LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / PDK û artêşa Tirk amadekariya operasyona ser Dihokê dikin

PDK û artêşa Tirk amadekariya operasyona ser Dihokê dikin

NAVENDA NÛÇEYAN-Dewleta Tirk bi hevkarî û itîfaqa bi PDK re hişyarî û gef li sivîlên heremên Zaxo û Dihokê xwariye ku gundên xwe vala bikin bi armanca operasyonê li ser heremê pêk bînin.

Li gorî agahiyên ku ji başûrê kurdistanê hatine bi dest xistin, Asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hefteyek dem daye şêniyên gund û koçerên Zaxo ku gundên xwe vala bikin. Tê gotin ku ji bo hevkariya artêşa Tirk û destpêkirina operasyona leşkerî wê ev gund werin valakirin.

Asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo şêniyên gundan û koçerên navçeya Zaxo ya Dihokê li ser warên xwe biçin hefteyek dem daye wan. Asayîşa PDK’ê perspektîv daye ji şêniyên gundan û koçeran herêmên gundên Keşan, Zoma Kanî Delê, gundên Şudnî, Riwîsê, Zoma Siyara Sitewrê û çend cihên din kirine ku herêmê vala bikin. Ji bo valakirinê herêmê ti sedem ji bo welatiyan nehatiye eşkere kirin.

Çavkaniyan dest nîşan kirin ku armanca PDK’ê hevkarîkirina dewleta Tirkiyeyê ya ji bo destpêkirina operasyonê ye. Di vê demê dawî de dewleta Tirk hêzek zêde ya leşkerî şand herêma Dihokê ku li herêmê nîşaneyên operasyonê ne.

Di demên dawî de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve leşker sewqî herêmê tê kirin, nerazîbûn li beramberî derxistina sivîlan a ji aliyê asayîşa PDK’ê ve derneketiye.

03.07.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً