LEZGÎN
Home / Nûçe / Sûcên dewleta Tirk a bikaranîna kîmawî eşkere dibin

Sûcên dewleta Tirk a bikaranîna kîmawî eşkere dibin

NAVENDA NÛÇEYAN-Bijîşkê beşê şewitandinê Ebas Mensûran ê ji Siwêdê hatiye Rojava, têkildarî êrîşên Tirkiyê raporek amade kir, tê de sûcên dewleta Tirk belge kiriye.

Mensoran yê bi dildarî di nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Hesekê de kar dike bi dehan kesên şewitîne derman kir. Mensoran di raporê de dibêje ” Di 13 ‘ê Cotmeha 2019‘an ez di nexweşxaneya bajarê Hesekê de xebitîm da ku alîkariya birîndaran bikim û nêzîkî nexweşan bim.”

Mensoran dibêje rapor ji 15 rûpelan pêk tê, li gel wî wêneyên birîndarên şewatê jî hene û wiha didomîne: “Dema li wir bûm min hevdîtin bi kesên ku bi rengekî ne normal birîndar bûne kir. Tecrûbeya min a di vî warî de vedigere qonaxa yekemîn a şerê Iraqê di salên 80‘î de. Regên şewatê û bermahiyên wê yên ku min li Rojava dît cûda bûn û ne normal bûn. Ji min re eşkere bû ku ev şewat encamên bikaranîna çekên kîmyewî ne.”

Bijîşk Ebas Mensoran di raporê de diyar dike “Ez dikarin piştrast bikin ku fosfora spî û madyên kîmyewî di meha Cotmehê de li Rojava hatin bikaranîn.”

Di raporê de tê destnîşankirin ku hejmarek mezin ji sivîl bi van çekan şewitîne “Me bi sedan nexweşan nas kirin piraniya wan sivîlan jin û zarok bûn ji ber êrîşên Tirkiyê komên îslamî yên li ser Serêkaniyê, Girê Spî û gundên derdora wê şewitî bûn.”

Ebas Mensoran lîsteya cûreyên birînên ji ber êrişên Tirkiyê amade kir. Lîste ji 15 bendan pêk tê.

02.11.2019

Rojev24

Check Also

Erdogan ketiye metirsiyê û bi Babacan û Dawid oglo re ketiye têkilyê

Nivîskara rojnamevan Ozlîm akarso tşalîk diyar kir ku Serokê Turkiye Recep tayyp Erdogan komîteyeke ku …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *