LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Gendeliya derayî û rêveberiyê di şimaya ENKS ê de

Gendeliya derayî û rêveberiyê di şimaya ENKS ê de

NAVEDNA NÛÇEYAN- Di riya belgeyên ku hatine bidestxistin derbarê Rêveberê di Partiya Yekîtî Kurdî li Sûriye PYKS û endamê berê yê Koalisyona hêzên opozisyona Sûriye Fûad elîko de, agahiyên nû yê ketina wî ya karê ku zerarê dighîne Bakur rojhilatê Sûriye de hatine eşkere kirin.

Di nava yek ji belgeyên ku hatine bidestxistin de, axaftina di navbera Fûad elîko û Endamê Encumena Niştîmanî Kurdî ENKS ê yê bi navê Necimeldîn mihemed de ye. Di nava van axaftinan de tê eşkere kirin ku di nava encumenên herêmî yê ENKS ê de gendelî heye, ku çawa endamên ENKS ê pereyan didin da ku derbasî herêma Kurdistanê an jî derbasî Tirkiye bibin.

Ji aliyê xwe ve kesê bi navê Necimeldîn dibêje ku endamên ENKS ê, malên dûrî bajar kirê dikin û lê bi cih dibin da ku civînên xwe lidarbixin, ku di wan civînan de pereyan digrin. Di yek ji civînên bi vî awayî, endameke ENKS ê mala xwe ji encumenê re kirê dike heta 4 rojan beramberî ku 150 Leyre Sûrî bigre.

Endamê ENKS ê Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de diyar dike ku bi dehan ji dozên gendeliyê di warê Rêveberî û Derayî di nava ENKS ê de hene, di heman demê de di nava kombûn û partiyên siyasî û rêxistinên ciwanan ên di bin sîwana wê de. Mihemed eşkere dike di nava axaftinên xwe de ku ji ber zextên derve nedikarî van dozan eşkere bike, her weha ji ber sozên rêveberên encumenê ku li ser mijara gendeliyê rawestin di nava ENKS ê de û rê li ber bigrin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev dozên gendeliyê di nava refên encumena ENKS ê de, derketiya asta herî jor, ku di encamê de bi dehan ji rêveber û alîgirên encumenê xwe dûr bixin û helwest nîşan bidin û ji nava refê wê vekşin ku gelek ji wan berê xwe dan welatên Ewropa, ji dervey ku hejmark ji rêveberên di asta siyasî ya yekem de ji nava encumenê veqetin.

27.08.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً