Hevpeymana navdewletî serkêşiya dewriyên “herêma aram” dike

Nûçe, SLIDER

NAVENDA NÛÇEYAN-Piştî nîqêşn herî dawî yên di navbera Tirkiye û Amerîka de û lihevkirina derbarê herêma aram de li Bakurê Sûriye, îro di 8 Îlonê de yekemîn dewriyên hevbeş di navbera Tirkiye û Amerîka de li Bakurê Sûriye ya herêma Girê Spî niha pêk tê.

Herêma bi aram a ku piştî nîqaşên di navbera Amerîka û Tirkiye de û bi danustandina bi hêzên Sûriya Demokratîk re, li ser çawaniya avakirina vê herêmê cara yekemîn ji qonaxa pêkanaîna wê niha li herêma Girê spî ji aliyê Bakurê Sûriye ve dewriya hevbeş ji zîrpoşên Amerîka û Tirkî ber bi gundê Heşîşa yê Girê spî ve diçin û dê dewriyê heta bajarê Serê kaniyê ve biçe. Dewriya ku di saet 10:30 vê sibehê de destpêkiriye ji 6 zîrpoşên Amerîkî û 6 jî Tirkî bi rê ketine. Li gorî çavkaniyên ji herêma Girê spî ev dewriyê bi serkêşiya hêzên Amerîkî hatiye dest pêkirin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku herêma aram a ku tê bi nav kirin, dê li ser dirêjahiya 88 km be û bi kurahiya ji 5 heta 14 km be.

Ji aliyê xwe ve jî hêzên QSD di nava heftiya dawî de tunel û mewziyên nêzî sînor li gorî itîfaqê ji holê rakirine û hêzên QSD bi paş de kişandine. Li şûna wan jî hêzên meclisa Eskerî ya Girê spî a Bakurê Sûriye niha cih digre.

08.09.2019

Rojev24

Leave a Reply