LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Di nav rêjîma Sûriye de şerê hebûna yek ji hêzan

Di nav rêjîma Sûriye de şerê hebûna yek ji hêzan

NAVENDA NÛÇEYAN-Di berdewamiya nakokiyên di nava sîstema Rêjîma Sûriye de di aliyê siyasî û leşkerî de, cardî li herêma Dêra zorê di navbera refên rêjîma Sûriye de nakokî û şer derket û kirîza heyî li gorî çavkaniyên taybet ji heremê derketiye asta herî jor.

Çavkaniyên taybet ji herêma Dêra zorê ku rastî buyerên endamên rêjîma Sûriye li heremê tên eşkere kirin ku kirîza di navber endamên wê de bi dawî nabe û her car guhertina ku pêk tê jî bê encam derdikeve. Çavkaniyê heremî da zanîn ku kirîza di navbera ewlekariya leşkerî û Parastina Netewî (Dîfa elwetenî) de bê navber herdu alî li ser tunekirina endam û serbazên hev tevger dikin ku di encamê de gelek ji endamên Parastina Netewî têne winda kirin û ti kes çarenûsa wan nas nake.

Çavkanî eşkere kir ku duh serbazê Dîfa elWetenî yê bi navê Fîras Ceham ku bi ElIraqî tê nas kirin rastî tesfiyekirinê ji aliyê endamên ewlekariya leşkerî li taxa elcûra ya Dêra zorê hatiye û ew niha ji ber rewşa xwe ya giran di nexweşxaneyê de ye.

Di encama buyera ku duh li taxa nav borî hatiye encam dan tevgerek ne normal li heremê pêk hatiye û milîsên Dîfa elWetenî li heremê rewşa awarte ragihandiye ku herem giştî bi çek kirin û gelek endam ji bajarê Meyadîn hatine xwestin bi armanca kontrolkirina herema di bin serweriya xwe de.

Li gorî daneyên ji heremê tevgera niha li Dêra zorê ji ber xwesteka tesfiyekirina endamên Parastina Netewî ye û noqteyên wan ji wan valakirin e.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Parastina Netewî bi ser Îranê ve ye û ewlekariya leşkerî bi ser Rûsya ve ye ku rewşa nakokiyan di navbera herdu aliyan de di dema dawî de zêde bûne di encama lihevkirina sê alî ya derxistina milîsên Îran ji heremê bi rêbazên cuda ji tesfiyekirin û rêxistina wan sînordarkirin be.

02.07.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً