LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Israîlê gefa hilweşandina sîstema S400 dixwe

Israîlê gefa hilweşandina sîstema S400 dixwe

NAVENDA NÛÇEYAN- Raporeke Israîlê hişyarî dide û gef li hilweşandina sîstema S400 dixwe egere li hermberî derbeyên wê yên li dijî Rêjîma Sûriye û milîsên Îranê raweste.

Di saetên sibeha 1 Tîrmehê de ji esmanê Libnanê derbeyên giran li derdora Hums û Şamê ve ji aliyê Israîl ve hatin lêdan. Gelek noqteyên rêjîma Sûriye ku milîsên Îranê tê de bi cih dibin hatin armanc girtin.

Ji aliyê xwe ve malperek Irasîlê bi navê (The times of Israel) rapoek weşand û tê de eşkere kir ku kampanya Israîl a analîzkirina wêneyên Satellite ku Rûsya amadekariyên xwe yên bikaranîna sîstema S400 bi dawî kiriye û ew sîstem niha li herêma Misyaf li berava Sûriye bi cih kiriye. Kampanya Israîlê hişyarî da vê gava Rûsyayê û ev gav wekî tewaneke mezin li ser hêza Israîlê bi nav kir ku rê li ber pêşveçûn Îranê vedike.

Rapora Israîlê li gorî wêneyan eşkere kir ku di 19 sibatê de 3 betariyên sîstema S400 hatine bi cih kirin û ew jî li bargeha Misyaf bakurê rojavayî Sûriye ye û ew têne bikaranîn. Lê li gorî wêneyên nû hate tekez kirin ku betariya 4 an cih girtiye piştî 9 heyvan ji bicihkirina vê sîstemê li Sûriye.

Di raporê de Israîlê ev tehdîd kir ku sîstema S400 hilweşîne eger li dijî belafirên wê hatin bikaranîn.

Di saetên sibeha de ji aliyê Israîl ve derbe li navendên rêjîma Sûriye û milîsên Îranê ve li gundewarê Şamê û navendên li Tertûs û Humsê hate xistin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku derbeyên Israyîlê ku ev demeke rawstiya bûn, piştî çend rojan ji hevdîtina lutekya hersê aliyên Rûsya, Emerîka û Israîl de ji nû de destpêkir ku li Tilebîbê hate encam dan bi armanca sînordarkirina tevgera Îranê li Sûriye.

01.07.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً