LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / 7 serbazên rêjîma Sûriye di mercên ne diyar de winda dibin?

7 serbazên rêjîma Sûriye di mercên ne diyar de winda dibin?

HESEKÊ- Li gorî çavkaniyên taybet ji nava belafirgeha Qamişlo ya bi ser parêzgeha Hesekê bakurê Sûriye ve, 7 serbazên paya bilind duh di saet 02:00 an de winda dûne di şert û mercên ku heta niha nayên zanîn. Ev serbaz ji aliyê komîta ewlekarî ve li herêma rojhilat hatibû ferz kirin.

Çavkaniyê ji nava belafirgeha Qamişlo serê vê sibehê rewşa bealfirgehê ragihand û dest nîşan kir ku di saetên şevê de 7 serbazên ku nû ji herêmê re hatibûn ferz kirin winda bûne piştî ku ew belafir gihişte belafirgeha Qamişlo. Çavkanî amaje bi wê yekê kir ku piştî windabûna wan serbazan ji aliyê komîta ewlekarî ya parêzgeha Hesekê ve civînek di saet 03:00 an de lidarxist û tê de rewşa serbazên ku winda bûne nîqaş kir ku heta niha encama wê nehatiye zanîn ku ew serbaz bi kuderê ve winda bûne.

Li gorî agahiyan 7 serbazên ku winda bûne 3 bi paya Muqedem, 3 bi paya mulazim 1 û 1 jî Rayîde, ev serbaz bi nûnertiyeke ewlekarî ji sala derbasbûyî de ji paytexeta Rûsya Mosoko yê hatibûn şandin, dema ku ev şande karê xwe bi dawî dike û dema têne betlana xwe ji ber ku ji herdu bajarên Qamişlo û Hesekê ne winda dibin ji dema ku li belafir dadikeve.

Çavkaniyekî ewlekarî ji nava belafirgeha Qamişlo ragihand ku dema ew belafir dadikeve hejmarek ji şêwermendên Îranê ku tevgera wan ne asayî bû li belafirgehê bûn û dema ku ew belafir dadikeve ew şêwermend xwe didine aliyekî.

Çavkanî rewşa ku li belafirgehê di encama windabûna wan serbaz de eşkere kir û got di encama vê buyerê de hejmarek ji erebeyên şûabeya muxaberata hewayî û serbazên Rûs hatin belafirgehê û windabûna wan serbazan pirsîn û dest bi lêpirsînên navxweyî ku encamên wan ne diyar e û li ser wê yekê civîneke komîteya ewlekariyê lidarket bi amadebûna hemû cîhazên ewlekariyê.

Çavkanî amaje bi wê yekê kir ku tişta balkêş di civînan de şêwrmendên Îran tevlî nebûn.

Tişta balkêş ewe ku ne wekî her dem ti rewşek bê istiqrar û tevger di nava belafirgehê de encam neda û lêgerîn bi baldarî û veşartî li herdu heremên Qamişlo û Hesekê çêbûn, lê wekî tedbîr li gorî agahiyên ku hatine girtin perspektîv ji aliyê komîta ewlekarî ve hate dayîn ku tevgera belafiran ên diçin û derbasî belafirgehê bibin heta ku civîn xelas dibe were rawestandin ku ew çend saetan li pey hev berdewam kir.

19.05.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً