LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / BI DATE: ARTÊŞ Û ÇETEYÊN TURK PEREYAN Jİ BAZİRGANİYA LAŞÊ SİVÎLAN QEZENC DİKİN

BI DATE: ARTÊŞ Û ÇETEYÊN TURK PEREYAN Jİ BAZİRGANİYA LAŞÊ SİVÎLAN QEZENC DİKİN

Çavkaniyên medyayî û raporên navdewletî tekez dikin ku di nava Turkiyê de bazirganiya laşên insanan bi hejmareke mezin tê kirin. Bûyer û kiriyarên bazirganiya laşê însan ji aliyê Mafia û MİT’a Turk de bi awayekî rojane diqewim in, ku salane rêjeya bazirganiya laşên însanan li Turkiyê dighêje zêdetirî 10 hezar bûyerê li gorî aliyên têkildar bi sucên der heqê mafê mirovan de. Her weha di rêze hejmar ji raporan hate eşkere kirin ku qurbanî herî zêde ji kiryara bazirganiya laşan ên Zarok, Jin, Xwendekar, Turist û Penaberan e.

Li gorî zanyariyên hin çavdêrên li Turkiye hate dest nîşan kirin ku kiriyarên wiha bi destpêkirina krîza Sûrî û dagirkirina Turkiyê ji herêmên Sûrî re gihişte asteke pir bilind, dewleta Turkî jî penaberên Sûrî di gelek aliyan de weke kaxezeke bazirganiyê ya di asta herî hov û qirêj de bikar anî, ji rewakirina dagirkeriya xwe li ser xaka Sûrî, heta bikaranîna penaber û gelê Sûrî yê di bin serweriya Turkî de wekî alavekî bazirganiyê di bazara reş a cîhanê de.

Derbarê van kiriyaran de hate zanîn ku dewleta Turk û çeteyên wê bi dirêjahiya salên dagirkeriya xwe li ser xaka Sûrî de li herêmên dagirkirî bi navê Mertala Firatê, Efrîn û Idlibê, penaber û gelê Sûrî weke alava bazirganiyê û qezenckirina pereyan bikar anî û heta roja îro bikar tîne, ku bi hezaran bûyerên wiha qewimîn e. Ev bûyer di asta dizîna laşan û revandina zarokan, ku heta niha ti çareyek ji vê yekê re nehatiye dîtin, lê berovajî wê her ku diçe rêjeya kiryarên bi vî rengî bilindtir dibe û heta malbatên qurbaniyan nikarin behsa bûyerên hov ên ku ji aliyê çeteyan û dewleta Turk ve dibin bikin ji ber tirs û tgefên ku ji wan re bi awaeykî rojane tên wekî malbata ku bi navê (N..B) tê naskirin, ku di kampeke penaberan li Tirkiye de ji ber şerê li Sûriye koçber bûne, di riya hin çavkaniyan de xizmên wê malbatê çîroka keça xwe ya bi navê Neda vedibêjin û tenê dibêjin ku “xwezî em di bin topbaranê de bimirana û Neda ji destê me neçûya” .

Mijara lîstika bi kaxeza penaberan ketiye pêvajoyeke din ku rastiya van kiriyaran derkete holê û hejmarek mezin a malper û kovarên navdewletî yên istixbarat û rêxistinên mafê mirovan ev kiriyar şopandin û ji raya giştî re parve kirin. Di wan raporan de hejmareke mezin ji nav û dateyên serbazên artêşa û MİT’a Turk tevî serçeteyên artêşa niştîmanî û Opozosyona Sûrî tê de hatine tekez kirin û nasnameyên wan hatine eşkerekirin, navên weke Duran, serkirdeyê şaxa MİT li eyaleta Hatayê, 6 endamên MİT ên taybet li Antaliya yê, 4 serkirdeyên Polîsa Turk yên Urfa yê û 6 serbazên artêşa Turk ên bi navê Murat Oglu, Hakî Fayîk, û Mustefa Nezîr û hejmarek dîtir ji nav û nasnameyên wan. Piştî van bûyeran dewleta Turk gava derxistina 60 serbaz û çeteyên xwe ji Efrînê û herêmên Mertala Firatê kir û berê wan da Turkiyê bi hinceta dadgehkirina wan, ku bi vê gavê îtîrafa fermî ya van komkujiyan kir. Mediya Turkî ya girêdayî AKP’ê behsa dadgehkirinê li Hatayê dike, lê ew 60 serbaz û çete di rastiyê de ji bo Serê Kaniyê û Girê Spî hatin veguhestin da ku kiriyarên bi vî awayî li wan deveran berdewam bikin û Mediya Turk bi navê dadgehê û lêpirsînê raya gîştî bide xapandin û kiriyarên MİT û çeteyan paş guh bike.

Girêdayî vê yekê li Serê Kaniyê bi îlankirina Mediya Turk ku artêşa Turk hejmarek ji serbaz û leşkerên hêzên taybet di nava bajarê Serê Kaniyê de bi cih kirine (ew serbaz jî di rastiya xwe de eynî ew 60 serbazên Turk ên bazirganiya laşê welatiyan li Efrînê û herêmên Mertala firatê dikirin bûn), rewşa qedexekirina gerê di nava Serê Kaniyê de hate îlankirin weke sala borî li Efrînê, bi vê rewşê re rêjeya revandina sivîlan di nava bajar de zêde bû, her wiha termên kuştiyan di nava bajar û gundewaran de hatin dîtin, ku termên wan bê çav, dil û gurçik in, hatin dirutin û li kolanan hatine avêtin ji aliyê grûpên çeteyan ve, bûyera dawî jî li gundê Ezîziye qewimî bû ku welatiyê gund termê ciwanekî 20 salî li nêzî cedeyekê dîtibûn, ku bi awayekî hovane hatibû qetilkirin û parçeyên hundirîn ên laşê wî hatibûn derxistin, her wiha hate zanîn ku ew ciwan ji aliyê grûpeke çeteyên artêşa niştîmanî ve di nava bajarê Serê Kaniyê de beriya hefteyekê hatibû revandin, û di nava hefteyekê de bi vî rengî lê hate kirin. Çavkaniyeke herêmî ji nava bajarê Serêkaniyê diyar kir ku ev bûyer metirsiyeke pir mezin di nava welatiyan de da ava kirin, yek tirsa wan ku ev kiriyar di pêşerojê de li serê wan bê kirin ji aliyê komên çete de û ya din jî hejmareke mezin ji zarok û mirovên wan di girtîgehên çeteyan de girtîne û çarenûsa wan ne diyar e, îhtîmala ku kiriyarên wiha der heqê girtiyan de bê kirin bi rêjeyeke gelekî mezin, bi taybetî piştî kêmkirina nirxê fonên çeteyan ji aliyê dewleta Turk ve. Çavkaniyê me tekez kir ku çeteyên dewleta Tirk dê kuştin, revandin û bazirganiya laşên sivîlan bikin ji bo bidestxistina pereyan di demekê de ku ti kes an alî an welat jî lêpirsînan der heqê wan de nake.

23.11.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً