LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Planên dewleta Tirk a operasyonên bi ser Iraq heta Sûriye ve..
Turkish army tanks and armoured personnel carriers (APC) are seen near the Turkish-Syrian border in Hatay province, Turkey January 23, 2018. REUTERS/Umit Bektas

Planên dewleta Tirk a operasyonên bi ser Iraq heta Sûriye ve..

Rojhilata Navîn her dibe qada ku şer, pevçûn û parvekirinên hêzên navdewletî wek Firansa, Birîtaniya, Amerîka û Rûsiya û hêzên herêmî mîna Îran, Tirkiyê û Îsrayîlê. Her xetek û her hêzek dixwaze serweriya xwe li ser vê xakê mehkûm bike. Rojhilata Navîn li ser esasê du xetan dimeşe sinî û şi’î, ev herdu xet bi rêveberiya welatên herêmê û piştgiriyên welatên navdewletî têne meşandin. Ev herdu xet jî depoya şerê sîstema netew-dewlet e, ji ber vê yekê di her şerekî de sîstema netew-dewlet fikrên olî, mezhebî û nijadî (qewmî) dide pêş. Lê di sedsala 20’an de fikirek dîtir di Rojhilata Navîn de derket, ew jî di bin navê Partiya Karkerên Kurdistan de bû. Ev partî di nava Tirkiyê û Îraqê de xwe bi rêxistin kir ku bang li mafên gelê Kurd ên rewa dikir, lê bi demê re nûnertiya xeta Netewa Demokrat kir û serkêşiya wê di Rojhilata Navîn de kir. Dewletên herêmê mîna Tirkiyê ku nûnertiya xeta Sinî dike, ji bo wê xeterî û metirsiya herî mezin ew bû ku gelê Tirkiyê rabe ser piyan û ji zordarî û zulma heyî re bêje na, ji ber vê yekê di kesayeta AK partiyê de dijîtiyê li hemberî xeta Netewa Demokratîk dikin, niha jî Komeleya Civakên Kurdistan (KCK) pêşengtiya xeta demokrasiyê dike. Bê navber dewleta Tirk a faşîst li beramberî qadên Mediyayê operesyonên leşkerî lidardixe û hewildanên xwe dike ku wan herêman ji gerîlayên PKK`ê vala bike.

Çima operesyona Pencê?

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca qutkirina herêmên Mediyayê ji hevdu û lewazkirina hêzên leşkerî operesyona bi navê Pencê di dîroka 27’Gulana 2019’an de bi daxuyaniyek fermî da. her wiha li gorî daxuyaniyê ku wê di nava vê operesyonê de hêzên komandos ên Tikriyê, tevî 1250 çete ji nava komên çete ku di nava opozisyona Sûriyê de cih digrin û perwerdeyên xwe li Tikriyê dîtine bigre, bi alîkariya êrîşên hewayî û bejahî operesyona xwe ji Xakûrkê dest pê kir. Hikûmeta AK partiyê beriya her gaveke hundirîn ji derve jî gavekê davêje, mînaka wê yekê mudexeleya wê ji Sûriyê re bû, her ji bo derxistina aloziya xwe ya hundirîn ji derve û beriya pêvajoyên nû di Tirkiyê de her dixwaze îspatekê ji bo xelkê Tirkiye pêşkêş bike. Di encama hilbijartinên di 24 Hizîrana 2019’an de operesyona bi navê Pence dest pê kir ku bikaribe baweriya gel qezenc bike.

Di çarçoveya qutkirina xeta kurdî ku ji başûr heta Rojavayî Kurdistanê de dest pê kiribû, Kerkûk di dîroka 16’Cotmeha 2017’an de ji hêla Heşd Şebî ve hate dagirkirin. Ev yek rê li ber dewaleta Tirk vekir ku di Sûriyê de jî herêmek xwedî stratejî û bi bandor bike armanca xwe, ev yek jî di operesyona di bin navê şaxa Zeytûnê de di dîroka 20’Çileya 2018’an de dest pê bû.

Hêzên veşartî di operesyona Pence de kî ne?

Di vê astê de nema, lê piştî dagikririna herêma Efrîn bi sê mehan bi hevkariyek Îranî-Tirkî operesyon li ser herêma Bradost dest pê kir, lê di wir de dewleta Tirk derbeyên giran xwarin, ji ber vê yekê bi hikûmeta Îraq, hikûmeta herêma Kurdistanê û partiyên di nava herêma başûr de cih digrin, peyman û lihevkirin bi pêş xistin.

Her çiqas hikûmeta Îraq bê deng be jî, daxuyaniyên fermandarê giştî ya hêzên Îraqê û serokê meclisa wezîran bi hatine hêzên Tirkiyê ji bargeha Başîqa re di çerçoveya daxuyanî û gefxwarin de man, lê ema pratîkên derxistina hêzên Tikriyê ji bargehê nehate kirin, ji ber vê yekê weke rûreşiyek siyasî ji hikûmetê re tê dîtin, bi aliyek din jî hevkariyek di navbera herdu hikûmetan de xuya dibe, bi rakirina herdu alan di operesyonên li dijî herêmên bakurê Îraqê de, xuya dibe ku hevpeymanên sirî hene.

Ji bilî negirtina helwestên pratîkî ji hêla hikûmeta Îraqê ve, hikûmeta herêma başûr tev partiyên wê PDK’ê û YNK’ê ve bê deng man. Li gorî axaftina analîzvanê siyasî di rojnameya Sebah a Iraqî Nûzad Hesen ku berê hikûmeta herêma başûr li dijî operesyonên başûrê Kurdistanê nesekinîne, her wiha alîkariya wan bi riya cîhaza istixbarata (Parastin) di aliyê agahî dayîn û erdnîgariya herêmê pênasekirin de tê meşandin. Her wiha ev operesyon di heman roja ku hilbijartina serokatiya Neçîrvan Barzanî de hate kirin, dest pê kir.

Di heman çerçoveyê de YNKê jî ti helwestên xwe derbarê vê yekê de nîşan nedaye, lê ema li gorî ku xuya dibe û tê dîtin ji 25’Mijdara 2018’an de ew jî bi girtina nivîsgehên Tevgera azadiya civaka Kurdistan û RJAK’ê ve hevkariya YNK’ê bi dewleta Tirk re eşkere bû. Bê dengiya wê jî heta niha tekezkirina hevkariya di navbera Tikriyê û YNK’ê ye. Ev yek piştî destavêtina MÎT a beşek partiyên başûrê kurdistanê de pêk hatibû.

Dewleta Tirk wê bighîne ku derê?

Operesyonên derveyî welatê xwe di peymana Netewên Yekbûyî de nakeve çerçoveya zagonên têkîliyên navdewletî, her çiqas mafê welatê ku êrîş û operesyonan bike hebe, lê ema nikare derbas bibe. Di rojên îro de ku dewleta Tirkiyê di nava NATO de cih digre dikeve xefkek nû de.

Di herêmê de kompolyên nû têne kirin ku di bin navê Rojhilata Navîn a mezin ku Amerîka di dema serkêşiya Condoleezza Rais di 07’Tebaxa 2003’yan de pêşkêş kiribû, tê piratîkirin. Ev proje di çerçoveya guhertina sîstem û sînora 23 dewletên herêma Rojhilata Navîn ku ji Lîbiya, Sûriya û Îraq de dest pê bike û ber bi Îran û Tikriyê ve biçe.

Rojev24

31.07.2019

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

أضف تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *