LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Berpirsê Radyoya Rêabz û Fûad elîko û hevpeymana li dijî malbata Berzanî

Berpirsê Radyoya Rêabz û Fûad elîko û hevpeymana li dijî malbata Berzanî

NAVEDNA NÛÇEYAN- Di riya belgeyên ku hatine bidestxistin derbarê Rêveberê di Partiya Yekîtî Kurdî li Sûriye PYKS û endamê berê yê Koalisyona hêzên opozisyona Sûriye Fûad elîko de, agahiyên nû yê ketina wî ya karê ku zerarê dighîne Bakur rojhilatê Sûriye de hatine eşkere kirin.

Di nava yek ji belgeyên ku hatine bi dest xistin, axaftinên di navbera Fûad elîko û kesê bi navê Xalid Elî ye Berpirsê Radyoya Rêbaz a li herêma kurdistanê ye. Di nava axaftinê herdu kesan de  mijara Endamê ENKS û endamê Desteya Danustandinan Ebdilhekîm beşar tê nîqaş kirin ku çawa destekê û piştgiriyê ji aliyê rêveberiya herêma kurdistanê û dewleta Tirk di heman demê de digre.

Ji aliyê xwe ve berpirsê Radyo Rêbaz Xalid Elî dibêje: “pêwîste veqetandin û parçebûn di nava refên partiya Yekîtî de were çêkirin ji ber rewşa ku niha tê de derbas dibe û dijîtiya wê ya hemberî pêwîstiyên dema niha de.”  Xalid elî di nava axaftinên xwe de berdewam dike ku pêwîste ev yek li ser partiyên din de jî were kirin ku hemû partiyên di nav ENKS ê de di vê yekê re derbas bibin.

Di nava axaftinan de, Fûad elîko balê dikşîne ser “zihniyeta desthilata tekane ya ku ElPartî pêk tîne hermaberî endamên ENKS ê û biryarên tekane yên yek alî ku digre taybet Ebildlhekîm beşar.”

Xalid elî jî ji aliyê xwe ve li ser kesayeta Ebidlhekîm beşar diaxive û wî bi kesayeta bê hêz bi nav dike, taybet piştî ku navê xwe ya di nava gel de winad kir û xwepêşandanên ku li dijî wî li Sûriye de derketin di dema dawî de, di heman demê de windabûna hemû kaxezên ku li ser bazar dike li Sûriye.

Di heman demê de Xalid elî dibêje ku rêveberiya herêma kurdistanê baweriyeke zêde dide Ebdelhekîm beşar heta ku bûye berdevkê fermî yê partiyên kurdî li Sûriye. Fûad elîko jî tekez dike ku “malbata Berzanî, Beşar kiriye lêvegereke nirxandina partiyên Kurdî, ku ev mijar tu carî ew qebûl nakin.”   

25.08.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً