LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Bi perspektîvên nû şaneyên DAIŞ êrîşên xwe zêde dike

Bi perspektîvên nû şaneyên DAIŞ êrîşên xwe zêde dike

DÊRAZOR- Di demeke ku êrîşa dewleta Tirk a li ser Bakur rojhilatê Sûriye zêde bûye, çeteyên DAIŞ wekî şane çalakiyan li dijî sivîlan dikin ku di nava heftiyekê de şaneyên DAIŞ êrîşî hin gund û kesên sivîl li gundewarê Dêrazorê kirine.

Li gorî çavkaniyên heremî di 19 mijdarê de gırûpeke çeteyên DAIŞ ku wekî şane tevdigerin êrîşî gundê Nemliye yê bakurê gundewarê Dêrazorê kirin, di êrîşê de şaneyên DAIŞê him çekên giran wekî hawin û çekên sivik bikaranîn, di encamê de şîniyên gund û hêzên QSD bersiv dan êrîşa DAIŞ ê û hemî çete mecbûr man ku birevin.

Çavkaniyan amaje bi wê yekê kirin ku ev êrîş diyar dike ku şaneyên DAIŞ ji nû ve dikeve tevgerê de taybet li rojhelat û bakurê gundewarê Dêrazorê.

Girêdayî vê êrîşê li gundewarê Dêrazorê êrîşên DAIŞ li ser sivîlan zêde bûye, li herema Zîban kesek sivîl ji aliyê şaneyên DAIŞ ve li ser riya zeviyê El Omer hate kuştin, her weha li gundê Cidyedet Begara li bakur gundewarê Dêrazor kesek bi navê Mihemed ku temenê wî 48 salî ye ji aliyê şaneyek DAIŞ ku li ser motorekî bûn hate hedefgirtin û kuştin.

Ev rewşa ku niha li gundewarê Dêrazorê rû dide, girêdayî êrîşa dewleta Tirk a li ser bakur rojhelatê Sûrî ye, her weha DAIŞ piştî êrîşa Tirkan êrîşên xwe zêde kiriye, ev rewşa diyar dike ku Tirk dixwazin bi destê DAIŞ rewşa heremê tevlîhev bikin û metirsiyekê derbasî heremê bikin li gorî hemwelatiyên wan hereman.

20.11.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً