Li dijî dewleta Tirk xwepêşandanên gelêrî

Nûçe, SLIDER

NAVENDA NÛÇEYAN-Piştî rewşa dawî ya li Idlibê û itîfaqa radestkirina Xan Şêxûn ji rêjîma Sûriye re, bi hevpeymanake di navbera Rûsya û Tirkiye de, ji aliyê hemwelatiyên Idlibê ve xwepêşandan û meş ber bi sînorê Tirkiye ve diçin.

Heyet Tehrîr Elşam (Cebhet Elnusra berê), hemû riyên ku dighêjin dergeha (Bab elhewa) yê sînorî li gundewarê bakurê Idlibê girt, da ku hejmara zêde ya amadeakriyên xwepêşandanan û meşên li dijî dewleta Tirk rawestîne.

Li gorî agahiyên ku ji herêma Idlibê hatine bidest xistin, Tevgera HTŞ ev du roijn bê navber bendên kontolê li nava bajar zêde kiriye taybet li ser herdu riyên (Atma – Bab elhewa) û (Sermeda-Bab elhewa), çavkanî dest nîşan kir ku ev ji ber rê girtina xwepêşandanên li dijî dewleta Tirk tê kirin da ku berê xwe nedin sînorê Tirkiye wekî ku di heftiya borî de pêk hat dema ku hemwelatiyên Idlibê meşên gelêrî û şermezarkirina dewleta Tirk kirin.

Ev rêgirtina ku li herêma Idlibê pêk tê, ji ber amadekariyên xwepêşandanên gerlêrî li dijî dewleta Tirk e û hevpeymanên ku bi Rûsya re pêk tîne ku herî dawî itîfaqa radestkirina Xan Şêxûn bû. Çavkaniyan eşkere kirin ku dê li herêma Idlibê û hemû gundewarê wê di bin navê “Na ji Sotşî re, Erê ji rewatiya navdewletî re”,xwepşandan derkevin.

Çavkaniyan eşkere kirin ku bajarên (Arîha, Sermeda, Marat elNaman, Kefer texarîm, Cisir elşixûr, Sahat bab elhewa ya kevin û Idlib) amadekariyên xwepêşandanên gelêrî mezin dikin.

Hêjayî bi bîrxistin ye ku dewleta Tirk ji dema xwepêşandanên li dijî artêşa wê deriyê sînorî ya Bab elhewa girt heta di rewşên awarte de jî, ji ber rewşa gel a ku ji helwesta Tirkiye ya bi Rûsya û rêjîma Sûriye re û lihevkirina ku li ser hesabên wan tê kirin.

Di nava herêma Idlib û gundewarê wê de bi qasî 4 milyon kes niha di rewşeke tengav de jiyan dikin, ji ber topbarana belafirên şer ên Rûsya û bêdengiya ku dewleta Tirk raber dike de û helwesta Heyet Tehrîr elşam a ku gel xistiye bin zext û zorê de.

08.09.2019

Rojev24

Leave a Reply