LEZGÎN
Home / Nûçe / Li ser Ehrar elşam plan û projeya dewleta Tirk eşker dibe

Li ser Ehrar elşam plan û projeya dewleta Tirk eşker dibe

NAVENDA NÛÇEYAN-Piştî pêşveçûna dawî ya rêjîma Sûriye û topbarana hêzên Rûsya bi ser gundewarê Idlibê de gelek komên çete vekşiyan û ji nava wan koma radîkal a Ehrar elşam e ya ku tenê hejemajek ji wan tevî Heyet Tehrîr elşam di nava bajar de şer dike. Dewleta Tirk jî da ku vê komê winda neke dest bi civînan kiriye û planên guhertina naveroka vê tevgerê dike.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyekî taybet hatiye bi dest xistin, civînek asta bilind di navbera serbazên dewleta Tirk û komên çete de li gundewarê Idlibê li Drait Iza hate lidarxistin. Civîna serbazên dewleta Tirk bi Meclîsa Şûra ya tevgera Ehrar El Şam re di 18 Tebaxê de li Drit Iza hate lidarxistin. Li gorî çavkaniyên taybet, serçeteyên ku di civînê de amade bûn ev in:

1. Berpirsê Dosya Ewlekariyê li Sûriyê Ebû El Firqan

2. Rêveberê asta duyemîn ê di nava Tevger Ehrar elşam de Ebû Silêman

3. Cebêr Elî Beşe

4. Neqîb Ebû Ehmed yê bi şûnkar Neqîb

5. Ebû Nîzar

Hate eşkere kirin ku nîqaş li ser rewşa Tevgera Ehrar El Şam a dawî de ji aliyê serbazên dewleta Tirk de hate vegotin di derbarê, tevgera wê ya di nava Idlibê de, herêma “Mertala Firatê” û herêma Efrînê de ku dê çeteyên wê li van herêman werin delav kirin. Dewleta Tirk li gorî hevpeymana bi Rûsya re dê komên çete yên li Idlibê ji nav bibe û gelek ji wan di bin navê cude de birêxistin bike, dateyên civînê wiha ne:

1. Tevgera Ehrar El Şam li Idlibê navê xwe guhart û bi temamî di bin sîwana Heyet Tehrîr El Şam de wê bixebite.

2. Li herêmên Mertala Firatê û Şaxê Zeytûnê de dê were belav kirin. Ji 100-150 tevî serçeteyekî

di nava komekê de werin bi cih kirin.

Li gorî daneyên ku ji herêma Idlibê têne diyar kirin, operasyoneke ya hevbeş bi erêkirina hemû aliyan bi ser Idlibê were kirin lewra dê Ehrar elşam jî bi hejmara heyî li Idlibê were hedef girtin.

Çavkaniyan eşkere kirin ku tenê koma bi navê “Foca 81” ên hêzên fedayî dê li herêma Idlibê bimînin. Lê beşek mezin ji wan li ser zimanê serokê vê komê yê bi navê Cabir elî başa di radestkirina herêma Xan şêxûn de di 20 tebaxê de berpirs bû.

05.09.2019

Rojev24

Check Also

Erdogan ketiye metirsiyê û bi Babacan û Dawid oglo re ketiye têkilyê

Nivîskara rojnamevan Ozlîm akarso tşalîk diyar kir ku Serokê Turkiye Recep tayyp Erdogan komîteyeke ku …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *