LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Bi komkirina mûsim biryar û nîqaşên dawî?

Bi komkirina mûsim biryar û nîqaşên dawî?

HESEKÊ-Li Bakur rojhilatê Sûriye, heremên di bin serweriya meclisa Sûriya Demokratîk MSD de, mewsimê berehemê genim dê dest pê bike û xelkê heremê ji bo ku dest bi mewsimê xwe yê çandiniyê bikin rêjeya çandiniya ku derxin nîqaş dikin.

Herêma Cizîrê ya bi ser Bakurê Sûriye ya parêzgeha Hesekê ve mewsimê berhevkirina genim dest pê dike ku ew herem bi vî cureyî navdar e wekî ku tê bi nav kirin Cizîra Kesek ji ber xwezaya wê heremê ya çandina gelek cureyên çandiniyê û taybet genim ku parêzgeha Hesekê ji sedî 36 berhemê genim ji Sûriye pêk tîne.

Rêjîm rêjeya kirîna genim vê salê zêde kiriye

Li herêma nav borî û di zivistana 2019 an de li ser zimanê hemwelatiyên wê, saleke bi xêr bû ji ber barandina baranê bi rêjeyekê zêde ku heta Nîsanê berdeam kir. Di vê derbarê de rêjîma Sûriye ji aliyê xwe ve biryar derxist ku ew amade ye berhemê genim yê Bakur rojhilatê Sûriye bikire û ji genim re 185 leyre Sûrî veqetandin û ji ceh re 150 û daxwaz ji hemwelatiyan kir ku genimê xwe bifroşin wê.

Derbarê vê biryarê de di nava kolanên herêma Cizîrê de gengeşe derketiye ku ew genimê xwe nafroşin û ew ji aliyê rêjîmê ve tên xapandin wekî ku beriya niha gelek salan fatorên wan yên genim bi rêjeyeke kêm girtine an jî dayîna fatoran derng xistine. Di fatorên ku derdikevin jî gelek caran ji nirxê ku hemwelatî qeznc dike bi bacan ji aliyê rêjîmê ve tê xwarin û ev dibe sedem ku hemwelatî ti nirxek baş ji mûsimê xwe qezenc bike.

Ji aliyê xwe ve rêjîma Sûriye diyar kir ku di danustandina kirîna genimê hemwelatiyan de, divê ku erêkirin ji aliyê waliyê parêzgehê ve were giritin da ku karîbin genimê xwe bifroşin. Hemwelatiyên herêma Qamişlo di vê derbarê de dest nîşan kirin ku metirsiyên wan hermberî vê biryarê hene ku gelek ji ciwanan di heman çaxî de ji aliyê rêjîmê ve ji ber tuhmetên cuda hatine girtin û ew ji vê biryarê re ne rehet in.

Çavkaniyekî ji bajarê Hesekê ku bi xwe cotkar e bi navê Fayid hisên eşkere kir ku rêjîma Sûriye bi zanebûn nirxê kirîna genim bilind dike da ku cotkaran ber bi aliyê xwe de bikşîne ji ber gelek caran cotkar bi nirxên rêjîma Sûrî hatine xapandin.

Dewleta Sûriye dolar ji bazarn dikşîne

Ev demeke ji aliyê rêjîma Sûriye ve dolar ji heremên Sûriye bi giştî tê kişandin û tenê danustandinên darayî bi leyreya Sûrî dike û ew jî di riya hin bazirganên bi ser ve yên li heremên wekî Qamişlo û Hesekê ve tê kirin. Li gorî bazirganekî ji bajarê Qamişlo ya bi ser parêzgeha Hesekê ve eşkere kir ku ev rêbaz her dema mûsim ji aliyê rêjîma Sûriye ve tê bikaranîn da ku di mûsim de qezenc bike û buhaya heyî ji bercewendiyên xwe re bikarbîne.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku rêjîma Sûriye di nava çend salên kirîza Sûrî de nikarîbû berhemê genim yê Sûriye û taybet herêma Cizîrê û bakur rojavayî Sûriye Idlib û Helebê bikire ji ber ketina leyreya Sûrî ya beramberî dolar û kirîza aborî ku jiyan dike de tevî rêbazên wê yên kişandina dolar.

21.05.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً