LEZGÎN
Home / Nûçe / Bi riya endamên ENKS’ê pere ji hemwelatiyên Efrîn tê girtin

Bi riya endamên ENKS’ê pere ji hemwelatiyên Efrîn tê girtin

EFRÎN-Di berdewamiya tensîqa di navbera dewleta Tirk û endamên ENKS’ê de, da ku hemwelatiyên Efrîn têxe bin kontrola xwe de, rêze civîn ji endamên ENKS’ê yên herêmî re ji aliyê MÎT ve tê lidarxistin. Di civînan de ew endam têne erkdar kirin.

Herêma Efrîn a ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên bi ser ve hatiye dagir kirin rastî kiryar û zextên ji her alî de tê. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, ev demeke ku ji hemwelatiyên Efrînê rêze civîn têne lidarxistin bi armanca qebûlkirina dagirkeriyê û rewşa xwe çareserkirinê û biryaraên ku li heremê têne feriz kirin pêk bînin.

Çavkaniyên ji Efrînê eşkere kirin ku di dawiya meha Tebaxê de sê civîn li Efrînê hatin lidarxistin. Yekem civîn di navbera MÎT û serbazên dagirkeriya Tirk de, civîna duyemîn di navbera MÎT û ENKS’ê de û civîna sêyemîn jî di navbera MÎT û serçetan de. Li gorî agahiyan jî wê her sê civîn di navenda walî de werin lidarxistin.

MÎT, endamên ENKS’ê erkdar dike

Çavkanî dest nîşan kir ku di 17’ê Tebaxê de civîneke taybet di navbera MÎT û endamên ENKS’ê de li navenda walî de hat lidarxistin. Ev civîn bi armanca aktîvkirina hemû saziyên xizmetguzariyê bi alîkariya dewleta Tirk û hemwelatî xistine nava saziyan de hate lihevkirin. Her weha hat diyar kirin ku berpirsên van sazî û komîteyên xizmetguzariyê jî divê Kurdên heremê bin, da ku rewatiya van saziyan bidin ava kirin.

Ji endamên ENKS’ê yên ku hatine erkdar kirin,kesê bi navê Izat Kurdî ye,bi xwe ji Efrînê ye û nêzî dewleta Tirk e, di aliyê destekdayîn û alîkariya dewleta Tirk de kar û xebatê xwe di nava Efrîn de dimeşîne, lê bi navê PDKS ku yek ji partiyên sereke di nava ENKS’ê de ye.

Xebatê Izet Kurdî bi MÎT’ê re

Li gorî rewşa dawî ya Efrînê û agahiyên ku ji heremê hatine girtin. Endamê komîteya herêmî yê PDKS Izet Kurdî agahiyan derbarê hemwlatiyên Efrînê de derbarê ciwanên wan de û mal û milkên wan dighîne komên çete yên ku li Efrîn bi cih dibin. Izet kurdî navê ciwanan bi vê yekê radestî çeteyan dike, û ciwanan agahdar dike ku ewê navê wan radest bike, lewra ciwan mecbûr dimînin ku pereyan bidin da ku navê wan neyên eşkere kirin û neyên girtin.

Izet Kurdî ku ji gundê Mamilo ye, têkiliyên wî herî zêde bi koma çete ya bi navê Amşat re heye, Kurdî hatiye erkdar kirin ku agahiyan li ser ciwanan radest bilke ango fidye ji xelkê heremê bigre. Li gorî agahiyên ku me girtine, beriya heftiyekê rêveberê PDKS’ê Izet Kurdî derbasî mala kesê bi navê (c.m) dibe, ku Kurdî ji vî hemwlatiyî 35 hezar leyerên Sûrî xwestiye da ku radestî koma Amşat bike. Çavkaniyan ji nava Efrîn eşkre kirin ku koma Amşat ji xelkê heremê 20 hezar leyre Sûrî digre, lê Izet Kurdî 35 hezar leyre xwest, ku ev tekez dike ku ji xwe re jî pereyan ji xelkê heremê digre.

Hêjayî bi bîrxistinê ye, bê navber ji aliyê Endamê komîta heremî ya PDKS’ê Izet Kurdî ji çeteyên koma Amşat re xwarin tê amade kirin. Lê Izet Kurdî xwe wekî belngaz ji xelkê re nîşan dide wekî ku bi penaberên Efrîn ên li Şehbayê re dikeve têkiliyê.

Izet Kurdî bûye sedema girtin û windakirina bi dehan ji ciwanên navçeyên Şêx hedîd û Mabetlî wekî ku hemwelatiyên Efrîn eşkere kirine.

11.09.2019

Rojev24

Check Also

Erdogan ketiye metirsiyê û bi Babacan û Dawid oglo re ketiye têkilyê

Nivîskara rojnamevan Ozlîm akarso tşalîk diyar kir ku Serokê Turkiye Recep tayyp Erdogan komîteyeke ku …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *