LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Berpirsê Radyoya Rêbaz û Fûad Elîko li dijî Ebdelhekîm beşar

Berpirsê Radyoya Rêbaz û Fûad Elîko li dijî Ebdelhekîm beşar

NAVEDNA NÛÇEYAN- Di riya belgeyên ku hatine bidestxistin derbarê Rêveberê di Partiya Yekîtî Kurdî li Sûriye PYKS û endamê berê yê Koalisyona hêzên opozisyona Sûriye Fûad elîko de, agahiyên nû yê ketina wî ya karê ku zerarê dighîne Bakur rojhilatê Sûriye de hatine eşkere kirin.

Berpirsê Radyoya Rêbaz Xalid Elî di nava axaftinên xwe de vê eşkere dike ku metirsiya wî ya ji rêveberiya Ebdelhekîm beşar ji lêvegera Kurdî li Sûriye re heye, di heman demê de diyar dike ku baweriya wî bi Ebdelhekîm beşar nayê. Ev axaftin di nava yek ji belgeyên veşartî yên di navbera wî û Fûad elîko de bû.

Ji aliyê xwe ve Xalid elî ji rêveber Fûad elîko dixwaze ku Ebdelhekîm beşar ji rêveberiya encumenê were dûrxistin, û li şûna wî Fûad elîko cih bigre ku ew ji beşar zêdetir mafdar e ku rêveberitiyê bike.

Fûad elîko jî ji aliyê xwe de dibêje ku xwe gihiştina rêveberiya ENKS ê ne hêsan e ji ber pêwîstiya mezin a qederek ji pereyan heye, da ku xwe bighîne rêveberiya ENKS ê û dengan bikire, her weha raya giştî û gel qezenc bike, ku ev dê bibe mijara xwe gihandina desthilatê li şûna Ebdelhekîm beşar.  

Di heman mijarê de, Fûad elîko terzê Ebdelhekîm beşar şîrove dike û dibêje ku ew kesayetan dikire û ciwanan tecnîd dike di riya hin xizmetên ku pêşkêş dike di aliyê hindirîn an derve de be bi armanca ku dengê ciwanan di nava ENKS ê de bidest bixe.

Fûad elîko di berdewamiya axaftina xwe de eşkere dike ku pêwîste jêderke derayî wekî (şîk) were peyda kirin, da ku ji nû de rol û ast di nava ENKS ê de werin diyar kirin, ku ev mijar dê pêk were eger jêdera derayî ya pêwîst were temîn kirin.

26.08.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً