LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Kuştina 25 sivîlan li Tirkiye hîn bê lêpirsîn e

Kuştina 25 sivîlan li Tirkiye hîn bê lêpirsîn e

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, dema 7 qedexeyên derketina kolanan ên di navbera 1’ê Cotmeha 2015’an û 14’ê Adara 2016’an de, bi gullebarandina hêzên leşkerî, maşîneyên zirxî û sekteya dil 25 kes hatin kuştin. Der barê kuştina 25 sivîlan de, lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê di çarçoveya dosyayê de heya niha tu pêşketin çênebûye û giliyên têkildarî kuştinan jî, hemû bê encam man.

Di çarçoveya lêpirsînê de, îfadeyên gelek şahidan hatin girtin û şahidên îfade dane hemûyan jî, gotine sedama kuştina mirovan hêzên leşkerî û polîsan in. Lê di lêpirsîna heya roja îro de, îfadeya rayedarekê leşkerî û polîsan nehatiye girtin. Ji ber vê yekê fikara ku dosye bi demê re ser bê girtin heye.

19.11.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً