LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Hejmarek din ji terorîstan ber bi Lîbiya ve

Hejmarek din ji terorîstan ber bi Lîbiya ve

NAVENDA NÛÇEYAN-Endamê encûmena perlemana Lîbiyayê Elî elsaêdî ji bajarê Tibrqê rojhilatê wî welatî ragihand ku şandina çekdarên terorîst ji aliyê Tirkiye ber bi Lîbiya ve ne cara yekemîn e. Armanca Tirkiye nakokiyên di nava wî welatî de ye.

Endamê perlemana Lîbiyayê tekez kir ku veguhestina terorîstan ji Tirkiye her berdewam dike ku gelek terorîst ji Tirkiye di riya Terablus û Misrata derbas dibin da ku artêşa Lîbiya li Terablusê bixin û pêşveçûna wê ya ber bi parêzgeha Lîbiya ve asteng bikin.

Ji aliyê xwe ve dest nîşan kir ku niha ev terorîst bi komên mezin şerê artêşa Lîbiya dikin di bin parastineke sivîl de ku duh di encama operasyonekê de çekdarekî Tûnisî li xeta herêma newla Elrabîa başûrê prêzgeha Terblus hate girtin.

Ev demeke nakokiyên di navbera Tikriye û Lîbiya de derketine asta herî jor taybet piştî gefên artêşa Lîbiya bi serokatiyta Hefter a armancgirtina keştî û belafirên Tikriye li Lîbyayê.

Nakokî û ne dengeya di navbera Lîbiya û Tikriye de derbasî du xetan dibe li gorî gelek şopdarên rewşa heremê, yek ji wan xetan a koma Ixwan elmuslmîn e û rêxistinên terorîst ên bi piştgiriya Tirkî-Qeterî ve ku ev li Terblusê bi cih dibin. Di aliyê xeta duyemîn de jî xeta Îmarat û Erebistana sûadî û Mesir a Hefter li rojhilatî welat e.

Di aliyê navdewletî de rewşa şer a li Lîbiya rastî gelek rexneyan tê ku dewleta Tirk komên çete ên li Lîbya bi çek dike û gelek çekan rê dike wî welatî di demeke ku gelek keştiyên çekan ên ji Tikriye ber bi Lîbiya de hatin desteser kirin.

07.07.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً