîra pêşketinên Jin di dîrokê de (3)

Jin di nava şoreşan de

Şoreş ji encamên zilm û zordariya sîstemên faşîst û xwînmij tê, armanca serhildanên gelan ew e ku jiyanek xweş ji wan re were peydakirin û pêdiviyên xwe yên jiyanî pêk bînin. Di şeran de her kes ji zilam, jin û zarok tên hedefgirtin û yên ku bedel didin jî çîna xizan a civakê ye, lewma tê gotin ku şoreş li ser pişta kesên feqîr tê çêkirin.

Li tevahî şoreşên cîhanê ku çêbûne wek şoreşên welatên Emerîkî, Ewrupî û erebî jî keda jinê ji bo serkeftina şoreşê di asta jor de bû, her wiha keda jin ji bo mafê xwe jî hebû û hertim azadiya xwe bi azadiya civakê re jî dixwest û nerazîbûna wê ji desthilatdariya zilam hebû ji ber ku ji tevahî mafê wê jê didizin.

Hin Şoreş Ji Şoreşên Cîhanê

Şoreşa Jinê Li Emerîka :

Emerîka ya ku niha bi demoqrasiyê û wekheviyê tê naskirin di demên berê de li Emerîka serweriya welat û peydakirina pêdiviyên jiyanî weke kar tenê di destê zilaman de bû, ji ber ku digotin zilam zagonan birêve dibe û desthilatî di destê wî de ye. Di wê demê de ta ku jin debara jiyana xwe bike dest bi kar kiribû, mîna kar di pêşesaziyên caw de beramberî fonekî hindik û seatên zêde, lewma neqebûlkirina jinê ji vê rewşê re derket bi taybet ku zerer û nexweşî bi wan re çêdibûn û keda wan dihat windakirin, lewra jin li Emerîka dest bi daxwaza mafê xwe kir ku wekhevî di civakê de hebe û di sala 1820 an de li bajarê Niyû Ingiland li wîlayeta Masatişostis cara yekemîn jin li dijî rewşa heyî ya ku xizanî zêde dikir rabû, gûr bû û dewletê nikarîbû li hember jinê bisekine. Di sala 1830 an de gava duyemîn jin pê rabû ku li pêşesaziya Lorîl jinan dest bi gerava birçîbûnê kirin û jê re hat gotin girava birçîbûnê ya dîrokî ku bû bingeh di sala 1844 komela jinê li Emerîka hat avakirin.

Di sala 1857 an de li taxên New York bi hejmarek mezin jin rabûn serhildanê û hêşt ku aliyên siyasî çareseriyekî ji pirsgirêkê re deynin û pitşî 2 salan ji bo kar û barên jinê di pêşesziyan de sazî hat avakirin û armanca wê ya sereke mafê jin bû. Di 8 adara 1908 an de dîsa jin li taxên New York rabûn û jinên çîna navîn jî peşdar bûn, di destê wan de gul û nan hebû wek sembol dan diyarkirin lê vê carê xwestin dema karê jinê kêm be, zarok kar nekin û mafê wan yê hilbijartinê hebe, navê vê tevgerê (suffragists) , bingeha vê tevgerê vedgere demên koledar de , lewra roja 8 adarê ji bo keda serhildana jin di sala 1909 wek roja cejna jinê hat îlankirin. Lê piştî du salan di 25 adara sala 1911 an de bi rabûna jin li dijî ne heqiya heyî di kar de, li pêşesaziyekî nêzî 140 jin şewitandin û piştî vê qezayê êdî zagonên hişik ji bo kar hatin guhertin.

Lê dîsa jî ji bo cejna jinê di sala 1977 an de hat qebûlkirin, her wiha piştî wê ji ber jinê mafê xwe di milê mirovahî de kêm dît xwe şibehand zilam ta ku mafê wê wek ê zilam be lê bi pêşketina demê re û derktina kaptalîzm û seyrmedariyê heya astekî jinê mafê xwe di nava civakê de wek zilam stand û jin gihîşt wê baweriyê ku ew û zilam ji milê biyolojî, piskilojî û pir tiştan ji hev cuda ne.

Lê dîsa jî çiqasî em bêjin Emerîka niha welatekî civaka wê di hemû milan de wekhev jiyan dike ne rast e û pir ji dewletan mafê jin ji Emerîka bêhtir danê de, heya niha jin di kongirs de %18 temsîl dike û pirsgirêka fonan berdrewam dike.

Tevgera Dayîkên Qada Mayo Li Ercentîn:

Di salên (1976-1983) an de di serweriya dîtkatoriya leşkerî ya bi navê şerê pîs û qirêj hat binavkirin ku çawa terora dewletê li hemberî opozisyonê û her hêzê nêzî ewlehiya wê dibû şer dikir. Li Ercentîn di şerê qirêj de girtinek mezin ji milê dewletê ve çêdibû û di encam de welatî dihatin windakirin, hejmara wan gihîşt 30.000 kes ji çalakvanên çep, xwendevan , karker, çalakvanên mafê mirovan û ji giştî temenan dihatin revandin, îşkence li wan dikirn û dikûştin û li hemberî van kiriyaran hukumeta Emerîka û gel bê deng mabû.

Di 30.04.1977 an de girupek ji jinan li qada mayo li beramberî qesra serokatiyê li peytexta Ercentîn Biyûns Eyris daxwaza agahiyan li ser zarokên xwe kirin, fikira serhildanê ji negirtina dayîkan agahî li ser zarokên xwe di riya berpirsên hukumetê re. Meşa dayîkan li qadê ji bo piştgiriya her kesî zarokên xwe windakirine, girup girup dimeşiyan ta ku neyên girtin.

Di destpêkê de rexna li ser tevgera jinan hat kirin û gotin ku jin dîn bûne, yanê derketina jinê li qadan eyb didîtin ji ber di civaka wê demê de jin tenê karê malê dike. Her wiha hukumetê jî giringî neda tevgera dayîkan, tenê wek jinên kezebşewitî didîtin. Lê bi demê re tevger zêde bû û peşdariya jinan jê re zêde bû û civakê jî piştgirî dan wan. Di wê demê de meş û serhildan li dijî hukumetê hatibûn qedexekirin, hukumetê li gorî gef xwarinê jî nikarîbû meşa jinan bisekinîne lewma çend jinên serkêşên tevgerê hatin windakirin.

Dema van jinan dest bi meşê kirin nizanîbûn dawiya wê çi ye û heya kengî wê dewma bike, lê di rastiyê de bi deh salan ev meş berdewam kirin li gorî serweriya hişik û tehdîdkirinê, jinan ji bo vegera zarokên xwe tekoşîn kirin û her pêncşem li qadê kom dibûn. Bi zêdebûna peşdariya jinan xwestin sembolekî ji xwe re peyda bikin, sembola wan jî paçekî spî ya ji bo zarokên bi şîr tê bikaranîn û li ser serê xwe datanîn û her dayîkek navê keç an xortê xwe bi rengê şîn li ser nivîsandibûn û vegerandina jinan li ser tekoşînê nebû û her diçû hêrsbûna wan zêde dibû. Piştî çend salan ji tevgerê ew dayîkan gihîştibûn asta famkirina çima zarokên wan xwe feda kirin û tekoşîna xwe ji bo zarokên xwe berdewam kirin.

Piştî têkçûna hukumê diktatorî di sala 1983 an de tevgera dayîkan dîsa jî ne rawesta û israra wê ya bersivê ji bo zarokên xwe berdewam kir û alîkarî ji hukumeta nû xwest û di sala 1984 berpirsên dewletê yê kevin hatin cezakirin lê dîsa jî jinan tevgera xwe domand, heya sala 1986 an tevgera jinan bû du beş, beşê yekê dayîkên qada mayo giringî da cezakirina berpirsên berê û beşê duyemîn komela dayîkên qada mayo ev ji beşa dî radîkaltirbûn alîkariya hukumetê wek bedîl ji windabûna zarokên xwe red dikirin û hukumeta kevin gunehkar diditîn, her wiha xwe wek berdewamiya xewnên zarokên xwe didîtin.

Tevgera dayîkên qada mayo heya niha ji girîngtirîn tevgere di dîroka Emerîka Latînê de ye û serkeftina wê ji israr û tekoşîna wê ya bê veger hat û heya niha qada mayo li nava Biyûns Eyris sembola dayîkan heye (paçikê spî) û giloverek bi rengê spî çêkirine û di hundurê wê de peykerê azadiyê heye, xeta jinên azadîxwaz dide nîşan dan.

Rola Jinê Di nava Şoreşa Rizgariya Cezairî de:

Di serdema 19`mîn jina Cezairî mînakek ji cesaret, fedayetî û egîdiyê li dijî leşkerê Ferensî bû û rola wê di serkeftina şoreşa Cezairê de mezin bû, yek ji wan jinan Lala Fatima Nisomer ku bi hemû renga li dijî Ferensa şer kir. Di şoreşa Cezairî de jin hêmanekî sereke bû li kêleka zilam, tevahî berpirsiyarî hilgirt, çi siyasî, leşkerî, her wiha alîkar bû ji bo avakirina artêşa çekdarî. Di milê tevlîbûna nav hêza leşkerî ji hemû beşên civakê tevlî bûn û di vir de jin malbata xwe xwedî dikir tevlî ku ew jî tevlî artêşa çekdarî bû û bi hêza wê hêza çekdarî hat avakirin. Dema leşker vedgeriyan malên xwe hevjînên wan ew qebûl nedikirin û digotin ” şer heye hûn jî tevî hevalên xwe, heyanî welat rizgar nebe berê xwe neda mala xwe “. Jin bi tenêbûna xwe rastî pir êrîşan hat ji revandin û destdirêjiyê.

Piştî sala 1956 an jin raste rast çek hilgirt lê dîsa jî asta fermendarî negirt li gorî tevlîbûna wê ya xurt, yek ji wan jinan Cenat Bint El-Emarî ku wê leşker di deriyê sînor derbasî çiyayê Fewa bi cilên jinan kirin, jineke din bi navê Bin Cida Ayîşa ya ku serbendekî ferensî kuşt ji ber destdirêjî li ser xwişka wê kir û di dawiyê de bi îşkenceyekî giran li ser destê leşkerên ferensî hat kuştin.

Li Cezayîr jin li her herêmê şer dikir û di milê lojistîk de alîkarî dida û zarok li pêşiya tankên dijmin tehrîk dikirin, di milê lojistîk de jin li malan digeriya ta ku pera peyda bike û pê xwarin, vexwarin, çek, derman û cil ji leşkeran re peyda dikirin, di sala 1955 an de li gundan êvaran xwarin ji leşkeran re dihat amadekirin, cil dihatin dirûtin û xwarin ji bo zivistanî dihatin hilandin, her wiha ji bo dermankirina birîndaran navend di çiya û daristanan de dan avakirin di milê tenduristiyê wane ji bo dermankirinê dihatin dayîn, di milê ewlehiyê de ji bo parastinê jî jinan agahî li ser dijmin kom dikirin û istixbaratek xurt dan meşandin û pir ji jinan çalakiyên fedayî di nava dijmin de dan çêkirin.

Şoreşa jinê li Rojavayê Kurdistan:

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê 2011 an de li hemberî rêjîma Suriyê û bi vêxistina çirûska azadiyê li Rojavayê Kurdistanê êdî kurdên li rojava û bakurê Suriyê dest bi avakirina sîstemek demokrat ku biratiya gelan dihewîne birêxistin kirin û bi yek armancî ji bo rêxstin û parastina welatê xwe kar kirin, gava yekemîn ku rêjîma Suriyê ji herêmên bakur û rojhilatê Suriyê derxistin tenê li bajarên Qamişlo û Hesekê man û di sala 2012 an de hêza bi navê YPG`ê hat avakirin, her wiha ji ber ku rola jinê di avakirina Saziyên sivîl, siyasî, aborî, civakî, xizmetguzarî û hwd de hebû, êdî hêza jin a bi navê YPJ`ê di sala 2013 an de hat avakirin û bi yek milî li hemberî çeteyên mîna ASA, Cebhet El-Nusra , DAIŞ û dewleta Turkiyê bi pêşengtiya jina berxwedêr a ku di her şerî de xwe feda dikir, her wiha di milê perwerdekirina jinê û çareserkirina pirsgirêkên wê û şikandina zincîrên koletiyên navend hatin vekirin, her wisa di her saziyê de jin endamek sereke bû tê de û bi sîstema serokatiya hevbeş û karê hev beş kar dihat temamkirin.

Bi pêvajoya Şoreşa Rojava re bi taybetî Berxwedana Koban û Efrînê re, têkoşîna jina Kurd derket holê. Berxwedanî û çalakiyên şervanên YPG‘ê û YPJ`ê li hemberî DAIŞ‘ê careke din îsbat kir ku dê serkeftin para gelê demokratîk û aştîxwaz be û berxwedana Koban û Efrînê bi berxwedana jina azad tê bi navkirin. Dema qala Berxwedana Koban û Efrînê tê kirin destpêkê fermandarên YPJ‘ê Arîn Mîrkan, Rêvana, Avêsta û Barîn Kobanê dikeve bala mirov de.

Mîrkan, Rêvana, Avêsta, Barîn û hwd ji şehîdên YPJ`ê bi çalakiyên xwe cîhan matmayî hêştin, her wiha nêrîna civakî ya paşverû ku jin biçûk dixist guhertin û hişmendiya baviksalarî şikand.

Li gorî peşdariya jin û alîkariya wê di nava tevahî çalakiyên civakî weke ku ew jî beşek ji civakê ye û mafê wê yê her tiştî jî heye wek zilam, ji milê kar, xwendin, şer, hilbijatin, nêrîn û biriyar de û li gorî ku rola wê ya mezin ji xelasiya civakan ji zilmê hebû lê dîsa jî jin kêm dîtin û mafê wê di çarçoveyek teng de hêştin û heya niha jî û bi pêşketina çêbûyî û bidestxistina hin mafan ema dîsa jî rola jin kêm ma û hewldana fetsandina wê hertim heye ji ber sîstemên desthilatdar her dixwazin asta civakê di pêşengtiya jin de lewaz bikin û dixwazin ew hêza serke bin.

(Deniz Mihemed)

09.05.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً