LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Efrînê avakirina Partî û navendên Olî

Li Efrînê avakirina Partî û navendên Olî

EFRÎN-Dewleta Tirk a dagirker amadekariya vekirina navendên olî yên (Şerîa) ji Jinên Efrîn re dike ku ev piştî demekê ji bi dawîkirina dewreya olî ji 50 jinên kurd re ku 4 salan berdewam kir pêk hat.

Dewreya Şerîa ya fêrkirin û perwerdehiya li ser mijarên olî 4 salan li Tirkiye berdewam kir ku niha amadekarî tên kirin di riya van jinan de ew perwerhî were belav kirin.

Ji aliyekî din ve ji nava bajarê Efrînê li gorî agahiyên taybet hate zanîn ku kesê bi navê Mistefa muslim derbasî Efrîn bûye û civîn lidarxistiye ku armanc ji serdana wî di riya dewleta Tirk vd îqnaa kirin û xistina xelkê Efrîn di nava hin partî û navendên olî yên li Efrînê ye.

Kesê oldar ê bi navê Mistefa Muslim yê bi ser dewleta Tirk ve di 22 heyva borî de derbasî herêma Efrîn bakur rojavayî Sûriye bû û bi şêx û rêveberên meclisên heremî yên ku ji aliyê Tirkiye ve hatibûn avakirin re civîn lidarxist. Li gorî agahiyan Mistefa Muslim di nava axftinên xwe de tekez kir ku pêwîst e hemû jin tevî zarokên xwe tevlî dersên olî yên ku wê li Efrîn pêk bên bibin. Muslim anî ziman ku ewê navendên şerîa yên olî taybet bi jinan di Efrînê de ava bikin.

Gava serdana Muslim ji Efrînê re di demekê de tê ku Rêveberiya kar û barên olî yên Tirkiye ragihand ku dewreyek şerîa ya jinan bi dawî kiriye ku tê de 50 jinên kurd amade bûn ku perwerdehiya wan 4 salan li Ceylan pinarê li ser sînorê Sûriye-Tirkiye berdewam kiribû.

  

Di raghinadina bi dawîkirina vê dewreyê de hate ragihandin ku dê ev jin di navendên olî de yên li Sûriye de dersan bidin.

Ev gav ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin wekî sîstema ku ji aliyê komên çete ên ku niha li wan hereman bi cih dibin de ye da ku kombûna xwe ya olî biparêzin ku ev şerteke sereke yê wan koma ye.

07.07.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً