LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li bakur rojhilatê Sûriye armancgirtina serokên Eşîran?

Li bakur rojhilatê Sûriye armancgirtina serokên Eşîran?

NAVENDA NÛÇEYAN-Dewleta Tirk a dagirker civînek ji encûmena bi navê “ Meclisa Qebîle û eşîreyên Sûriye” re pêk anî ku tê de nûnerên 50 eşîreyên Sûriye amade bûn. Di civînê de biryarên plansaziya xebatê veşartî yê li Sûriye derxistin.

Dewleta Tirk a dagirker di nava vê heftiyê de civînek ji encûmena bi navê “ Meclisa Qebîle û eşîreyên Sûriye” re pêk anî ku tê de 500 kes ji nûnerên 50 eşîreyên Sûriye amade bûn. Civîn li gorî hate zanîn li Ceylan pinarê ya bi ser Orfayê başûr rojhilatê Tikriye hate saz kirin.

Li gorî eşîreyên li bakur rojhilatê Sûriye dane zanîn ku civîn tenê pravakasyonek Tirkî ye li dijî eşreyên ereb ên li Sûriye ku cihê xwe di nava Rêveberiya Xweseriya Demokraîk de digrin.

Dewleta Tirk di riya eşîreyên li heremên ku niha dagirkiriye ku navê Mertala Firatê lê kiriye nakokiyan zêde dike û hewil dide di nava heremê de li dijî hêzên li heremê şerekî navxweyî derxe holê di demekê de ku plana wê ya herêma ewle dereng dikeve.

Jêderekî naveroka civînê eşkere kir

Jêderekî bi navê Îsa xelîl ku ew jî di wê civînê de amade bû ku nêzî serokê yek ji eşîreyên amade bû eşker kir ku piştî bidawîbûna civînê nûnerên sereke yên di nava civînan de taybet ên ku beşên wan li Sûriye hene civînek taybet lidarxist ku yek ji encamên sereke yên civînê armancgirtina serokên eşîreyan ên bi ser rêveberiya xweser re kar dikin û ew jî li gorî plansaziyeke ku me nikarîbû bidest bixin.

Bi derbasbûna çend rojan li ser vê civînê li herêma Girê spî îro serê sibehê Şêx Abêd xelîl xelef elhesan kuştî li ber mala xwe li nêzî gundê Elî bacêla ya bi ser Girê spî ve hate dîtin. Li gorî rapora ku ji aliyê nexweşxaneya bajar derket Şêx elhesan hatiye kuştin ku bi guleyan di serê xwe de xwariye.

Şêx Abêd elhesan ku serokê eşîra Bû Asafa li parêzgeha Reqa di nava Rêveberiya xweser de gelek cih girtine û xwedî têkilî bi hevpeymana navdewletî re bû û xwedî asteke civakî di nava heremê de bû ku li dijî derbasbûna dewleta Tirk a heremê bû.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di Nîsana 2017 an de komek ji eşîreyên bajarê Girê spî yên bi ser dewleta Tirk ve ku li dervey Sûriye ne hewil dan li heremê nakokiyan derxin û derbasbûna dewleta Tirk rewa bikin û ev yek di riya daxuyaniyekê de derket holê ku di daxuyaniya xwe de Şêx Abêd xelef elhesan armanc girtin û ew wekî xayîn bi nav kirin û daxwaza derxistina wî ji serokatiya eşîreyên Girê spî kirin.

04.07.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً