LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Pêşmergeyên PDK parastina leşkerên dewleta Tirk dikin

Pêşmergeyên PDK parastina leşkerên dewleta Tirk dikin

NAVENDA NÛÇEYAN-Dewleta Tirk a dagirker bi rêya destkedayîn û piştgiriya pêşmergeyên herêma Kurdistanê û teşkîlata Parastin bi rehetî derbasî başûrê kurdistanê dibe û topbarana heremên PKK dike û li ser ragihandina xwe dagirkeriya dewleta Tirk rewa û bi behane dike.

Li gorî ew belge û agahiyên di rojên borî ku li ser Partiya Demîkratî Kurdistan (PDK) çi li ser tevnên civakî û ajansên cuda cuda de derketin holê bi awayekî vekirî PDK li gel nobedariya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê, teşkîlata Îstixbaratê ya Parastin li gel MÎT’a Tirk li Başûrê Kurdistanê bi taybet li dijî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û aliyên li dijî dagirkeriyê radibin ketine nava liv û tevgerê.

PDK bi rêya teşkîlata Îstixbaratê ya Parastina li gel MÎT’ê hevkar kar dikin, di şehîdkirina endamê Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb de destê wan heye. PDK bi rêya pêşmergeyên girêdayî xwe leşkerên artêşa Tirk ên xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye diparêze û heman demê li dorî navendên wan xendeqan dikolin. Her wiha ji bo parastina wan jî pêşmergeyan bikar tîne û dikin nobedarên wan ku ji bo gerîlayên PKK li wan nedin.

PDK a ku hevkarî û itîfaq bi dewleta Tirk re kiriye hewl dide bi rêya ragihandina xwe êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê rewa nîşan bide. PDK bi rêya ragihandinê ku bi pereyên ji gel didizin û weşanê dikin bikar tîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye dema referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê Serokomar Erdogan yek ji wan kesê herî zêde li dijî vê rabû û ji bo pêknehatina referandûmê ketibûn nava hewldanan. Niha jî PDK bi wan re di nava têkiliyan de ne.

11.07.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً