LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Sivîlên Efrînê ji xelkên xwe yên li derve têne qut kirin

Sivîlên Efrînê ji xelkên xwe yên li derve têne qut kirin

EFRÎN-Dewleta Tirk a dagiker û çeteyên bi ser ve, kiryarên xwe yên li dijî sivîlên Efrînê berdewam dikin, dewleta Tirk bi destê komên çete da ku sîstema xwe di her alî de li Efrînê feriz bike zexta li ser sivîlan zêde kiriye. Zext derketiye asta tengaviya tevger kirin û mafê xwe xwestinê.

Dewleta Tirk a dagiker û çeteyên bi ser ve, kiryarên xwe yên li dijî sivîlên Efrînê berdewam dikin, dewleta Tirk bi destê komên çete da ku sîstema xwe di her alî de li Efrînê feriz bike zexta li ser sivîlan zêde kirine. Li gorî agahiyên ji heremê hatine bidest xistin, dewleta Tirk dê dest bi serjimêra mal û milkên sivîlên Efrînê bike, da ku baceyan li ser sivîlan feriz bike û li gorî niştecihên Efrînê dê bace li ser yek donim erd 50 leyreya Tirkî were feriz kirin.

Ji aliyekî din ve û li gorî agahiyên ku ji Efrînê hatine girtin, li gundê Xelîl ocax yê bi ser navçeya Şêx Hedîd ve ji aliyê komên çete yên bi navê Sultan silêman şah, Hemzat û Emşat ve rastî serdegirtinê hatine. Beriya du rojan ji aliyê komên çete ve serdegirtina ser malên gundiyan pêk hatiye ku derngî şevê di saet 22:00 an de pere ji wan xwestine bi behaneyên cur be cur. Çavkanî da zanîn ku yek ji buyerên ku di wî gundî de pêk hatine ku komên çete bi ser mala kesekî temen mezin de girtine ku ew û hevjîna xwe tenê di malê de hebûn û ji mala wan alavên elketîrkê desteser kirine.

Di heman demê de, di 6 Tîrmehê de komên çete bi perspektîvên dewleta Tirk xwestin xelkên sivîl kom bikin û ew li mala kesê bi navê Omer hemîd xoca kom bikin, ku mala vî kesî ji aliyê çeteyan ve hate destser kirin û veguherandin navendeke leşkerî. Li gorî agahiyan di civînê de sivîl hatin tehdîd kirin ji aliyê çeteyekî ji koma Emşat û bi çeka xwe sivîl tirsand da ku kiryarên wan teşhîr nekin û dernexin derve û gef li wan xwarin ku divê biryarên wan qebûl bikin.

Zexta li ser sivîlan derketiye asta herî jor, li gorî agahiyên ku ji nava Efrîn hatine girtin hate eşkere kirin ku sivîlên Efrîn ên têkiliyê bi xizmên xwe yên li derve dikin têne ceza kirin, li gorî agahiyên ji Şehbayê hatine girtin gelek sivîl rewşa xizmên xwe yên li Efrînê nas nakin.

Di cîvînê de kesekî temen mezin rewşa gundên Efrînê vedibêje û got ku nabe komên çete darên wan bişewitînin. Piştî du rojan ji aliyê komên çete ve 50 hezar leyreyê Sûrî li ser wî kesî hate feriz kirin ji ber ku li dijî wan axivîye û gef lê xwarin ku eger careke din dûbare bike ewê were qetil kirin.

15.07.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً