LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Ji Efrîn û ber bi Qamişlo ve erkdarkirina Jinan

Ji Efrîn û ber bi Qamişlo ve erkdarkirina Jinan

EFRÎN –Dewleta Tirk a dagirker Jinên herêma Efrînê û pêkhateyên ku lê bicihbûne, tecnîd dike û dest bi perwerdekirina wan dike da ku ji xwe re bidin bikaranîn di xebata komkirina agahiyan de.

Çavkaniyên pê bawer ji nava herêma Efrînê derbarê rewşa dawî ya herêma Efrînê de hin agahî eşkere kirin, yek ji kesên ku bi xwe şahidî hin axaftinan bûye wiha ji me eşkere kir, di dema dawî de dewleta Tirk bi şandina hin berpirsên encumenên heremî ji malê hin kesên Efrînî re daxwaza vekirina hin dewreyan li encumenê kir û ev yek di bin navê dewreyên Terzîbûnê.

Ev heyv û nîveke ku dewleta Tirk bi riya van endamên encumena heremî hejmarek ji jinan di wan dewreyan de kom dikin, lê li gorî agahiyên ku hatine eşkere dê ev jin bo xebatên cuda yê veşartî ji dewleta Tirk re li heremên din ên Sûriye re kar bikin taybet herêma Qamişlo ya bi ser parêzgeha Hesekê ve.

Çavkanî navê 4 Jin û keçên ji gundê Çeqela yê girêdayî navçeya Şiyê di bin navê ku perwerdeya terzîbûnê dibînin, wan li ser perwerdeya avakirina şaneyên razayî birêxistin dike.

Jinên ku hatine naskirin jî navên wan wiha ye: Ceylan Mihemed Mihemed, Yasmîn hevjîna Mihemed Cume Betal, Hacer keça Mihemed Ewcik û keça Tahîr Erslan.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku beriya hefteyekê li bajarê Reqa yê di bin kontrola hêzên QSD ê de jineke ku ji aliyê MÎT hatiye birêxistin kirin, hate girtin ku ew jin ji dervey xebatê komkirina agahiyan hin xebatê din dida meşandin.

25.08.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً