LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Deriyekî sînorî nû di navbera herêma kurdstan û Tirkiye de

Deriyekî sînorî nû di navbera herêma kurdstan û Tirkiye de

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çapemeniya herêma kurdistanê hate eşkere kirin ku dê di demeke nêzîk de deriyekî sînorî di navbera Tirkiye û herêma kurdistanê de were vekirin bi armanca sûdgirtina ji berhemên bazirganî û aborî û xurtkirina wê.

Çapemeniya bi ser herêma Kurdistanê ve eşkere kir ku di dema dawî de li gorî lihevkirinên di navbera PDK û dewleta Tirk de hatiye îmze kirin, yek ji encamên van lihevkirinan ku serokê herêmê kurdistanê Nîçirvan Berzanî destûra daye vê gavê.

Deriyê sînorî yê (Zeytî) ku dê were vekirin li herêma Mêrksor dikeve ku dê bibe deriyê duyemîn yê di navbera Tikriye û herêma kurdistanê de ku yekemîn derî yê Ibrahîm xelîl e.

Deriyê Zeytî bi qasî 165 km dûrî navenda bajarê Hewlêrê ye ku li gorî agahiyên hatine belav kirin ev derî armanca wê xwe gihandina cihên aboriyî û bazirganiyê li Hewlêrê ye ku di encama vê gavê de jî dê bajarê Hekarî yê bakurê Tirkiye sûd ji aboriya wê herêmê bigre.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku di dema dawî de di navbera dewleta Tirk û PDK de gelek civîn hatine lidarxistin ku ji armancên wan civînan derbasbûna dewleta Tirk a hin gund û sînorê başûrê kurdistanê ye.

07.07.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً