Erdogan û parçebûna desthilata wî

Nûçe, SLIDER

NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî ji navbirina partiya AKP’ê, bi riya veqetandina hejmarek ji endamên wê yên sazker, Erdogan êdî ketiye rewşeke lêgerîna nû ku çawa rewşa heyî çareser bike, taybet piştî zêdebûna van veqetandinan. Bi vê Erdogan desthilta wî di xeteriyê de ye, piştî rewşa kesên dijber û alîgirên wî ku êdî siyaseta wî û desthilata rêvebirina welat nema qebûl dikin. Ev rê li ber lidarxistina hilbijartinên pêşwext di nava Tirkiye de vedike.

Bi dehan ji parçebûnên di nava Partiya AKP’ê de niha pêk tên, li gorî çavkaniyên çepemenî hate eşkere kirin ku Partiya AKP’ê ku wekî desthilata li Tirkiye tê bi nav kirin bi serokatiya Recep tayyp Erdogan, ji ber veqetandinên zêde windehiyeke mezin jiyan dike û di rewşeke xerab re derbas dibe. Çavkaniyan ev wekî encamên têkçûna aboriya welat, binpêkirinên der heqê gel, alîgir û dijberan de girê dan. Ev rewş bi hilbjartinên pêşwext li Tikriye tê pêşbînî kirin.

Ji aliyê xwe ve seroka Partiya dijber a El-Xêr Mîral Akşenar, di daxuyaniyekê de got ku firsendeke din a Erdogan ku serokatiya komara Tirkiye bigre tune ye. Her weha amaje bi wê yekê kir ku Erdogan vê rastiyê baş dizane. Akeşenar da zanîn ku desthilata kesê bi tenê û sîstema fetisandina welat êdî Perlemantoya welat jî derbas kiriye.

Çavdêrên ku reşwa Tikriye dişopînin, eşkere kirin ku piraniya axaftin û sozên ku Erdogan daye civaka Tirkiye pêk ne hatine, ev yek rê da ku alîgiriya Erdogan lewaz bibe û ev wekî têkçûna Erdogan bi nav kirin. Çavdêran sozên Erdoagn ên çareserkirina rewşa bê kariyê, xurtkirina aboriya welat û sînordarkirina binpêkirina mafê partî û dijberên welat, hemû di cihê xwe de man.

Piştî veqetandina ji partiya AKP’ê ya, Cîgirê serokwezîrê berê yê Tirkiye Babacan û beriya wî serokê berê yê Tirkiye Ebdelah gul, niha jî rêz gihişte serokwezîrê Tirkiye yê berê (2014-2016) Ehmed dawid oglo. Wekî binketina Erdogan tê xuya kirin, taybet piştî daxuyaniya oglo ku AKP’ê nema dikare têkoşînê bike û êdî ev partî ji dervey pîvanan tevdigere.

Ji aliyekî din ve jî, li gorî raporeke taybet Serokê niha yê şaredariya Stenbolê Akrem îmam oglo wekî xeteriye ji desthilata Erdogan re, ji ber ku di hilbijartinên şaredariya li Stenbolê di 31 adarê û 23 pûşberê de bi ser ket.

Hilbijartên serokatî û cîbicîker li Tirkiye her 5 salan têne lidarxisrin, cara dawîn jî di 2018 an de bû, sala nû jî gerek sala 2023 an be. Lê ev veqetandinên ku pêk tên, pêşbîniya lidarxistina Erdogan a hilbjartinên pêşwext dibe ku derxe holê.

19.09.2019

Rojev24

Leave a Reply