LEZGÎN
الرئيسية / Rojhelata Navîn / HİKUMETA AKP’ê Û DANASÎNA ATATURK WEKE XWEDAYÊ DEMÊ

HİKUMETA AKP’ê Û DANASÎNA ATATURK WEKE XWEDAYÊ DEMÊ

Dewleta Turk bi hemî şêweyî dixwaze komkujî û reftarên hovane yên imperetoriya Osmanîya û kiriyarên Kemal Ataturk weke nirxekî pîroz yê gelê Turkî bide naskirin, û qetilam û kiriyarên dijmirovî ya di dîroka Turkî de hertim di pêş de ji aliyekî bo raya giştî bide veşartin û ji aliyekî dîtir ve jî berdewmaiya siyaseta qirker û qetilker biparêze, û weke nirx û serketina herî pîroz di dîroka Turkî de raberî cîhanê bike, ku AKP’ê û rayedarên Turk dîrok, gel, û pêşeroja Turkî hemo dike qurbaniya siyaset û destkefityên Kemal Ataturk ên bi xwîna gelan hatin xemilandine bike, xewin û xeyalên Erdogan ku di serdema niha de xwe weke Ataturkê demê bi nav bike, ji ber wê hikûmeta AKP’ê bi rê û rêbazên cûda siyaseta qirkirinê dide meşandin li ser hemû pêkhateyên civaka Turkî, û niha jî li herêmên dagirkirî li Sûriyê eynî polîtîk û stratecî dide meşandin.

Ji bo mayîndekirina ideoljiya Ataturk ya nijadperest û qetilker, şaxên perwerdeyê ya MİT’a Turk tevî saziyên perwerdê û fêrkirinê siyasetek qirêj di nava dibistan û zanîngehan de didin meşandin, tevî hemo ders û perwerdeyên avakirina zihniyetek faşîst û nijadperest di mêjîyê zarokên dibistana de, ji pîrozkirina gotinên Ataturk, û ew weke xweda bi navkirin, û nirxê exlaqî ya nijadperestiya Turk, mamoste û rêveberiyên dibistana li hemû deveran li Turkiyê bi awakî rojane sloganên her sibeh û herdemên navberan li dibistanan û saziyên perwerdeyê zarokan mecbûr dikin ku sloganên Turkî yên banga qirkirina pêkhateyan dike û komkujiyê dewleta Turk pîroz dike bibêjin, di heman demê de ferizkirina zarokan ku nimêjê ji sûret û peyîkerê Ataturk re bikin weke rotîna rojane li dibistana, yên ku wê jî nekin weke Xayîn têne bi navkirin û ji hemû zarokên dîtir têne dûrxistin.

Derbarê vê yekê de hate zanîn ku di 2’ê mijdarê de ku roja îlankirina komariya Turk ji aliyê Kemal Ataturk ve ye, li eyaleta Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ku zêdetir pêkhateya kurdên Elewî lê jiyan dikin tevî hemo pêkhateyên dîtir ve, û her wiha di navbera salên 1937 û 1939’an de rastî pêvgaveke hovane ya qetilamê ji aliyê hikûmeta Ataturk ve hatibûn kirin û bi deh hezaran welatiyên Dêrsimê hatin qetilkirin. MİT’a Turk tevî rêvebirên dibistanan li hejmarek dibistanên Dêrsimê, zarokên kurd mecbûrkirin ku rêzikên pîrozkirina qetilkerê bav û kalên gelê Dêrsimê, bikin û serê xwe 10 deqeyan ji sûretê Ataturk re bitewînin, tevî dubarekirina sloganên pîrozakirina wî ku raberbikin ewê van zarokan qurbanî xewin û xeyalên Ataturk bikin, ev yek jî dikeve xana berdewmiya qetilama Dêrsimê heta roja îro, ku berê qetilama etnîkî hate kirin berdewamiya wê asîmlekirina gel û qetilkirina firkir û dîroka wane.

Di heman demê de li ser xaka Sûriyê ku hikûmeta Turkiyê rola sereke di kuştin, û wêrankirina gelê Sûrî de cihê xwe girt, AKP’ê li herêmên dagirkirî ku qetilam lê hatin meşandin ji aliyê çeteyên wê ve, eynî siyast dide meşandin, lê ji ber ku herêm ne Turkiye, vê carê sûret û peyîkerên Erdogan li dîwarên dibistan û mizgeftan de tên daliqandin, û siyaseta Turkirina gel û erdê jî bi awayekî lez tê meşandine, û Erdogan weke pêxemberê demê li wan deveran tê naskirin, ew jî bi dagirkeriya gîştî ji xak, gel, fikir, ziman, tê naskirin.

Her wiha girêdayî vê yekê û derveyî sînorê Turkiyê bi hezaran kilo metra sînorên nû yên nijadeperesitiya Turk û İslama Erdogan têne avakirine, ku beriya demekê li çendîn dewletên Efrîkî ye İslamî ku Turkiyê serweriya istixbaratî, aborî, û siyaseta islama siyasî li ser wan dide meşandin, weke Soamliye, Sudan, Nigireya, Libiya, û Morîtaniya û hejmarek dewletên Efrîqî ye dîtir, li wan deveran munezemeyên girêdayî MİT’a Turk siyaseta dû-alî ya qirkir û asîmle yê dide meşandin, ku ji aliyekî de li hemû mizgeft û dibistanên wan deveran Erdogan weke pêxemberê demê tê naskirin û di civaka wê de rê jî wî weke nirxekî pîroz û xelîfeyê musilmana nasdikin di vê çarçoveya teng de, û ji aliyê dîtir ve MİT perwerde û dersên taybet li ser destkeftiyên qirêj yên Mustefa Kemal Ataturk zarokan dide fêrkirin, ev stratîcî dikeve xana berjewendiyên Turkî li welatên xizan û rengekî nû ye ji dagirkeriya fikrî û bîrdozîk, ku ev tişt di pêşerojê dibin bîngeh ji bo xewin û xeyalên AKP’ê derbarê berfirehkirina dagirkeriya xwe de.

20.11.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

أضف تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *